
Bûyereke dîrokî li paytextê Rûsîya Federal
Xwendevanên hêja!
Federasyona Navnetewî ya diyasporayên kurdan (FNDK) wê di destpêka meha tebaxê li Moskvayê konferansekê bide derbazkirin bi sernavê: ”Pirsdanînên civakî-sîyasî yên diyasporayên kurdan di cihana îroyîn da: nûdem û paşeroj”.
Nûnerên diyasporayên kurdan yên welatên Yekîtîya Sovyeta berê û Ewrupayê, mêvanên ji Kurdistana Başûr, Tirkîyê û Kurdistana Bakur, Sûrîyê û Kurdistana Rojava, herwiha dostên gelê kurd yên Rûsîyayê wê tevî xebata konferansê bibin.
Ji ber ku ew bûyera dîrokî wê bala gelek kesan bikişîne, malpera Riataza ber xwendevanên xwe pêşnîyar dike bîr û bawerîyên xwe, pêşnîyarên xwe derheqa derbazkirina wê konferansê da bişînine ser navnîşana redaksyonê: info@riataza.com
Redaksyona me wê hemû pêşnîyarên we ji organîzatorên Konferansê ra bişîne û em bawer in, ku ewê di karê amadekirina bername û planên FNDK da kardar û kêrhatî bin.
Riataza