TÊDÎ

TÊDÎ

Wergerandin ji erebî: Keko Osman

Rojekê mamosteya pola pêncem li pêş xwendekarên xwe rawestiya û hevokek pêşkêşî wan kir û got:

Ez ji we tevan hez dikim. Lê wê di dilê xwe de yek ji wan xwendekaran cuda dikir û di nav wan de nedihat hejmartin, navê wî Têdî bû, jiber ku kincên wî herdem têr gemar bûn û jêhatbûna wî jî pir kêm bû û rojên xwe di tenatiyê de derbas dikirin .

Ev fermana xanimê girdayî têbîniyên wê yên salê bûn li ser Têdî, jiber ku ew lawik tevlî lîstkên zarokan nedibû, gemarî bû, pêdiviya wî bi şûştinê hebû û di xwe de bû, ta digha asta ku mamosteya wî kêfxweş dibû dema pelka wî ya ezmûnê diket nav destên wê û bi hêrs bi pênûsa sor û xêzek pehn nîşana “X” li pelka wî dida û li jor dinivîsand tu bi bin ketîyî.

Carekê ji caran jê hat xwestin ku li belgeyên salên çûyî yê her xwendekarekî xwe verge, lê dema gihişte belgeya Têdî li tiştekî bihetî ma:

Mamosteyê pola yekem li ser weha nivîsiye:

Têdî zarokekî zîrek û behredar e û karê xwe bi guhdan û bi rêk û pêk dike.

Mamosteyê pola diwem weha nivîsiye:

Têdî şagirtekî merd û bengîn e ji hevalê xwe re, lê qehrok e bi sedema pêketina diya wî bi nexweşiya penceşêrê.

Lê mamosteyê pola siyem nivîsiye:

Mirina diya wî zehmetîk zor bi ser de anî, û pir xwe westand, lê bavê wî ew bê guhdan hişt, û evê bandoreke neyênî ê lê bike ger tu destêwerdan çênebin.

Lê belê mamosteyê pola çarem nivîsiye:

Têdî şagirtekî di xwe de ye û girtî ye û ne dilxwazê xwendinê ye, bê heval e û di polê de dikeve xew de.

Li vir mamostaya wî (Tomson) pirsgirêk naskir û liber xwe ket.

Û li vir kete hevdû de dema xwendekaran diyariyên sersalê jê re anîn û pêçandî bûn di nav zêrikên bedew de ji bilî ya Têdî ku diyariya wî tenê hatibû girêdan û bê zêrik bû jî.

Xanim Tomson bi vekirina diyariya Têdî diêşiya, û xwendekar jî bi tinazî dikeniyan, ew diyariya ku ji gerdenîk gewherî, lê kevin û hin libên wê jî jê ketî bûn û pêre jî şûşekî bêhnê gelek jê kêm bû pêk dihat.

Lê zarok ji nişka ve bê deng man dema mamostayê dilxweşiya xwe diyar kir bi diyariya Têdî û bi spasiyek germ jê re, ew gerdenî kire gerdena xwe û hin ji wê bêhnê jî bi kincên xwe dakir.

Di wê rojê de Têdî berê xwe yekser ji dibistanê neda malê, lê li hêviya pêrgîbûna mamostaya xwe ma û jê re got: Bêhna te îro ji bêhna diya min e.

Hingî mamostayê nikarîbû fêrmiskên xwe veşêre, û pê derxist ku Têdî ew gulava ku anîbû ya diya wî bû ku bi xwe dadikir û niha bêhna wê ji bêhna diya wî ya ji dinyê bar kiriye.

Ji wê rojê pê de guhdanek taybet li Têdî hate kirin û hino hino vegeriya jêhatîbûna xwe ya berê û di dawiya salê de cudabûna wî balkêş bû, lewra mamostayê jî wê rojê belgenameyek ji Têdî wergirtibû û tê de hatibû nivîsar: Ku ew baştirîn mamosta ye ku pêrgî wê hatiye di jiyana xwe de, herweha wê jî lê vegerand: ku ew bû bibû sedem ta ku bû mamostayeke serkevtî.

Piştî çend salan xanim Tomson matmayî ma dema vexwendinek jê re hatibû ji kolîca nojdariyê da amade bibe di derçûna xuleyek nû ji nojdaran, vexwendin di bin navnîşana: Kurê te Têdî de bû.

Lewra xanim Tomson amade bû bi danîna heman gerdeniyê û bi xwedakirina heman bêhnê ji diyariya Têdî…

Gelo hûn dizanin niha Têdî kî ye?

Têdî Stûdard nojdarê herî bi nav û deng e di cîhanê de û xwedanê navenda (Studard) bo çareserkirina nexweşiya penceşêrê ye.

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev