Zanist bi kurdî xweş e -41

Zanist bi kurdî xweş e -41

Amadekar Edo Makuyî

 

Teoriyên Nisbiyeta Taybet û Gîştî yên Albert Einstein
E=mc^2 (Binavûdengtirîn Hevkêşeya Cîhanê)

Albert Einstein, xwediyê 2 teoriyên pir grîng û binavûdeng bi navên
Nisbiyeta Taybet û Nisbiyeta Gîştî ye ku ya yekem di 25 saliya wê û ya
duda jî di 36 saliya wê da, hatiye weşandin.

Nisbiyeta Taybet, ji 3 fenomenan, ew jî di lezên pir pir mezin da, pêktê:
Biçûkbûn û serhevdahatina Lorentzê ku heman daketina dirêjahiya cism
di riya ku diherike da ye.

Vebûn û berfirehbûna demê ku heman hêdîbûna demê ye.
Mezinbûna giraniya Baristeyê.

Tenê di Nisbiyeta Taybet e ku di suretên pir pir mezin da(di şertên ku
suret di dema herikînê da naguhere û wekxwe dimîne- sureta neguher)
meriv dikare baweriya xwe bi encamên wê bîne. Bi vê yekê tevgera
Cîhana derdora me, di suretên pir pir mezin, bi riya qanûnên ku di
jiyana me da nayên dîtin, dikarin bên şirovekirin. Wek mînak, dema ku
cismek bi sureta nêzîkê leza Ronahiyê biherike, hingî dema ku ew
derbas dike, pir pir hêdî û kin dibe. Hemû alî yan dûriyên wê jî,
biçûktir dibin. Bariste yan cirma cismê ku bi leza ronahiyê diherike
jî, îdî neguher nine, belke zêde dibe.

Eger cismek bi leza ronahiyê biherike, hingî derbasbûn û herikîna demê
jê ra disekine, dirêjahiya wê dibe sifir û bariste yan çiriya wê dibe
bêsînor û vediguhere cirmeke pir pir giran.

Yek ji encamên pir balkêş yên teoriya nisbiyeta taybeta Einsteinê,
pêwendiya navbera dem û fezayê(navber) ye ku dibêje hemû tiştên
dinyayê girêdayî hevodin nin û bandoran jî li hev dikin. Bi baweriya
Newtonê, dem neguher û sabit e û di her dera dinyayê da jî tevgera wê
yeksan e. Lê Einstein, îsbat dike ku ev yek ne rast e.

Mînaka pir pir balkêş ku jibo şirovekirina vê meselê tê bikaranîn,
wiha ye: eger ji 2 birayên ku cêwî ne, yek jê li ser erdê bimîne û yê
din, bi keştiyeke fezayî ya bi leza nêzîkî ronahiyê ber bi esmîn yan
galaksiyan, hereket bike. Dema ku 100 sal ji emrê birayê ser erdê,
derbas bibe, birayê ku li keştiya fezayî ye, hê salek ji emrê wî
derbas nebuye, yanê tenê salek kaltir bûye!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Edo Makûyî

Edo Makuyî ji Rohilatê Kurdistanê, bajarê Makûyê ye. Medreka Muhendisîya şîmîya (Chemistry Engineering) temam kirîye. Wî Endazyarîya Kîmîyê xwendîye. Bi Kurmancî, Soranî, Farsî, Azerî, Tirkî, Îngîlîzî zane. Gelek pirtûkên kurdî wergerandîye farsî.

Qeydên dişibine hev