Ji refên Nûbihar ê / Kitêb danasîn

Ji refên Nûbihar ê / Kitêb danasîn

HEWARA MERWANIYÊ Çiyayê Rûtik e

Xanedan Merwaniyan ji sala 983yan hetanî sala 1085 sed salî hikûm kiriye. Bi sedema ku perde li ser dîroka Kurdan hatiye kişandin mixabin wekî gelek hêjayiyên me ev xanedana han jî nehatiye naskirin.

Çi wextê ava bûye, şexsiyetên vê xanedanê kî ne, çi eser li pey xwe hiştine, li ku derê hikûm kirine baş nayê zanîn… *** Dema avakarê dewleta Merwaniyan Badê Kurê Dostik di şer de li dora Mûsilê tê kuştin, rêveberî dikeve destê xwarziyê wî Ebû Elî Kurê Merwan. Dewleta Merwaniyan jî navê xwe ji vî kesî digre…

Xanedana Merwaniyan di mîrantiya birayê Ebû Elî, Nasruddewle de, dema xwe ya herî hêzdar jiyaye. Nivîskarê vê romana dîrokî dewleta Merwaniyan kiriye mijara vê kitêbê û xwestiye perdeya li ser vê xanedanê rake…

 

Li ŞEDADIYÊ Du Jinên Ermen

Dewleta Şedadiyan di navbera salên 951 û 1199an de li rojhilatê Qafqasyayê di navbera Çemê Kurê û Erezê de hikûm kiriye. Di bin hukmê vê dewletê de bajarên girîng yên wekî Divîn, Anî û Genceyê hebûn. Di heman demê de Kurdên Rewadî li hêla Azerbeycan û Tebrîzê jî hikûm kirine.

Ji vê dewletê hinek eserên wek mizgeft, pir û medrese îro jî li ser piya ne. Şedadî digihêjin Rewadiyan. Rewadî jî silsileya wan digihêje Kurdên Hezbaniyan. Mixabin ev dewleta ku malbata Silhedînê Eyûbî jî ji nav xwe derxistiye ji aliyê gelek kesan ve nayê naskirin.

Nivîskarê vê romana dîrokî bi vê kitêbê hewl daye xwe ku reşayiya li ser xanedana Şedadiyan rabike…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev