Nameyên evînî -37

Nameyên evînî -37

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûheftan e..

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Ev name evîndarê Nurayê ji Nurayê ra şandine. Lema qîmetê wan nameyan bilind e.

 

***

Xewnên ku nayêne bîra min, xewnên bi te ra ne. Ez bi te ra dema şiyar jî di xewnê da me, lê ne di xewê da me. Tu xewna jiyana min î, dilê min. Û gelek xewn dibine rastî…

 

***

Dilê min, bi rastî rast dibêjim. Hemû keçên min dîtîye, hemû karên min bi wan ra kirîye, nabin misqaleke evîna te. Dema te destê min girtibû, min li çavên te dinêrî û difikirîm: -Min ev zewq dît, min dikaribû nedîta û ji vê cihanê biçûma.

 

***

Tu zanî, min ji wan keçan tu yekê jî hez nekirîye. Hormon hebûne, lê hîs tunebûne. Lê ji wan keçan belkî nîvê wan ji min hezkirine. Ji evînê êşîyane jî, girîyane jî, lê min ji wan her yekê ra digot: -Tu bi dilê min î, ez dixwezim herdem bi te ra bim, ez bêrîya te dikim. Û min derew jî ne dikir. Lê wana nizanibû ku ev hemû hebin, nayê wê maneyê, ku evîn jî heye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *