KANIYA PÊNCÇAVÎ -11

KANIYA PÊNCÇAVÎ -11

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

YARÊ BÊJE 

Ey yarê guh nede Memo
Li vî dil î sultan î tu
Textê dil yê te ye fermo
Zîna min rûh û can î tu
(Qaso)

 

Zîn tu zanî em yê hev in
Şehsuwarê xewnê hev in
Qaso d’raçîne reştevin
Ger guh bidyî xusran î tu
(Mem)

 

Ezgoriyê ez wek pero
Dil radixim bo te hero
Bêje Memo xwelîlsero
Wek Bekoyê Ewan î tu
(Qaso)

 

Textê dil min kir bo te lîs
Wer lê rûne dildara sîs
Ji davên Qasoyê herîs
Sund dixwum bê goman î tu
(Mem)

 

Mem daye ber fê’l û fena
Rindê ji wî re bêje na
Qaso xelat e j’Rebbena
Lew laş im ez rewan î tu
(Qaso)

 

Qaso d’rêje peyvên qirêj
Ey nazika rûgelavêj
Em dildarê kevn û ji mêj
Gewram di dil buryan î tu
(Mem)

 

Yar bêje Mem ez gewher im
Mercan im hem zêrê zer im
Ji gotinên te re kerr im
Lew Qaso durr, arzan î tu
(Qaso)

 

Yar bê Qaso xêrnexwazo
Ez qumrî me û tu qazo
Xemkêşê min şibhê bazo
Ji vîn û eşq çi zanî tu
(Mem)

 

Bêje bazo bazde here
Bifire qet venegere
Bes in şi’rên Qaso j’me re
Pepûk ne helbestvan î tu
(Qaso)

 

Zîn bê Qaso ev çi rik e ?
Tu qalik î Mem dendik e
Şa’irê min ne hindik e
Ew agir be , dûxan î tu
(Mem)
 

Dîlok, Stembol 

 

HEY BÊINSAF 

Xorto bi xêra te hat
Qir û serma w zivistan
Seqema heyva sibat
Hate dil bê rawestan
(Qaso)

 

Nazikek tilînerm bûm
Agirkujek bêşerm bûm
Ji gerdena wek qeşa
Ji berfa best û seqlan
(Dînarî)

 

Niha sar im ji jînê
Dil dikelê bi xwînê
Tiştekî xav lê nema
Tu jî ne Şêxê Sen’an
(Qaso)

 

Dilê wek yê te erzan
Nepijyayî û nezan
Nema xwe lê datînin
Rindê wek Zîna Botan
(Soran)

 

Te şikand li vir neynik
Evîn ji qelbê tenik
Ew xeberên te yên tûj
Hil kirin bûn kêlpetan
(Qaso)

 

Çelengo hey bênisaf
Kul gehiştin kohê qaf
Ma rewa bû ezbenî
Kirim esîrê ristan
(Mem)

 

Helbest jî b’navê Xudê
Ne ku haşiya didê
Lê zalim jî dizanê
Hew dikarim bi hestan
(Qaso)
 

Amed, Dîlok, Qonya, Stembol 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev