
Ji weşanxaneya LÎSê berhemên helbestvanê me yê herî binavûdeng
Xwendevanên hêja, weşanxaneya LÎSê hemû berhemên helbestvanê meyî binavûdeng çap kirine. Em ji îro da, her carê yek ji wan berheman çap dikin.
Fêrîkê Ûsiv wekî dîwanên xwe ên berî vê dîwanî lê kirine, di vê dîwanê de jî bi Kurmancîye herikbar û şêrîn şi’rên xwe vehûnaye. Ji bilî helbestên Fêrîkê Ûsiv çend helbestên nivîskarên ne Kurd jî bi wergera Fêrîkê Ûsiv di vê dîwane de hatiye weşandin. Xwendekar ê bibînin ku şair ev si’r çawa bi hostatî li Kurmancîya şêrîn anîye û raberî me kirine. Her wiha şi’ên wî li gel lokalîyê dengê insên ê cîhanî ye. Wekî çawa behsa aştî û biratîyê dike;
…Biratî baş e… Û xwezil, xwezil,
Vê sala teze evdê dûr-nêzîk
Gişk hev ra bibin bav-birê esîl,
Erd-ezman wan ra bibe avayîk.
Û dinyalika hev du ra amin,
Beyraqa xwe wek royê ragire.
Û edlayî mîna dayîka min,
Gişka ra awa pelawê dagire…
Navê Pirtûkê | Narê |
Navê Nivîskêr | Fêrîkê Ûsiv |
Rêz-Cûre | Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî -25 |
Amadekar | Zera Fêrîk |
Redaksîyon | Şivanê Dêrikî |
Zimanê Pirtûkê | Kurdî |
Berg | Şener Ozmen |
Agahîyên Çapê | 12.5 x 20.5 cm, Çapa Yekemîn 2018, Bizim Büro Matbaacılık, Enqere |
Hejmara Rûpelan | 136 |
ISBN | 978-605-81521-2-0 |
Riataza