Du berhemên nivîskarê kurdî navdar Ezîzê Gerdenzerî

Du berhemên nivîskarê kurdî navdar Ezîzê Gerdenzerî

Çîyayê Şengalê”

Beriya çend rojan, li Ermenistanê, Yêrêvanê de, ji aliyê Weşanxana Spica, du pirtûkên Ezîzê Gerdenzerî hatin weşandin. Yek ji wan pirtûkan romana dîrokî “Çiyayê Şengalê” ye. Roman 460 rûpêl e. Rêdaktorê romanê dîroknas û nivîskar Yilmaz Yildiz e.
Roman pêşkêşî bîranîna wan cangoriyan hatiye kirin, yên dema Fermana Komkujiya Êzîdiyan ya 74an li Çiyayê Şengalê (03.08.2014-2017) û dema Gelkujîya Ermeniyan li Împeratoriya Osmaniyan (24.04.1915-1923) bi hovane hatin kuştin.
Nivîskar her komkujî, ew dijî kîjan ol û netewê jî hebe, şermezar dike.
Romana Çiyayê Şengalê, salên 2001 – 2002an û li ser bingeha lêkolînên dîrokî hatiye nivîsar. Nameyên mezinên êzîdiyan û yên ermeniyan yên olî (salên 1908-1923an), berhemên dîroknasên navdar bûne bingeh û esasê nivîsara vê romanê.
Şexsiyetên sereke yên romanê, xêncî keç û lawên êzîdiyan, wisa jî egîtên ermeniyan û aşûriyan, qehremanên kurdên misilman, gênêral û serbazên înglîz, serheng û zabitên alman yên topavêj in.
Çend beşên vê romanê hatine çap kirin: Riya Teze (rojname), 04.01.2002. Avangard (rojname), 03.10.2001. Êzdîxane (rojname), hejmar 4, 2002. www.ezidi.dk, www.yeziden-colloquium.de, www.malaezidiyan-berlin.net. www.ezidi.dk, http://www.bahzani.net/show.php?aid=2102(shere%20dicle).
Romana Çiyayê Şengalê derbarê altrûistiya êzîdiyan de ye, derbarê mêrxasiya êzîdiyan de ye, derbarê dilsoziya êzîdiyan de ye.
1. Di romanê de tê qisekirin, ku bi çi awayî êzîdiyên Çiyayê Şengalê û Çiyayê Meqlûbî Şêxan, dema komkujiya xrîstiyanan, xasma ya ermeniyan (24.04.1915-1919) li Împeratoriya Osmaniyan jîyana bi hezaran însanên xaçparêz rizgar kirine.
2. Di romanê de tê gotin, ku bi çi awayî êzîdiyên Qeza Şengalê û Qeza Şêxan, bi serokatiya Îsmaîl Begê, Meyan Xatŭnê û Hamoyê Şero artêşa xwe çêdikin. Îsmaîl Begê, Meyan Xatŭnê xwendin û nivîsar ji bo êzîdiyan helal kirin (lê tenê xwandina li mektebên xaçparêzan de). Bi emek û keda Îsmaîl Begê û Meyan Xatŭnê, Mîrgeha Êzîdiyan ya li Mesopotamiya Jorin (Îraqa Fêdêral, Herêma Kurdistanê) de, heta roja îroyîn jî li ser darê piyan maye.
3. Di romanê de tê gotin, ku beriya 100 salan, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, peywendiyên di navbera kurdên êzdî û kurdên misilman de berbi xêrê ve diçûn. Şêr û egîtên êzîdiyan, êdî 100 sal e, ku bi serokatiya Mala Mîrên Êzdîxanê, li nav Tevgera Azadaxwaziya Kurd û Kurdistanê de ciyê xwe digirin.
4. Di vê romanê de bersiva pir pirsan hûnê bibînin. Li vir derbarê irf û adetên êzîdiyan, dîroka êzîdiyan, dîaneta êzîdiyan de tê qise kirin.
5. Beriya 100 salan, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, pirsa devereke aram, pirsa avakirina otonomiyê jibo êzîdîyan, derdikeve holê. Înglîs jî, fransiz jî dixwest, ku devereke aram jibo êzîdiyan bê avakirin. Lê gelo çima pirsgirêka êzîdiyan wê demê nehat çareserkirin, hûn ê vê romanê bixwînin û bizanibin…
Perçebûna xaka êzîdîyan, derodero bûna xelkên êzîdî û berxwedana êzdîxanê, hetanî roja îroyin jî berdewam e.
Ola êzîdiyan ya kevnar, civaka êzîdî ya qedîm, niha li ber dergê hebûn û tunebûnê sekinî ye. Ola êzîdiyan, civaka êzîdî hewcê parastinê ye.

“Sûrên û Bîco”

Pirtûka dudan “Sûrên û Bîco” (novêl û serpêhatî), dîsa li Ermenistanê, li Yêrêvanê, ji aliyê Weşanxana Spica hatiye çap kirin. Pirtûk 71 rûpêl e. Di vê kitêbê de novêlek û 9 serpêhatî hatine weşandin. Novêl derbarê azadîxwazekî ermenî Sûrên û seyê wî Bîco de ye. Dema hilweşîn û kavilbûna Yekîtiya Sovyêtê û destpêka tevgera azadîxwaziyê li Ermenistanê, Sûrên seyê xwe Bîca jî li tev xwe dibe li nav tevgerê. Bîco ji dola seyê bêhnê yê sînorparast, Ovçarka Almanî bû. Bîco pir caran jîyana xwediyê xwe, wisa jî herdu hevalên wî yên êzîdî, Eylaz û Şalîko, rizgar dike… Piraniya serpêhatiyên din jî derbarê sa û însanan de ye. Lê serhatiya dewar û hestî derbarê hezkirina cisnê xwe, hizkirina hevalê xwe, tehmûlkirina însanên din de ye (Dewar û hestî). Bihar bû. Berf ji zû va, ma tê bîriya kê, di bestê da helîya bû. Belekî ketibû berrojê çiyê. Ava belekiya xulexul bû, sîngê çîyê va berjêr dibû, gul û gîhayên newal û deştê hişyar dikir. Di bestê da gîha êdî çend tiliya li ser axê ketibû. Dem, dema garana gund berî çêrê dayînê bû.
Berbanga sibê da, meydana li nav gund da, gavan, dar di dêst da, çavnihêriya dewarên gundiyan yên gir bû. Gundiyên xewixî, herek şivek di destê wan da, ço, ço… ya wan bû, ga û çêlekên xwe dabûn pêşiya xwe, tanîn û dikirin li nav garana gund. Gundî silav didan hevdu, silav ji hevdu vedigerandin, kêf û halê hevdu pirsiyar dikirin û temî didane gavanê ciwan.
Gavanê genc qantira xwe siwar bû, tûyî kefa destê xwe kir, dar girte destê xwe, dewar da pêşiya xwe, bû ho, ho… ya wî, berê garanê da newala, di navbera herdu geliyên serfêza gund da.
Gîha, di newalê da, behr bû, bêhna cinetê diket pozê gavan û heywên. Heywên pozê xwe kutabûn axê, diçêrîyan û ji hevdu dûr diketin.
Nişkêva gavan dît, ku agir liber çêlekekê dipeke; ew naçêre, serê xwe kiriye li nav gîhê, axê bêhn dike û erdê pêkol dike. Çêlekên din jî dor wê civîyan, ax pêkol kirin û barrîniya wan bû.
Gavan tirsiya, pişt zinar da xwe kire girê. Hezar fikir û hizrên qenc û xerab di serê gavanê genc ra derbaz bûn. Paşê, dema ku çêlek ji hevdu dûr ketin, gavan çû li ciyê bûyerê. Wî li wir hestîkî mezin dît. Ew matmayî hestî nihêrî; fikir û fikarên xwe da liber hevdu, lê tu serederî ji mesela hestî û çêlekan dernexist.
Berêvarê, çaxê ew vegeriya mal, bavê wî jê pirsî:
– Lawo, gîha pir bû, dewar rind çêrîya?
– Belê! Lê ez pir tirsiyam, – wî ji bavê xwe ra qise kir, derheqa hestî û heywan da.
– De em herin û bala xwe bidinê ew çi hestî ye.
Ewan diçin newalê, hestî dibînin û bav dibêje:
– Di vê newalê da, beriya çendik û çend salan, guran êrîş biribûn li ser garana gund û çêlekek xwaribûn. Gelek sal hatine û çûne, pir ba û baran, berf û bager li ser vê newalê û vî hestî ra derbaz bûne, lê yek e dewêr hestîyê hevalê xwe nas kirine û bi teherê xwe şîna xwe kirine.
– Wisane şeref û namûs li ba heywan jî heye?
– Erê, lawê min. Merivê cisnê xwe hez nekir, evd û însanên din tehmûl nekir, lêpirsiyar nînbû, dewarek ji wî bendeyî çêtir e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev