Keç û kurên Kurdên Êzdî dîwarên Şingalê rengûreng dikin

Keç û kurên Kurdên Êzdî dîwarên Şingalê rengûreng dikin

Şingal (Rûdaw) – Li nahiyeya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê 35 keç û kurên Kurdên Êzdî bi awayekî xwebexş dirûşmên DAIŞê bi wêneyên rengûreng vedişêrin û dixwazin bi vî awayî bajarokê xwe bi van wêneyan bixemilînin.

Piştî ku çekdarên DAIŞê ji devera welatiyên Kurdên Êzdî derketin, xelkê wê deverê vegeriyane cih û warê xwe û dîtine ku DAIŞê li ser dîwaran dirûşmên xwe nivîsandine, keç û xortên Kurdên Êzdî jî li ser wan dîwaran dirûşmên DAIŞê jê dibin û li şûna wan wêneyên ciwan neqş dikin.

Welatiyeke xwebexş ji Rûdawê re diyar kir ku li ser gelek dîwaran ala û dirûşmên DAIŞê hebûne û wan xwestiye li şûna ala reş, bi rengên cur bi cur, wêneyên xweşbîniyê bineqişînin.

Koma ku ji 35 kesan pêk tê, her roj du saet danê sibehê û du saet jî danê êvarê dixebitin û ew daxwaz dikin ku aliyên peywendîdar bêhtir alîkariya wan bikin, da ku ew jî karên xwe bidomînin.

records Source:http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/120720188

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev