Mihemedê kurd û hin çîrokên din -3

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -3

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Dayika Mihemed, ku bi dilovanî ji kurê xwe hez dikir, di wê xerc û mesrefa mezin de, nikaribû pêşî li Mihemed bigirta. Hêj çar sal derbas nebûbû, Mihemed hemû hebûna xwe dabû ber bayê zewq û sefayê. Çaxê bû zilamek, şaşika mêraniyê girêda, diya wî jî ji vê dinê koç kir, Mihemed li darê dinê bi tena serê xwe mabû. Dayikê ji bo zewaca wî hertişt kiribû, lê her carê ew xwesteka wê hatibû redkirin, ku di wê redkirinê de sebeba mezin jî hevalên Mihemed bûn. Bi çûyina diya wî re, serfkirina wî ya bêwec û bêsexbêr diha zêde bûbû, ku di axirîyê de ne pere mabû, ne zêr, ne jî zîv.

Mihemedê te jî dest bi firotana mîh, hêştir û hespan kir, da ku xweşî û şahînetên bi hevalan re bide domandin. Di bîst û yek saliyê de, di dest de ji xêncî çadira kon ti tişt nema. Hevalên bavê wî xwestin bi şêwr û şîretan Mihemed bidin sekinandin, ji wê rêya dêris bidin vegerandin; lê wî bi ya wan nekir, kelmelên xwe ên di konê de jî firotin. Dema roj hat, ji bo xwarinê tiştek nedît, vê carê konê mezin jî derxist firotanê, li gor wî jixwe merivek bû, dê konek piçûk têrê bikira. Kincên ji dê û bavê mabûn jî ji dest hatin derxistin; dema hevalên wî ên ku hero mêvanên wî bûn, kêfxweş û dilxweş bûn, dîtin ku tiştek nemaye, selam û kilama xwe jî birîn.

Zef perîşan bûbû, ew sê roj bû tiştek tunebû bixwe. Kabûs û xofa tinebûnê dîtibû, birçîbûnê kiribû merivekî nîv zindî; lê dê biçûya ji hevalan bixwesta, bêşik dê xwarin û vexwarin bidanê. Erê ew çû, lê hîs û pejnên wî ne dihiştin ew nêzîktirê çadiran bibe, lewre hevalekî wî bê selam û silav li ber re derbas bûbû. Hêsir ji çavan hatin xwarê, bi kerb û qehreke mezin vegeriya konê xwe yê çûçik, ku di navbera wî konî û hevalên wî de mesafeyeke mezin hebû. Erê dûrê konên hevalan bû, çimkî dema xwestibû ew jî konê xwe di nav konên hevalan de dayne, gotibûn: Nehêlin, bira ew kesê bextreş nêzîkê me nebe.

Bi halekî dilşikestî û xembar ve, çû li konê xwe rûnişt, dest bi girînê kir. Hevalekî bavê wî, wê gavê di wira re derbas dibû, îske îska wî bihîst, çû li hundurê kon nihêrî û dema ew rewşa perîşan û şepirze dît, qenciyên bavê Mihemed ji wî re kiribûn hatin bîra wî, hêsir ji çavên wî jî hatin xwarê. Pey re bi şîreta weha domand: Kurê min hemberî derd û kulan dest ji micadala xwe bernede, mirov herwext di destê qederê de wek lîstokan in, carinan wan hevraz dike, carinan jî berjêr û divê wan rewşan de em bi cesaret û wêrekî li ber xwe bidin. Ez  dixwazim hinek pere bidim te, lê tirsa min ew e ku ew pere jî zû ji destê te derkeve. Û herweha dema te xwarin nedît jî were ba min.

Mihemedê xort daxwazên kalemêr ne pejirand, girîna xwe domand, ku wê rewşa xirab kalemêr jî dabû giryandin.

Dema dît, ku weha nabe, wî Mihemed bi zorê bire malê, xwarin û vexwarin dayê û got: Kurê min xwe neqehirîne, Xwedê tu kesî ji bîr nake. Haya bidestxistina bextekî baş, di mala min de ji te re destek nivîn û li ser sifra min jî tasek xwarin heye.

Li ser van gotinan, Mihemed bersiv dayê: Ez gelekî serfiraz im û malavayiya te dikim, ku tu bi israr dixwazî min li cem xwe bihêlî. Lê ez lavayî te dikim, ku tu min wek xulamekî di mal de bigirî an jî qenebe min bikî şivanê xwe.

Kalemêr got: Na, nexêr tê jî bibî wek ewladên min, ku wê Xwedê me herduyan jî efû bike… Mêrê ciwan got: Şertekî min heye, heke tu min bikî şivan ez ê bimînim. Kalemêr bona sekinandina wî, ew şertê wî qebûl kir.

Mihemed sibê şeveqê rabû ser xwe, pez da pêşiya xwe û bire çêrandinê. Kul û derdên bêsiûdiyê ji bîra wî nediçûn, ku dîsa hêsir ji çavan dihatin xwarê. Dewlemendiya wî ya berê dihat ber çavan û pey re şepirzetiya xwe ya wê rojê difikirî, ku wê rewşa xirab aramî û kêfxweşî nedihîşt. Wê rewşa xirab heya kîngê dewam kir? Heya wê roja şivan hatibûn cem hev, laqirdî û tiranên xwe li hev kiribûn, ku di axiriyê de xirûcir derketibû, li hev ketibûn.

Mihemed hewl dabû, ku bikeve navberê, şivana ji hev biqetîne û wana li hev bîne. Pey re yekî ji wan şivanan li Mihemed xistibû, jê re dabû xebera. Bi lêxistina şivan û bihîstina wan çêr û xeberan ve, dinya li ber çavê Mihemed reş bûbû. Her çawa be, Mihemed ew kerba xwe daqurtand û danê êvarê vegeriya malê, ku efendiyê wî xemnakî û dilkeseriya wî dît. Got: Kurê min ê delal çi bûye, tu çima melûl î?

Mihemed got: Qet tiştek nîn e. Lê ez naxwazim li vira bimînim, dixwazim dinyayê bibînim û ji bêbextiyên merivên vî welatî birevim.

Kalemêr got: Mihemed tu bîst û yek salî yî. Ka tê çawa derbasî wan welatan bibî, ku te heya niha ne ew welatan dîtine, ne jî şêniyên wan. Qencî û çêyîyên bavê te nayên jibîrkirin û ez wek hevalekî bavê te ji re dibêjim, ger tu terka welêt bikî, ez ê gelekî li ber xwe bikevim.

Mihemed got: Bona başî û qenciyên te spasdar im. Lê tu tişt nikare min ji qirara rêwîtiya min a dinyayê vegerîne. Mirin ji rezîltiya vî welatî çêtir e. Paşê kalemêr jê pirsî:

-De em bêjin tu çûyî, ka pey re tê çi bikî?

Mihemed niha dikaribû bi serbilindî bêje neheqî ji şivanekî din dîtiye, lê bêdeng ma, xatir ji kalemêr xwest û dest bi amadehiya rêwitiya xwe kir. Kalo dev ji lavayên ji bo sekinandina wî berda û got:

Qenebe van pênc mîhan ji xwe re hilde û bira ev jî heqê şivantiya te bin; waxtê tu vegeriyayî gund, tu dikarî bifroşî, îdara xwe pê bikî, ku heta Xwedê risqekî dide te.

Mihemed got: Na na ez nikarim qebûl bikim, niyeteke min e wisa hebûya, min ê ew tiştên bavê min ji min re hiştibûn, bi xwe re bigirta. Lêbelê bi îsrarên kalemêr, Mihemed mecbûr ma ew pênc mîh qebûl kirin.

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev