SERKUNDIRNAME: 1

SERKUNDIRNAME: 1

Xwendevanên delal, em ji îro pê da çend perçeyên nivîsa nivîskarê malpera me yê nû Raif Yaman çap dikin, ku babeteke nû, babeteke îronî-mesqeretî-qerflêkirinê-pêhenekkirinê ye.

Raif Yaman

Serkundirno,

Qîmetê medin zindîtî û zindîyan. Bibin dijminên zindîtîyê, yarên mirdarîyê. Zindîyan bikujin. Mirîyan pîroz bikin. Bibin bengîyên çavên mirîyan. Bira cîhan we bi mirîperwerîyê nas bike, ne zindîperwerîyê. Goristanên bi nav û deng ava bikin. Buhuşt û Dojexê bikin benîştê qanikan û ji devê xwe dermexin. Gund û bajaran tev şênîyên wan wêran bikin. Daristanan tevî hêlîn û lanên di nav da, tevî qulên her awayên şênîyên wan bişewitînin. Li her derê pesnên axîretê bidin. Ji cîhanê ra xeberan bidin. Mirdarî li we dihê.

Mebin meriv. Mebin milet. Mebin dadwer. Mebin dîndarên rîya heq. Guh medin heram û helal. Kelheram bin. Parîyek nanê helal mexwin, bi zar û zêçên xwe jî medin xwarin. Heramîyê bikin. Heram bigerin. Heram bijîn. Heram bimirin. Heramî li we dihê. Mebin bêdînên rîya rast. Mebêjin va şaş e, va rast e. Mebêjin va bikêr e, va bêkêr e. Ji rîya şaş dermekevin. Bi navê xwe şaş, bi paşnavê xwe bêkêr bin.

Tim ji dawîyê ber bi sêrî herin. Ji serî ber bi dawîyê merin. Rast merin. Paşberkî herin. Her kes kane pêşberkî here. Yan jî ji nîvî ber bi dawîyê herin. Navberkî herin. Berwarkî herin. Gavên xwe rast mehavêjin. Xwaro maro herin. Heta bi ningan merin. Xwe xîj bikin. Ê xelk û alemê sor û zer be, bira yê we tim ji dunê der be.

Xweş mebin. Tim nexweş bin. Hûn nexweş nebin jî, xwe li nexweşîyê daynin. Bibin nexweşên nexweşîyê. Dilxirab bin. Dilê xwe xirab bikin. Dilê xwe bi xwe bişewitînin. Kê rewşa we pirsî, hema dest bi girî bikin. Xema kesî nebe jî, hûn dîsa lê bixebitin dilê wan bi xwe bidin şewitandin. Ji rastîyan dûr, jîyanek derew bijîn.

Zar û zêçên xwe li cem heval û hogirên wan pîs bikin. Pê ra pevbiçinin. Tazîran bidinê. Wer bikin ku bira heft qat bikevin bin erdê. Bi vî hawayî hûn dikanin çêtir dilê wan bişkînin. Hûn rindtir dizanin serê şikîyayî xweş dibe, lê dilê şikîyayî mîna şûşa şikestî ye, birîna lê bi derizkî be jî heta mirinê xweş nabe.

Zarên we bira ji we bitirsin, lê bira hêç ji we hez nekin. Tim awuran bidinê. Carekê be jî bi rûyekî xweş lê menihêrin. Bi zar û zimanekî xweş pê ra deng mekin. Dema hûn lê dinihêrin bira tim mizûrê we tirş be. Hûn jê hez bikin jî di dilê xwe da jê hez bikin. Medin xwîyakirin.

Ji xelkê ra yar, ji xwe ra mar bin. Xwe şaş mekin, mebin marên bê jar. Ji koremaran jî wêdatir bin. Didanên xwe yên tûj di dil û mêjîyên hev da têkin xwar û ji dil û can jehra xwe valayî nav tamarên hev bikin. Bira didanekî we ji bo herikandina jehrê tim qul be. Hewqas hev û din bihêşînin, hewqas ningên hev bişemitînin, hewqas rê li ber hev bigirin, hewqas dunya fereh li hev û din teng bikin ku bira şeytan jî ji dexesîyan here xwe di zinaran werbike.. Bi kurt û kurmancî, her dem, li her derê xwînîyên hev bin. Qîyamet jî rabibe dev ji berdestîya xwedîyên xwe yên dagîrkar bermedin. Ji xwe a li we dihê jî, a ji we dihê jî ev e.

Çiqas kirin û gotinên bêkêr hebin bi dilekî xweş bikin û bibêjin. Xwe ji yekê jî mehêlin. Gilîyê hev û din bikin. Hev û din li ber derên dadgehên bê dad rezîl û ruswa bikin. Gazindan ji hev û din bikin. Her dem gazinok bin. Derî û dîwarên hev û din guhdarî bikin. Şeytantîya heval û hogirên xwe bikin. Qeybeta hev bikin. Her kesî berbidin hev.

Çavnebar bin. Pexîr bin. Di çavnebarî û  pexîrtîyê da tim kesên sereke bin. Zikreş bin. Bedbîn bin. Ji hevûdin biteqin. Gumanbar bin. Rûyê xweşî û aramîyê mebînin. Rezîl û ruswa bin. Komela Çavnebar û Pexîr û Zikreşên Cîhanê hûn ava bikin. Serektîya wê medin kesî. Ne tenê serektîya wê, dergevantîya wê jî medin kesên din. Bi vê kirina xwe mîna ku we cîhan afirandibe pozê xwe bilind bikin, bi pozbilindî li merivan binihêrin. Bibêjin cara pêşîn me Komela Çavnebar û Pexîr û Zikreşên Cîhanê ava kirîye. Ji serî yan ji dawî ferq nake, di van karan da her dem kesên pêşîn bin.

Bi famîla xwe, bi hêla xwe, bi gelê xwe, bi miletê xwe yarîyên xwe bikin. Henekên xwe pê bikin. Gotinên we yên di derbarê we bi xwe da bira ji pêhnên keran jî dijwartir bin.  Lê ji bo xwedîyên xwe yên çavsor û dagîrkar ker û seg bin. Barên wan bikişînin. Li ber derên wan bireyên hev û din. Pesnên wan bidin. Pesnên axên xwe yên berdestên dagîrkarên çavsor bidin. Bi navê şêxên xwe yên derewkar sond bixwin. Mala şêx bi ser mala xwedê ra bigirin. Pesnên hemî xwedîyên xwe yên gendel, dizek, mirdar û zengîn bidin. Hûn bi xwe her dem zilûtên qûnbilût bin. Zarên xwe bi navê kole bi nav bikin, da ku xwedîyên we ji we ra bibêjin eferim. 

Hêrîşkar bin. Hêrişî xoybûnxwazên xwe bikin. Agir berbidin avahîyên wan. Gefan lê bixwin. Bihavêjin ser malên wan. Têxin zîndanan. Têra xwe lê bidin. Bê ûjdan bin. Gotinên dêwê heftserî li zîndanên xwe binivîsin. Bibêjin, li vê derê xwedê tune, peyxamber çûye tatîlê. Wer bikin ku gelê we xwezîya xwe bi dad û kargerîya dagîrkaran bihîne, dilê wî ji we biqele.

(berdewama vê nivîsê heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *