
Mehmed Salih Bedirxan
Komek helbestvan û rewşenbîrên kurdên Xorasanê dawiya her mehê li bajarê Bocnûrd ê Xorasanê komxebatekê derbarê helbesta kurmancî de pêk tînîn. Ev çalakiya edîbên Xorasanê weke nerîteke edebî tê şîrovekirin.
Helbestvan û rêkxerê vê rêzeçalakiyê rewşenbîr Ûsiv Birîmanlû ji malpera me Riataza ra aşkere kir ku di dawiya her mehê de ew li bajarê Bocnûrd ê Xorasanê kargeh-komxebeteke helbestê pêk tînîn û çalakiyên edebî rêk dixin.
Roşan aşkere jî kir ku di kargehê de helbestvan helbestên xwe dixwînin û ew bi hev ra helbestan ji hêla xemlên edebî weke (wezin, qafiye, sirwe, şibandin û hwd…) ve dinirxînin.
Herwiha Roşan raber jî kir ku di 22ê meha hezîranê de komxebeta xwe ya herî dawî pêk anîne û helbestanên kurd ên li Xorasanê di wê komxebatê de helbestên xwe xwendine û wan bernameya bi rêve biriye. Herwiha ew ê di meha tîrmehê jî de çalakiya xwe pêk bînîn.
Roşan destnîşan jî dike ku ew civînên wan bo helbestvanên ciwan bi mifa ye û asta wan dibe jor û wan fêrî gelek tiştên nû yên edebî dike.
Riataza