Pirsa we û bersîva me – 91

Pirsa we û bersîva me – 91

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.

Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin. 

 

Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?

 

Bersîv: -Emê îro wek bersîva pirsa we behsa wan bûyeran bikin ku di jîyana doktorê zimanzanîyê û helbestvan Çerkezê Reş û nivîskar û cîgirê berpirsyarê rojnameya Rya teze Qaçaxê Mirad da qewimîne. 

 

 

Çerkezê Reş û helbestên wî

 

Carekê helbestvan Çerkezê Reş nivîseke xwe ji rêdaksîyona rojnameya “Rya teze” ra şandibû, bendî ronahîdîtinê sekinî bû, lê ew ne dihate çapkirinê. Gava helbestvan ji cîgirê rêdaktor pirsî, ku ji bo çi nivîsa wî çap nabe, bersîveke wa sitand:

-Ez ji nivîsa te tiştekî tê nagihîjim!

Çerkezê Reş lê vegerand, gotê:

-Madem, ku tu jê tê nagihîjî, tê wê maneyê, ku nivîsa min baş e û gerekê bê çapkirinê! 

 

Qaçaxê Mirad û cilên kurdî

 

Li mala nivîskaran pirtûka helbestvanekî me enene dikirin û tu kesî nikaribû di helbestên wî da qusûrekê bibîne. Helbestvan Qaçaxê Mirad, ku dixwest bi zanebûnên xwe va ji ronakbîrên mayîn bê cudakirinê, rexneke awa li helbesteke helbestvan kir:

-Heyran, helbestvanekî me di helbesteke xwe da qala jina kurd ya bi cilên sor dike. Wek em zanin, rengê sor rengê ala Sovyetistanê ye. Nabe, ku jina kurd cilên rengê sor li xwe bike û ser wî cilê rengsor rûnê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev