Kitêbeke nû derbarê dengbêj Reso de

Kitêbeke nû derbarê dengbêj Reso de

Mehmed Salih Bedirxan

Lêkolîna nivîskar Mahmut Begik a bi navê RESO Şahê Dengbêjan çap bû.

Kitêb ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye çap kirin.

Dengbêj Reso bi navê xwe yê din Resoyê Gopala yek ji dengbêjên herî navdar ê kurdan e û tesîra wî li gelek dengbêjan bûye.

Reso di 1902an de li bajarê Îdirê ji binemaleke dengbêjan e. Ji bav û apê xwe yê dengbêj fêrî dengbêjiyê dibe. Di demeke kurt de navê wî û hunera wî li nava hemû kurdan belav dibe. Dengbêj Şakiro û gelek dengbêjên din li ser destê Reso dibin dengbêj.

Reso di sala 1986an de wefat dike. Herwiha li dû xwe gelek stran û kilam dihêle.

Di vê kitêbê de lêkolîner û nivîskar Mahmut Begik li ser terz, rêç, jiyan û berhemên dengbêj Reso sekiniye û ew di vê lêkolîna xwe de bi cî kirine.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev