SERKUNDIRNAME -II-

SERKUNDIRNAME -II-

Xwendevanên delal, em îro perçeyê 2an yê nivîsa nivîskarê malpera me yê nû Raif Yaman çap dikin, ku babeteke nû, babeteke îronî-mesqeretî-qerflêkirinê-pêhenekkirinê ye.

 

Raif Yaman 

Tama nanê bindestî û berdestîyê ji bîra mekin. Nankor mebin. Spasdarên serdest û dagîrkarên warê xwe bin. Rojê pênc caran jê ra duan bikin. Ew nebûna, we’ê çi xwelî li serê xwe bikira! Bibêjin bindestîya hûtê heft serî bextîyarî ye, xweşî ye.

Hêrişî xwe bikin. Hêrişî hêjahîyên xwe yên milî, kulturî û hebûnî bikin. Hêrişî serekê miletê xwe bikin. Hêrişî pêşmergên xwe yên xoybûnxwaz bikin. Hêrişî hemî hawayên ramanên biserêxwebûnê bikin. Hêrişkarên qenc bin. Hêrişî Qesra Qenco bikin. Qenco bikujin. Dest dahînin ser qesrê. Lê reqîyê vebixwin. Bi gotinek din şîrê şêr vebixwin. Şîrê kerê vebixwin.

Hîç tiştek ji we nehê, bi navê biserêxwebûn û xoybûnê bilîzin. Mesela ji biserêxwebûnê ra serxwebûn bibêjin. Ji biserêxwe ra serbixwe bibêjin. Heta ji we bihê serêxwebixwe bibêjin, va çêtir li kesitî û zimanê we dihê. Ji bîr mekin ji mezinê xwe ra jî mîna nuka bibêjin serok. Ji xwe giregirên we her dem piçûktirînên li ber mirêkên dêwan in. Hezar hebên wan bi nînoga serekekî nakin. Gotina serok bê kêmasî lê dihê. Bi nezantîbe jî we navekî hêja li wan kirîye.

Ramana dewleta biserêxwe bihavêjin sergoyên colonialistan. Bibêjin, biserêxwebûn tehl û tirş û tûj e. Ne dihê xwarin, ne dihê vexwarin. Bibêjin, komarên democratic ên li Rojhilata Navîn, Enedol û Qefqasan şekirên Şamê ne. Şam, ne tenê bi şekirê xwe, bi kerê xwe jî bi nav û deng e. Xwe ji tama ên pêşîn û mêjîyê ên dawîn bê par mehêlin.

Heke rojekê colonialistên we ji neçartîyê ji bo demeke nedîyar buhostek axa welêt bispêre we, pêşîyê ala miletê xwe lê qedexe bikin, paçikekê rengînê dimîne ala Etiopiayê bilind bikin. Her roja xwedê bi navê internationalityê ji hêjahiyên miletê xwe ra xeberan bidin. Gotinên tewşo mewşo bibêjin. Mesela bêsînortîyê biparêzin. Bibêjin li cîhanê cara pêşîn me ji bo miletê xwe warekî bê sînor dîyar kirîye. Paşê herin li ser wan sînorên bi gotina we tune ne bi berrikên çekdarên Dêwê Heft Serî can bidin. Li wan deran pêlê maînan bikin. Komela seqetên welatê bêsînor ava bikin.

Li ser rindî û xweşîya bi hezaran salan berê kitêban binivîsin. Ghezelan bixwînin. Çiqas duayên nahên qebûlkirin hebin jê ra amîn bibêjin. Ya jî amen bibêjin. Ji gotinên xweş û kirinên tewş tirşikekê çê bikin û heta hûn pê biteqin bixwin. Bibêjin cara pêşîn me ev tirşik çêkirîye. Tirşika gotinên gotinên xweş û kirinên tewş noşî canî we be.

Bi zimanên êdî gundek jî li warê we jê tênagihê binivîsin. Navê parkek nav bajarê xwe bi heft zimanan binivîsin. Hinek ji we bipirsin, jê ra çîroka pirrzimantîyê bibêjin. Lê bi zimanê xwe nizanibin. Bi zimanên Dêwê Heft Serî pir xweş û nazik bipeyivin. Sosretîyan ji xwe ra bikin principên jîyanê.

Li meetingên xwe yên li welêt û li derveyî welêt rê medinê kes bi ala miletê we bikeve nav refên we. Di newrozan da jî mehêlin welatîyên we bi wê alê beşdarî pîrozbahîyên we bibin. Dema hûn nikanibin tiştekî bikin, pê ra bixeyîdin. Tazîran bidinê. Bira gotinên we mîna pêhnên keran li dilên wan bikevin. Ji bîr mekin, ew dujminên we yên rastîn in. Lê mebuhurin ha! Gunehê xwe pê meynin. Ji xwe razî bin. Ji a xwe damekevin. Heqê serkundirtîya xwe bidin. Bira dunya alem bizanibe hûn kî ne.

Imperialist û sionist ketine nav we. Dixwazin we û dagirkarên we yên delalîyên malê berbidin hev. Dixwazin hûn ji Dêwê Heft Serî ra bibêjin colonialist. Dixwazin bi destê we wî dêwê delalî helak bikin. Dixwazin destên we ji hev bikin. Dixwazin hûn bibin miletekî xwedî dewlet. Heta dixwazin hûn bibin miletekî bi rûmet. Helbet ji bo berjewendîyên xwe van jehr û ziqûman li ser we ferz dikin. Çimkî li Asiayê pêwîstîya wan bi hevalên strategic ên nû heye. Ev ne xwastinek demkî ye. Dibe ku bi hezaran salan hûn êdî nikanibin rûyê berdestî û bindestîyê bibînin. Haya we ji we hebe. Hişyar bibin. Bi dengekî bilind jê ra bibêjin, na!

Imperialist û sionist bi qedera we dilîzin. Qebûl mekin. Bibêjin, em nikanin ji hev bibin. Bibêjin, em û serdestên xwe, wate yarên dayîkên xwe mîna neynûk û goşt in. Şerm mekin, rast bibêjin. Bibêjin, ew goşt in, û em neynûk in. Bibêjin, me bi sedsalan, heta bi hezar salan xwe li hev qelibandîye. Wate me qîz dane hev. Em bûk û zavayên hev in. Heke hinek xêrnexwaz rabibin bibêjin gelek bûk û zavayên we ji miletên din jî hene, hûn çima bi wan ra li eynî dewletê najîn? Bersîvê medinê. Silavê jî medinê. Xwîyaye wan rîya xwe şaş kirine. Haya wan ji felsefa serokê we yê bê ta tune. Dibe ku feqîran nizanibin bi zimanên Dêwê Heft Serî bixwînin. Kesî jê ra ew ramanên ji kitêbên pîroz tercûme jî nekiribe. Bêhna xwe teng mekin. Ma merivên bi zimanên Dêwê Heft Serî nizanibin jî meriv in? Dibe ku kêmaqil bin, ya jî korfam bin. Pê yarîyên xwe bikin. Pê henekên xwe bikin. Pê qerfên xwe bikin.

Rastîyên xwe ji imperialist û sionistan ra eşkera bibêjin. Bira xwezîya xwe daqurtînin. Bira careke din têbigihên ku li derê şaş xistine. Ji hêşîgê biqewitînin. Heqê kesî tune dawîyê li berdestî û bindestîya we bîne. Heqê wan tune we ji vê nameta xwedê bê par bihêlin.

(berdewama vê nivîsê heye) 

Wêne: Xalid Satar

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *