Kerek, Kurdek û Seydayê Cegerxwîn

Kerek, Kurdek û Seydayê Cegerxwîn

Mela Mihyedîn

Li binxetê li mala yekî dewlemend civatek qerase li hev kom dibe. Di nav vê civatê de ji pîşeyên cuda cuda rewşenbîr û serekê welêt li hev kom dibin.

Civat bi hemû xweşîya xwe didome, îskanên çayê yên tije tên û îskanên vala jî diçin.

Di vê civatê de Seydayê Cegerxwîn jî nazir bûye. Cegerxwîn li kêleka serêkekî ereb rûniştîye û di navbera wan de balifek tenê heye.

Di nav vê civatê de erebê qeşmer li kêleka xwe dizîvire û ji Cegerxwîn pirsekê dike û dibêje: “Seyda tu zana yî ka ji min û ji civatê re bêje, di navbera kerekî û Kurdekî de çi heye?”

Cegerxwîn bi aramî û bi edebî li yê bêedep vedigere û vê bersivê didêyê: “Di navbera ker û Kurdekî de ev balif ku tu dibînî heye.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev