Mihemedê kurd û hin çîrokên din -4

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -4

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Kalê bi lava û îsrarên xwe, wergirtina pênc mîhan ên heqê şivantiyê bi Mihemed da qebûlkirin. Herweha kalemêr, ji bo rêwitiyê, hilanîna zad û erzaq jî bi wî da pejirandin. Bi vî hawî rêwitiyê dest pê kir, piştî rêveçûna rojekê, Mihemed şeva xwe jî li beravekê derbas kir, ku rewşa wî nebaş dixwuya. Roja din jî, bi wan pênc miyên xwe ve, rêwitiya xwe domand û bi wî hawî pênc roj li dû xwe hişt. Lê di nav wan pênc rojan de qelek kêm rê çûbû, wergirtina pez wî poşman kiribû. Li der-dora xwe nihêrî, ku yekî bibîne û wan mîhan bide, ku nedixwest wan li çolê bêxweyî bihêle.

Ew hêj di wan fikr û ramanan de bû, dît wa zilamek bi peyatî bilezûbez dimeşe. Çend denga bangî wî kir, mêrik vegeriya û dît va kurdekî ciwan gazî wî dike. Pey re mêrik di ber xwe de got:

“Wey Xwedê! ev kurd çi bêhiş in. Niha kî dikare van pênc miyan ji destê min xilas ke?”

Herweha ber bi Mihemed ve çû û jê pirsî ka çi dixwaze; Mihemed jî ji wî pirsî ka ji ku tê û bi ku ve diçe. Mêrik bersîv dayê:

“Ew ciyê ez jê têm welatê min e, lê ciyê ku ez ê biçim tu car nabêjim kesî”.

Pey re Mihemed bi navê Xwedê û pêxember lavayî wî kir, da ku bêjê wê bi ku de here. Wî jî got:

“Seva xatirê Xwedê û pêxember ez ê ji te re wî cîhê ku ez diçim, bêjim. De guhê xwe bide min, min duh xewnek dît, ez niha li pey xewna xwe ketime, dixwazim wê bigirim da hêka kesî xwe negihandiyê”.

Wextê Mihemed ev gotinan bihîstin şaş û metel ma, pey re fikirî û got: hebe tunebe ew xewneke xwarin û vexwarinê ye. Bi wî awayî, ji mêrik pirsî:

“Ma tu xewna xwe nafroşî min? Mêrik: helbet, çima nebe, got”.

Erê, bazara wan gelek wextê wan hilneda, çimkî Mihemed dixwest mîhan ji dest xwe derxe û mêrik jî dixwest ji wî bistîne. Herweha Mihemed pênc mîhên xwe girt da mêrik û jê pirsî ka ji bo destxistina xewnê divê çi bike. Zilam got:

“Han ji te re şiv û hevana xwarinê, bikeve vê rêyê û zûzû bimeşe, ber bi êvarê tê xwe bighînî ber deriyê bajarekî, ku xewn li wir hêviya te ye. Te alvêreke baş kir, ez te pîroz dikim. De zû bike, da ku hin kesên din beriya te xwe neghînin xewnê”.

Divê em li vê derê ji we re bêjin, ew rêya ku zilam nîşanî Mihemed kir, ne rêya rast bû. Wî dixwest Mihemed li çolê riya xwe nebîne, winda be, da ku heya vegere ew jî pêz bide pêşiya xwe û here.

Mihemed roja xwe bi rêveçûnê ve qedand. Çaxê roj çû ava, wî jî di bin darekê de cihek dît û şeva xwe li wir derbas kir. Roja din, xwe di nav çoleke mezin de dît, nizanibû ka dê bi kîjan alî ve here. Hemû zadê di hevanê de jî qediya bû, dest bi xwarina rêwek û giya kir û ji bo vexarinê jî ava baranê ya di çavikin zinaran de jê re mabû. Weha, bênavber meşa xwe ya pênc roja domand. Roja şeşa çiyayekî gelekî bilind derket hemberî wî, hilkişya serê çiyê, li hawirdorê mêzand, şehrekî gelek mezin dît ku di navbera şehr û çiyê de gelek mesafe hebû. Bajar di deşteke fireh de hatibû avakirin, ku dorhêla bajêr bi bax, baxçe, çem û darên fêkiyan ve hatibû pêçandin. Herçiqas zeîf, birçî û westiyayî jî bû, ji çiyê daket û xwest ku xwe bighîne bajêr, lê dema xwe gîhandê êvar ketibû erdê.

Mihemed di nav dîwarên zexm û qayîm de bajarokek û di nav bax û baxçên bi çem û kanî de jî, birc û qesrên bi îhtişam dîtin. Dema xwe gihand deriyê bajêr, êdî wext dereng bû û derî jî hatibû girtin. Demsal zivistan bû, çavê xwe li sitargehekê gerand, dorûberê bajêr raçav kir, lê tu kes nedît. Tariya şevê dest pê kiribû, Mihemed ji xwe re got:

“Ez ê derbasî baxçeyekî bibim, şeva xwe li wir derbas kim û dema bû sibe ez ê têkevim bajêr”.

Wilo betilî bû, ku ji zindiyan zêdetir dişibiya miriyan û wê rewşê xewn jî lê dabû jibîrkirin. Bi vî rengî baxçeyekî derîvekirî dît û derbasî hundur bû û li ber darekê rûnişt. Hema bi rûniştina wî ve deng bi ezmana ket, birûskê veda û wek cobara şilî ji asîmana hate xwarê. Ji ber sur û sermaya bêhed û barana wek cew û kaniya, Mihemed mecbûr ma ku ji xwe re koxikekê bibîne. Di baxçe de çev bi koxikekê ket, çû kete hundur, xwe tê de dirêj kir, kulavekî şivana avêt ser xwe û kete xewê.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev