Nameyên evînî -36

Nameyên evînî -36

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûşeşan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Ev name evîndarê Nurayê ji Nurayê ra şandine. Lema qîmetê wan nameyan bilind e.

 

***

Cesareta te û şerma te tam wekehev in. Herdu jî xweş in.

 

***

Qurbana dilê te bim, tu çiqas nazik û ezîz î. Kêfa min tê, ku eger ne ez bûma, teyê ev gotin ji tu kesekî ra negota. Kêfa min tê, ku evîndarê te bi dilê te ye. Kêfa min tê, ku ezê bi evîna xwe te zeîf bikim. Me wisa kirîye, ku organên me rola xwe a sereke carina jibîr dikin û dibin nimûneyên mûzêyan. Bêrîya te dikim. Eger ne tu bûyayî, belkî ez jî ji hesretê zeîf nebûma.

 

***

Ezîza xweşik, ez bi te şîyar dibim, bi te dijîm, bi te zewqa cihanê dibînim, bi maça te jî serxweş dibim, eger bi evîna te bifirim ezmanan, xema nexwe, wê demê tuyê di hemêza min da bî…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev