Tofana Mezin di kitêba Gilgamiş da

Tofana Mezin di kitêba Gilgamiş da

Xwendevanên hêja, wek hûn dibînin, nivîskarên me yên nû peyda dibin. Nivîskar Salih

Bozan yek ji wan e. Wî tevaya kitêba bo dîroka me giring Gilgamiş wergerandîye kurdî û bi peyamekê berpirsyarê malperê ra hate girêdan û pêşnîyareke ha kir:

-Eger weşanxaneya RIATAZA heye, ez hiz dikim ku hûn vê wergera min çap bikin, hilbet eger werger bi dilê we be.

Me bersîva wî da, ku vê gavê weşanxaneya me tune, lê em dikarin wergera te beş bi beş di rûpelên xwe da çap bikin. Ew bi me ra razî bû û tevaya wergerê me ra şand. Me çavek lê gerand û texmîn kir ku wergereke delal e.

Emê îro beşa 4an a dawî ya kitêbê bo we çap bikin.

 

Salih Bozan, nivîskar 

Beşa çarem

Oto Nibiştim li bajarê Şirobak ê nêzikî Ferêt dijiya.(1) Bajarekî kevin bû, Yezdan lê dijiyan. Mirovên vî bajarî bûn şerxwaz. Rehetî nedidan jiyana Yezdanan. Ji ber şer û xerabiya wan Yezdanan biryar girt ku mirovan giş tinebikin. Sêweya tinekirina wan jî weha be. Dê zemîn di bin avê kin ji bo giş noq bibin. Yezdanan li hevdu tembe kirin ku raza Tofanê ji mirovan veşêrin ta xwe nebiparêzin. Sond xwarin ku kesekî bi vê pilanê agahdar nekin. Lê Aya, Yezdana şarezayê ya gellek jîr, bê ku kesekî agahdar bike, çû ber mala Oto Nibiştim û bi dîwarê mala wî re axifî, ta ew bibihîse çi Tofan dê ser mirovan de were.(2) Bi dîwêr re got, bira Oto Nibiştim keştiyeke mezin çêke. Hemû malê xwe li pey xwe bihêlîne. Gava Oto Nibiştim gotinên wê bihîst, jê pirsî ez ê çi ji milet re bibêjim ku ji min pirsîn çima ez keştiyeke weha mezin çêdikîm. Wê jê re got, ji wan re bibêje ku Yezdan li min xeyîdîne, û ji xwestin ji bajêr derkevim.

Oto Nibiştim dest bi çêkirina keştiyê kir. Şêniyê bajêr dilê xwe bi wî çewetî, bi koçberiya wî xemgîn bûn. Alîkariya wî kir hetanî keştî bi temamî çêbû, û bi dijwarî keştî daxistin ser avê. Oto Nibiştim hemû babetê lawiran kirin keştiya xwe.

Yezdanan bahoz, tav, birûsk, û baran ser zemîn de şandin. Ezman tarî bû. Baran bi tûndî bariya, û zemîn di bin avê de noq bû. Herweha mirov giş weke masiyan di avê de mirin. Yezdan bi xwe ji vê rewşê hejivîn, û bi ezmên de hilkişiyan. Ew ji vê kiryara xwe xemgîn û poşman bûn. Li ser mirina gîştî a mirovan giriyan. Bahoz û baran heft rojan berdewam kir. Paşê ba rawestiya. Bi rawestina bahoz û bê re baran jî sekinî, û careke din ro derket.

Oto Nibiştim li ciyekî zemîn geriya ku keştiya xwe lê rawestîne, belam ti cih nedî nedî. Zemîn giş di bin avê de bû. Li dawiyê keştî li ser çiyê Nesîr rawestiya.(3) Oto Nibiştim kewek ji keştiyê bi derva de şand, ji bo bizanibe ka kew vedigere yan na. Ku vegere dêmek avê hîn ruyê zemîn girtiye û kewê ti cihê zemînî nedî lê venişe. Kew vegeriya keştiyê. Careke din balinde heshesok şand. Ew jî piştî wextekê vegeriya. Li dawiyê balinde zax şand. Ew dûr firiya, şû û venegeriya. Wê çax Oto Nibiştim fêmkir ku zemîn av giş vexwariye. Qurbanek ji Yezdanan re serjêkir. Yezdanan bi qurbana wî şabûn, beşdarî vê ahengê bûn, weke mêşan hatin ser sivira Oto Nibiştim. Gava Yezdan Enlîl jî hat, ew gellek xeyîdî ji ber ku hinek mirov ji Tofanê xelas bûne. Yezdan Nînorta got ku kesekî ji me raza Tofanê neda mirovan û ji wan re aşkere nekir.(4) Ev kara, karê Yezdana Aya ye.

Berî ku Yezdan Aya tewanbar bikin, wê Yezdan giş lomekar kirin, ji bo vê kiryara wan a kirêt. Wê got, çima we êşkence bi yên gunehkar tenê nekir? Çima we dilovanî li yên ne gunhkar nekir? We karibû şêr û gur bere gunehkaran tenê bida. Çima we gunehkar bi birçîtiyê seza nekirin? Wê çaxê Yezdan ramiyan û xwestin biryara xwe bigirin, ka dê çi bînin serê Oto Nibiştim û jina wî.

Li dawiyê Yezdanan biryar girt ku jiyana cawidan bi wî û jina wî din, bira weke yezdanan czwîdan bijîn. Lê gerk wî û jina wî dûre mirovan xin.

Piştî ku Oto Nibbiştim çîroka xwe ji Gilgamiş re got, jê pirsî: De ji min re bibêje dê kî ji Yezdanan alîkariya te bike ji bo tu cawidan bijî? Dê kî jiyaneke weha bi te de?

Oto Nibiştim xwest Gilgamiş di bizavkirinekê ke, ka kane şeş rojan û heft şevan hişyarbimîne, weke ku ew bi xwe viqas dem di keştiyê de hişyar ma. Oto Nibiştim ji Gilgamiş xwest li ser zemîn rûne û ranekeve. Lê gava Gilgamiş rûnişt di cida kete xew. Jina Oto Nibiştim ji mêrê xwe xwest Gilgamiş hişyar bike, ji bo vegere welatê xwe. Lê Oto Nibiştim got, ku ez wî niha hişyar bikim, dê bawerneke ku ew kete xew. Oto Nibiştim biryar girt ku bira rakeve û bi xwe ji xew rabe, ji bo bigihêje baweriyê ku ew bi rastî kete xew. Oto Nibiştim ji jina xwe xwest roj bi roj nanekî teze jê re çêke, li ber serê wî dîne. Roj bi roj nan kifikî dibû. Û her asteke kifikê nîşana rojên derbasbûyî bû. Di roja heftan de Gilgamiş hişyar bû. Oto Nibiştim jê pirsî: Çend rojan tu raketî? Gilgamiş got: Min bes çavên xwe kirtin û di cida jî hişyar bûm. Oto Nibiştim jê re got, hele tu li nanê ber seriyê xwe binihêre. Her rojekê jina min nanek li ber seriyê te dadihanî. Ev nanê ku bi carekê de kifikî bûye, ew yê raketina te ya heftan rojan berêye. A ev nanê teze yê roja hîroye. Tu heft rojan ketî xew.

Pişt re Oto Nibiştim ji Gilgamiş xwest vegere welatê xwe, û jiyana xwe ya berê bidomîne. Berî ku Oto Nibiştim ji Gilgamiş biqete, jê re rasa mitê Yezdanan yê cawîdaniyê got. Jê re got ku piroblem ew e, ew mit di binî deryayê de ye. Bi istiriyan dorpêçkiriye. Kî karibe xwe bi binî deryayê gihînem, karibe ji nav wan istiriyan wî mitî ji xwe re qutke û bixwe, dê bigihêje jiyana cawîdan.

Oto Nibiştim ji Orşinabî re got gerçî te warê min aşkere kir, tu jî here û careke din li min vemegere.

Gilgamiş kevirên giran bi nigên xwe de girêda û xwe çekire deryayê. Li binî deryayê li wî mitî geriya ta dî. Istiriyên mit tehmûl kir, mit qutkir û bi xwe re hanî dervayî deryayê. Biryara xwe girt, vegere welatê xwe, li ber gel pesnê xwe bike, û li hember wan wî mitî bixwe, ji bo vegere xortaniya xwe, û cawîdan bijî. Lê li vegerê xwest xwe di golek honik de bişo. Gava xwe kire avê, marekî bîna mit bînkir, hat ew mita xwar û çû, li şûna xwe bostê xweyî kevin hîşt.

Gava Gilgamiş ji avê derket û hat cilê xwe li xwe ke, wî dî ku mit tineye.

Ser xwe de giriya, hesret kişandin, û li ser hewildana xwe giş poşman bû. Herweha dest vala vegwriya welatê xwe.

———

  • Şirobak: Bajarekî sumeriyem, 18 mîlan nêzikî bajarê Urok e. Gor destanê berî Tofna mezin Yezdan li vî bajarî dijiyan.
  • Yezdana Aya: Ew jina Yezdana Şemş e.
  • Çiyayê Nesîr: Di Tewratê de çiyayê keştiya Nuh lê rawestiya Ararat e, ev jî navkirineke ermeniye. Afrandi 8:4. Di nivîsên mîxkî de, ev çiya bi Orarto tê navkirin. Gur nûçeyên şahê Aşûrî Nasirbal Duyemîn (883-859 berî zayînê) ev çiya li başûrî çemê Zab e yê çûk e. Hinek dibêjin ew çiyayê “Pîr Mekron“ e. Çiyaê Pîr Makron navdar e, ew nêzikî bajarê Silêmaniyê li Kurdistana Êraqê ye. Hetanî dewraneke nêzik navê wî çiyayî Pîr Omer Kudron bû. Gor gotinên nivîskarê Babîlon, di sedsala sêyem berî zayînê Pêrsos ê aşûrî (Beroşa) navê çiyê Kurdîyên bû. Yanî çiyayê Kurdan. Di çavkaniyên erebî(Quran) û yên suryanî de keştiya Nuh li çiyayê Cûdî li Kurdistana Tirkiyê rawestiya.
  • Ninorta: Ew kurê Inlîl e. Yezdanê cehgê ye, û şandiyarê Yezdanan e.

 Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev