Pirsa we û bersîva me – 90

Pirsa we û bersîva me – 90

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.

Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin. 

 

Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?

 

Bersîv: -Em îro wek bersîva pirsa we behsa wan bûyeran bikin ku di jîyana berpirsyarê rojnameya Rya teze Mîroyê Esed û karmendê radyoya kurdî a Rewanê Barîyê Mehmûd da qewimîne.

 

Mîroyê Esed û madeyê wî

Bizîşkan ji 4 parên madeyê (şirdan) berpirsyarê rojnameya “Rya teze” Mîroyê Esed sê par derxistibûn û parek hîştibûn. Rojekê ewî di nava hevalan da qala vê yekê dikir. Yekî jî dixwest ber dilê wî da bê, jê ra got:

-Eva gelek sal in ji 4 parên hişê helbestvanekî me sê par derxistine, lê dîsa jî dijî û helbestên xwe jî çap dike. 

 

Barîyê Mehmûd û çêlekdoş

Gava Barîyê Mehmûd di redaksîyona radyoya kurdî ya Rewanê da kar dikir, carna bi mecbûrî derheqa çêlekdoşan da jî dinivîsî.

Carekê jî, dewsa binivîse “ji her çêlekekê ewqas şîr dotine”, nivîsî bû: “ji her çêlekdoşekê ewqas şîr hatîye dotinê”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev