Bajarê Tekabê li Rojhilatê Kurdistanê

Bajarê Tekabê li Rojhilatê Kurdistanê

Yaqûb Kurmanc

 

Bajarê kanzayê zêr, bajarê bi dîrokeke kevn û mezin û girîng.

Bajarê Tekabê ango Tîkantepe bajarekî parêzgeha Ûrmiyeyê ye û Tekab ketiye başûr-rojhilatê vê parêzgehê.

Xelkê Tekabê bi zimanên Kurdî Soranî û Goranî, herwiha bi Azerî diaxivin.

Tevahiya gelê Tekabê misilman in. Kurdên Tekabê sunnî ne û her wiha Azerî şîî mezheb in.

eşek kêm ji xelkê Tekabê li ser ola Yarsan in.

Gelheya vî bajarî li gor amarên fermî 85 hezar kes e.

Av û hewaya Tekabê di demsala zivistanê de sar û berfî ye û di demsalên bihar û havînan de hênik û sayî ye.

Bajarê Tekabê cihê kanzayê zêran e ku di cîhanê û Îranê de navdariya wê heye.

 

Jêderka navê Tekabê:

Tekab bi wateya ava zirav û tenik ku bin erdê de dikişe, tê gotin.
Her wiha bi wateya geliyê ku di hinek cihan de av bin erdê de biherike û di cihekî din de ser erdê de bikişe.

Navê berê yê Tekabê di navbera salên 1316 heta 1320 an a hetavî Tîkantepe bûye, ji ber ku girên ku di derdora bajêr de hebûne tijî pîj û kelem bûne.
Tîkan bi maneya pîj û kelem e. Di salên pêş de navê wî ji Tîkantepe bi Tekabê hatiye guhertin.

Devera ku îro Tekab tê binavkirin, ew dever di eslê xwe de di salnameyên Asûrî de ji nîveka duyemîn ya sedsala 9an a pêş zayînê navê wê Zamua bûye ku her dem Asuriyan êrişî vê deverê dikir.

Tekab cihê gelên berê wekî Lolo û Gutîya bûye ku piştre dewleta Manna di vê herêmê de hatiye damezrandin û di sedsala 7an a berî zayînê bi damezrandina hikûmeta Medan yek ji navendên girîng ên aborî ya dewletên Manna û Medan dihat hejmartin.

Yek ji şûnwarên dîrokî yên bajarê Tekabê, Textê Silêman e. Ew cihê dîrokî ku li ser zinarekî mezin hatiye avakirin, tê de Golek suriştî, Agirgeha Azerguşnasp, Perestgeha Anahîta û koşk heye.

Navê Textê Silêman ji navê gundekî bi heman navî hatiye wergirtin.

Bi baweriya gelek dîrokzanan dîroka avabûna Textê Silêman vedigere hezareya yekemîn a pêş zayînê, lêbelê geşkirin û berfirehkirina wê di serdema Sasaniyan de gelekî berbiçav bûye. Bi fermana şahê Sasanî mezintirîn Agirgeha Zerdeştiyan di vê avahiya dîrokî de hatiye çêkirin.

Ji ber şerê di navbera Îranê û Împaratoriya Romê di sala 624an a zayînê Xesrewperwîz ji Hîrakilûsê şikesteke mezin dixwe û Textê Silêman ku berê navê wê Agirgeha Azerguşnasp bûye bi destê împaratorê Roma Bîzans tê wêrankirin. Piştî têkçûna hikûmeta Sasaniyan û hatina Ereban û Tirkan li vê herêmê bûne sedem ku Textê Silêman girîngiya wê winda bibe û wekî berê neyê parastin.

Textê Silêman bi kevnahîya xwe ya 4 hezar salan wek şûnwarek girîng ya dîrokî di Rêxistina Hevotinî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî‌ ango UNESCO hatiye tomarkirin.

Cihên din ên dîrokî yên bajarê Tekabê Zîndana Silêman e. Ev avahî di hundirê girekî de ku nêzîkî Textê Silêman e hatiye avakirin û di nav xelkê deverê de bi navê Zîndana Silêman navdar e.

Çiyayê Belqîsê ku nêzîkî bajarê Tekabê ye, li ser çiyayê Belqîsê kelehek dîrokî hatiye çêkirin ku dîroka wê kelehê vedigere serdema Sasaniyan.

 

Hatina Tirkan li Tekabê:

Hatina Tirkan li Tekabê vedigere serdema Sefewîyan, şahê Sefewî ji ber ku herdem bi Kurdan re şer dikir û ji bo lawazkirin û têkbirina tevgera Kurd li herêmê, Tirk ji rojhilatê Îranê koçberî vê herêmê kirine û li şûna Tirkan jî êl û tayfeyên Kurdan bi darê zorê ji vê navçeyê koçberî deverên din yên bin desthilata xwe kirine.

Li gor texmînan berî ku hikûmeta Sefewîyan were damezirandin, parêzgeha Ûrmiyeyê bi tevahî kurd bûne ku piştre Tirk û Ermenî û Asûrî di herêmê de hatine bicihkirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *