Mihemedê kurd û hin çîrokên din -2

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -2

Charles Welles

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Dîrokvanên ereb dibêjin, zemanekî di nava kurda de merivekî bi navê Kerr Xan hebû, ku ji malbateke qedîm û gelek binavûdeng bû. Wek koçerekî li zozanan jiyana xwe didomand û li wan cîh û waran mezinekî navdar bû. Xwedê dewlemendiyeke mezin dabûyê; ji hespan, deveyan, mîhan heya çêlek, golik, ga û gamêşan… ew jî li hember wan dayînên Xwedê herdem şikirdar bû; mirovê xêr û xêratan bû, kesê belengaz û bêkesan bû.

Dibêjin êla Kerr Xan piraniya salê li Helebê derbas dikir, ku Heleb ji aliyê av û çêrgehê ve ciyekî bi bereket bû.

Salekê li welêt dibe xelayî, şêniyên Helebê neçar cîh û warê xwe terk dikin. Kerr Xan bi êla xwe ve dibe heval û hevrêyê wan kesên koçber. Welat bi welat, war bi war ger û sefer dikin ku heya xwe dighînin Farizistanê. Hezkirina ger û seyranê, dîtina cîh û meskenên nû, di encamê de wan dibe derdixe sînorê Hîndistanê. Bi zêdebûna avê, adanî û bereketa mêrg û çîmenan ve, li wê deverê bi cîh û war dibin û gelek salên xwe li wira derbas dikin.

Rojek ji rojan Kerr Xan li ber derê konê xwe, bi awayekî aram û asûde, qelûna xwe dikişand. Welatê wî hate bîra wî, gelo niha çi diqewimî, rewş çawa bû! Porê wî jî spî dibû, ne kur lê hebû ne jî qîz, dê ew hebûn û dewlemendiya xwe ji kê re bihişta! Bi wan fikr û hizran ve derd û xeman ciyê aramiyê girtibûn. Dema bû şev xwest serhêsa be, lê hê jî di bin tesîra wan fikran de bû. Xwe da ser milê rastê nebû, da ser milê çepê nebû, xew nedikete çavan. Rabû ser xwe, ji kon derket ber bi kaniyê meşiya, ku êlê ava xwe ji wê kaniyê hildidan û ne ewqas dûr bû. Şeveke sayî bû, asîman bi hedan, hîv û stêr jî di bihuştê de rewneqdar bûn.

Kerr Xan bi girtina destnimêja xwe ve, dest bi dia û dirûdên xwe kir: Xwedayê min, Xwedayê erd û asîmana! Tu yî ku her tiştî dibînî, lê nayê dîtin. Tu qadir î, ez ji te dixwazim ji min were rehmê, zarokekî bide min, ku piştî min li vê hebûnê xwedî derkeve.

Dirûd û diayên xwe qedand û vegeriya konê xwe û Xwedê daxwaza wî bihîstibû, jina wî hemle ma, ku vê rewşê herkesî dilşad û serfiraz kiribû. Kerr Xan jî dilşad bû, zikat dida feqîr û belengazan, xêr û sedeqeyeke mezin belav kir.

Di ser vî hal û ehwalî re gelek wext derbas nebûbû, ku şevekê Kerr Xan xewnekê dibîne û di xewnê de milyaket dibêje: Kerr Xano bizanibe ku jina te ducan e, yê ji te re kurekî bîne dinyayê. Kurê te wê kesekî îhtişamdar û desthilatdar be, ku dê rojekê bibe serokê miletekî mezin. Dema bermaliya te serê xwe danî, navê Mihemed li kurê xwe bike.

Dema Kerr Xan ji xewnê hişyar bû, gelekî şabû, şikirî ji Xwedê re kir, sira xwe ji kesî re parve nekir.

Dem û dewran derbas bû, zarok hate dinê, ku zarok wek heyvê bedew bû; Kerr Xan ziyafetek da, herkes teglîfê xwarin û vexwarinê kir, xêr xêrat belav kir, mehekê deriyê mala wî nehate girtine. Ji bo perwerdehiya kurê xwe perekî zêde serf kir. Dema zarok kete sala hefta, ji bo coxrafiya û xwendina Quranê, jê re mamostên taybet girt, ku Mihemed serkeftineke baş bi dest xist.

Çaxê bû danzdeh salî, bavê wî, Kerr Xan, çû ber rehma Xwedê, ku mirina bavê wî tesîrek mezin li ser kiribû, gelekî li ber xwe diket. Hemû mîrata bavê jê re mabû; hesp, hêştir, pez, dewar… Herweha ji hevsalên wî gelek dost û heval jî çê bûbûn, ku herdem ew vedixwendin malê û li ser mîrasa Kerr Xan zewq û sefaya xwe dimeşandin.

Jêder: Mehemet the kurd: And other tales 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev