
Mela Mihyedîn
“Ay dilberê ev çi hal e
Feqiyê Teyran êdî kal e”
Feqî êdî bûbû yekî rûspî û kal lê her çiqasî kal bûbe jî ji alîyê peyvê ve hîn Feqîyê berê bû. Gotina wî timî di cih de bû û derba xwe li gotinê dida. Ji bilî Melayê Cizîrî kesekî/ê nedikarî bavêje ber Feqî.
Rojek ji rojên Xwedê jina Feqî deng lê dike: “Feqî, ez ê herim tenûrê pêxim bila haya te ji girêkên hevîr hebe da ku pisîk wan neherimîne”.
Feqî bi gotinek helbestî û ebedî wiha bersivê dide kebanîya xwe:
“Erê xanimê, erê xanim
Wexta ez ciwan bûm
Melhema dilan bûm
Wexta bûm pîr
Bûme nobedarê girêkên hevîr”
Riataza