Ji nimûneyên zargotina me –144

Ji nimûneyên zargotina me –144

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûçilçaran me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a bi sernavê ”Şerê Rostem û Elfesyab” raberî we bikin. Beşa duduyan piştî heftêyekê bixwînin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

ŞERÊ ROSTEM Û ELFESYAB -1

Cihê Îranê padşa heye, navê padşê wan Kinkaûse. Kurekî wî heye, navê wî Syawûşe. Padşa êvarê go:

-Syawûş, delal bike gazî, ku herçî xwe nav zîn bigirî, siyarbî, sibê em biçine seyranê.

Sibê rabûn, çone seyranê, çone nava rê. Padşa bezbendê xwe bîr kir, gote kurê xwe.

-Syawûş, here bezbendê min bîne, roja bezbendê min ne li gel minbe – şuxulê min nexêrêye.

Kurê wî zivirî hate mal. Dêyake wî heye, dêyak xurte – damarî, jinbabe. Ewê êdî dest avête Syawûş, gotê:

-Tu bêyî ba min.

Syawûş gotê. -Tu diya minî, şuxulê wa ez nakim.

Jinikê go: -Seba te min babê te sitend, wekî seba te neba, min babê te nedistend.

Syawûş çawan kir, jinikê bela xwe jê venekir. Ew jî rabû kulmek devê jinikê da, dev li xûn kir. Îdî enirî, rabû ço. Penîk li qutîyê da, qutî şikênand, bezbendê babê xwe jê deranî, êdî ço riya dî, diha rya babê xwe neçû.

Padşa ma êdî heta nîvro, kurê wî nehat, go: “Îro tiştek li mala min qewimîye, lema kurê min nehat”. Êdî go wezîrê xwe:

-Em vegerin, îro emê çine mal, roja me ne ya xêrê bû.

Êdî jina padşê rabû, xanîyê xwe diheşêda reşkir, porê xwe giş kir ser dêrî, rûnişt – heta padşa hat.

Padşa hat, got: -Herê jinê, ev çi li te qewimîye, te çi li xwe kirîye?

Go: -Here sêwîyê kurê xwe bipirse.

Êdî padşa go: -Kurê min çi kirîye ?

Go: -Kurê te dehwa namûsa te kirîye

Êdî padşa zef enirî, go: -Kurê min çawa dest bavê jina min? -Êdî rabû, gazî kir Gêvo, Tûzê Nevzer, go: – Rabin, herin li ku kurê min dibînin, kurê min bikujin, cilê wî bi xûnkin bo min bînin, ca bêhna min bête der.

Êdî babê Gêvo heye – Guderzê Pîr, gote Gêvo, go:

-Tuyê kuda biçî ?

Go: -Padşa emir kirîye, dibê :”Here kurê min bikuje”.

Êdî Guderz got: -Em kurmancin, em nikarin kurê padşa bikujin. Îro, go, dilê wî ji kurê wî maye, divêjît herin bikujin, êdî sibê dilê wî vegerîbe ji kurî, êdî wê me biqelîne, koka Guderziya, ya Nevzeryan bîne.

Got: -Şîretekê li me bike, ka em çawa bikin ?

Go: -Rabe, destek kincê teze hildin, xwera bibin, herin. We li ku dît, jê hîvîkin, bên – em hîvî dikin, cilê berbedena xwe derxe bide me, ev cilê teze wergire. Êdî em dehwa te, babê te nizanin.

Babê te gote me “herin bikujin”. Êdî em nikarin te bikujin, tu şahzadeyî.

Paşê herdu – Gêvo, Tuzê Nevzer ketine rê, çon. Qonaxa sê rojan çon, aciz bûn. Rojekê, nîvro hatin ser kanîyê, rûniştin, xurca xwe deranîn, wekî nan bixun, hew nihêrîn Syawûş li kergedanê xwe siyar ji wêva hat. Êdî silav da Gêvo, Tûzê Nevzer, go:

-Hûn li vê deştê, ser vê kanîyê çi rûniştine?

Wana gotin: -Şahzade, tu keremke rûnî.

Eva ji hespê hate xarê. Rûniştin, kêfa hev pirsîn-kevî şah bûn.

Wana êdî gotin: -Hal-qise evin: babê te em şandine, ku em te bikujin. Em hîvî dikin, cilê xwe ji mera bêxî, eva me destek cilê teze ji tera anîye.

Tu van cilê teze wergire, wan cilê berbejna xwe bêxe, bide me, êdî em dehwa te, babê te nizanin. Babê te ev emir daye me: “Herin bikujin”.

Syawûş go: -Wekî ez şer bikim, hûn neşên min bikujin. Hûn rabin inyata babê min, min bikujin, cilê min nav xûna min bigevzînin, ben bavêne ber babê min, bila bêhna wî bê der.

Go: -Padşahim, em hîvî dikin, tu padşayî, tu cilê xwe bide me.

Rabû cilê xwe êxist, da wan. Çone serê hev, destê xwe dane hev, xatir ji hev xwastin. Gêvo, Tûzê Nevzer cilê Syawûş hildan, hatine navsera çiyê. Wana xezalek dîtin, xezal kuştin. Cilê Syawûş nav xûna xezalêda gevizandin, anîn avêtine ber babê wî, ber padşa.

Êdî padşa got: -Ev cilê kurê minin,- da ber bêhna xwe, go: -Of xweş, eva bêhna min hat der.

Syawûş kete dinyayê ço, ço bajarê Îranê derket. Ço nava bajêr, ço ber dîwana Elfesyabê padşayê Tûranê, li ber dîwanê sekinî.

Hinan hat, gote Syawûş: -Sûk rûvî hazir bibîne.

Elfesyab jê pirsî, go: -Ev çi kurike?

Birayê Hinan-Pîran heye, go: -Kurê padşê Îranêye, navê wî Syawûşe.- Pîran go: -Padşa, babanê mêran mêrin, jin dienirin, diçine mala babê xwe, mêr dienirin-diçine mala mêran.

Padşa dibêt: -Pîran, be ez çi îkramê pêra bikim?

Syawûş jî xortekî zef delale, dilê padşê ketê, danî dîwana xweda. Şev û ro li ber destê padşêye.

Salekê ma li ber destê padşê, Hinan jê çevnebarî bû. Rabû kaxezek nivîsî, şande derê ava Şehderûtê, nava kaxezê nivîsîye bi zimanê Syawûş bo Rostem Zal: “Eva çiqas sale em neyarê hevin. Ez çome dîwana Elfesyabêda. Eva sala min temam bûye, ez cihê wan hemî nas dikim. Tu bi xwera hilîne heftê pelewanan, emê ser dîwana Elfesyabê bigirin, emê bikujin. Heftê pelewan-Pîran, Guloyê Zera, Qerexan, Hinan, Fîlasim…, dema me kuştin, bikujin Elfesyabê, me cihê Tûranê ji xwera zeftkirî, ber emirê xweke”.

Kaxez wextê şand, zelamek rêkir kaxez ji ava Şehserûtê zivirand, anî sibê zû bir da destê Elfesyabê.

Elfesyabê kaxez nihêrî, kaxez xwend, go:

-Yeman, ev çi behse, ev qeder min Syawûşra qencî kirî, niha Syawûş çi bêbextî li min digere? -kaxez da destê Pîran.

Pîran kaxez xwend, go: -Padşahim, ev kaxez Syawûş nenivîsîye, ev kaxez Hinanê birayê min nivîsîye, seba wî nivîsîye, daye te, ku tu Syawûş bikujî.

Padşa gote Pîran: -Be em çawa bikin?

Pîran gotê: -Bîne qîza xwe bide Syawûş, bila bibe zevayê te, bila ji tera ehdke, dest ber te hilnede, kêrê bila dayne ser situyê xwe.

Padşa kire gazî, Syawûş anîne li dîwanê, go:

-Syawûş, were destê min, ezê qîza xwe bidime te.

Syawûş ço destê padşa, qîza wî ji xwera qebûl kir, ehda fêriz pelewanan, go:

-Tu kêr danî ser situyê min, ez dest ber te hilnaynim.

Dîsa Hinan gelekî çevnebarî kir, rabû car din kaxeza ewil çawa şandibû, yek din jî şand. Kaxez anî da destê Elfesyabê.

Padşa kire gazî Pîran, go:

-Pîran, par kaxezek şand, te go: -Ewî neşandîye. Min bawerkir, niha yeke dinê şandîye.

Pîran li kaxez nihêrî, fikirî, go:

-Padşahim, xudanê şev û rojan, ev kaxezê han Syawûş neşandîye, birayê min Hinane, ji Syawûş naxanz dibe, wa dike, tu Syawûş bikujî. Pîran dibêje padşê: -Tu xeberê min bike, qêma te li Syawûş nayê, gundekî bidê, nêzîk bajêr, bila here têda rûnî, salê carekê bê silavîya teke.

Padşê kire gazî, go: -Syawûş, here gundek tenişta bajêr, ax û ava wî xweş, min daye te. Salê carekê bêyî silavîya min.

Syawûş mala xwe bir ço gund. Êdî Hinan hindî diçe, naxanz dibe, dibêje: “Ev çawane, em heftê pelewan hene, qedirê me yekî weke Syawûşê ba padşê tune”. Hinan dibê: “Ahd li min ketibe, ezê Syawûş bi destê Elfesyabê deme kuştin”.

Sê salê wî tam bû, sala çaran kurekî Syawûş bû. Bû sala çaran, Hinan rabû nola sala ewil, kaxez şand, nava kaxezda nivîsî: “Ji Rostemê kurê Zalra. Eva sê kaxez min şandin, te qet cav ji minra neşand. Eva kaxezê han gihîşte destê te, tu xwera hilîne heftê pelewanan. Ez ji bajêr derketime, tenişta bajêr gundek heye, ez têda rûniştime, were ba min. Şevekê em ser koçika Elfesyab bigrin, bikujin. Elfesyab emê bikujin, emê cîyê Tirk û Tûranê ji xwera zevtkin, emê xercê heft salan ji wî bistînin”.

Hinan kaxez anî da destê Elfesyab. Dema Elfesyabê kaxez fikirî, Pîran ne li dîwanê bû. Elfesyabê go:

-Hinan, ev çi kaxeze, eva sê car tu ji minra tînî?

Hinan go: -Ew neyarê bab û kalê mene, kesekî dîye, meriv mar bixîte paşla xwe, mêriv negeze?

Elfesyabê go: -Hinan, ez çawa bikim, Pîran nahêle ez bikujim?

Hinan dibê: -Îsal nanê Pîran tune, xercê Helebê bidê, bila biçe ji xwera bistîne.

Padşê kire gazî Pîran, go:

-Pîran, îsal nanê te tune, here xercê Helebê min daye te, ji xwera bistîne.

Pîran ço, li hespê xwe siyar bû, berê xwe da Helebê, kete riya xwe, ço.

Hinan gote Elfesyabê: -De em rabin biçin Syawûş bikujin.

Padşa xwera hiltîne heftê pelewanan, diçe Syawûş bikuje. Çone neqebê. Syawûş li malê rûniştibû. Syawûş gote jina xwe, go:

-Firingîsê, dûrbîna min bide min, reşayîk li boxazê xanê dike, ka kîne?

Dema çokanê dûrbînê erdê da, dûrbînê fikirî: Elfesyab pêşîyê, Hinan pêra, Fîlasim pêra, Guloyê Zera, heft pelewan ji mala wana siyarin. Pîran ne nav wandaye. Dûrbîna xwe danî, got Firingîsê, go:

Babê te hat, wê min bikuje. Min ehdkirîye, dest ber babê te hilnaynim, weysetê min te, tu sêwîyê min nedî destê kesî. Yek dibêjin Rostemê kurê Zalê, lawikekî zerîne, gerden gaze, bi gaza Helebê ji nava mila hilkişyaye, meriv ji xofa xweda dil nake temaşeke. Yek jî dibêjin Gêvoyê kurê Guderze: ew hirçeke, nola hirçane, serçêleke, lêv golik, yekî bi pirçe, dema meriv bibîne, meriv ji tirsa diricife. Ew herdu nebin, tu sêwîyê min teslîmî kesî nekî, wekî din, xûna min ji babê xwe bixweze, bike gumgumê, dayne li wê.

Gotina Syawûş xilaz bû. Elfesyab bi koma xweva ber derî peyabû. Syawûş çû gema Rexşê Elfesyabê girt, go:

-Padşa, keremke, peyabe.

Go: -Ez peya nabim, go, ez hatime te bikujim.

Syawûş go: -Padşahim, min ji tera ehd kirîye, wekî min ehd nekiribîya, te cihê Tirk û Tûranê hemî li min berev bikira, min minet ji xwedê tenê hebû, pa min ehd kirîye – eva kêra te, ev jî situyê min.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev