ÛSIVÊ NEVÎYA, Fêrîkê Ûsiv

ÛSIVÊ NEVÎYA, Fêrîkê Ûsiv

Ji weşanxaneya LÎSê berhemên helbestavanê me yê herî binavûdeng

 

Xwendevanên hêja, weşanxaneya LÎSê hemû berhemên helbestvanê meyî binavûdeng çap kirine. Em ji îro da, her carê yek ji wan berheman çap dikin.

 

Şairê gewre Fêrîkê Ûsiv, di Ûsivê Nevîya de bi zimanê xwe ê herikbar, pêşkarwanek, neh karwanên din û paşkarwanek li pê hev şandiye. Ûsivê Nevîya jî destanek e ku şair dixwaze rastîya jîyanê bi wê, bi me bide zanîn û kesên wê bixwînin bibin xwedan tecrube. Gava meriv vê destanê dixwîne, meriv dibîne ku şairekî ne Misilman jî kare çi qasî ji dil û bi zimanekî edebî behsa serpêhatîyeke Misilmanan bike. Fêrîkê Ûsiv di vê destanê de me dibe welatê Ken’anê û ji serî de kêlî bi kêlî serpêhatîya Ûsiv û Zuleyxayê tîne ber çavê me.

 

 

Navê Berhemê Ûsivê Nevîya
Navê Nivîskêr Fêrîkê Ûsiv
Rêz-Cûre Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî -21
Amadekar Zera Fêrîk
Redaksîyon Şivanê Dêrikî
Zimanê Berhemê Kurdî
Sêwirîna Bergê Şener Ozmen
Zanyarîyên Çapê 12.5 x 20.5 cm, Çapa Yekemîn 2018, Bizim Büro Matbaacılık, Enqere
Hejmara Rûpelan 102
ISBN 978-605-81521-6-8

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev