Mihemedê kurd û hin çîrokên din -5

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -5

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Em ê niha ji xwendevanan re behsa dîrok û bûyerên ecêb ên wî bajarê qehremanê me tê de ye, bikin. Bajar bi navê “Bajarê çar birca” hatibû binavkirin, ku di eslê xwe de jî, li her goşekê bajêr de bircek hebû.

Bircên bajêr di zemanekî berê de, ji aliyê aqilmendekî ve, bi kerpîçan hatibû lêkirin, ku ew kerpîç jî ji sifir, cam û heft materyalên cuda hatibûn çêkirin. Wî aqilmendî baloneke ji zêrê sor îcad kiribû, ku li ser balonê ji kevirên bihagiran hemû nivişt û tilsim hatibûn nivîsandin. Kîngê bixwesta li balona xwe siyar dibû û wek deryavanekî di keştiyeke li ser behrê de, geşt û sefer dikir. Bi wî awayî, bê talûkê, di demeke kurt de gelek mesafe diçû. Çar lawên wî hişmendî hebûn û wî sihêr, felsefe û hemû zanîstên din fêrê wan kiribû, ku kurên wî bibûn zanyarên bijarte. Jixwe ji keşfa wî ya balonê vir ve, ji xeynî geşt û sefera dinyayê tiştekî din nekiribû. Dema bixweste vegere welêt, berê balonê ber bi Yewnenîstanê dikir, ku kêlîkek şûnda xwe digîhand mala xwe.

Rojekê zarên wî gotinê: Bavê me yê qedirgiran, em lava dikin ku tu destûrê bidî û her yek ji me ji xwe re şarekî ava bike, da ku em bi neslên xwe ve, jiyana xwe tê de bidomînin. Bavê wan got: Kurên min ên delal, ez ji cihêbûna we ne razî me, lewra ez ê li balona xwe ya zêrîn siwar bim herim cihekî baş bibînim, ji we re bajarekî bi çar qube çêkim, ku hûn û nifşên we tevayî tê de bijîn. Zarên wî malavayiya bavên xwe kirin, aqilmend tavilê li balona zêrîn siyar bû, ta dîtina wî bajarê bi ava xwe ve bi bereket, bi hewa xwe ve nuwaze, rûyê dinê serobinî kir.

Dû re kalê aqilmend vegeriya mala xwe, malbata xwe li balonê siwar kir û berê xwe da cihê bajêr û gote wan ku ji bona avakirina bajarekî ji vê erdê baştir cîhek tuneye. Xulase, bi dîtina wî cihê nû ve gelekî kêfxweş bûn û bi paçkirina destê bavê xwe ve spasdariya xwe pêşkeşî wî kirin. Aqilmend ji balona xwe peya bû, çar fersenk dirêjayî, çar fersenk jî berayî, şanzde fersenkkare îşaret kir (fersenkek şeş kîlometir e). Û ji kurê xwe ê mezin, Ptolemy, xwest ku birceke ji heft metalî ava bike û di valahiya wê de jî ji xelkê xwe re xanûmana çêke; û herweha ji zarên xwe ên din jî heman tişt xwest û ew temî kirin ku herkes di erda xwe de bijî û kes destdirêjiya para kesî neke.

Bi wî awayî, di heman rojê de, dest bi avakirina bircên xwe kirin û di heman rojê de jî xilas kirin û bona zû xilaskirinê jî alîkarî ji cinan xwestibûn. Dema bajêr hate qedandin, wan bi dîwar û qubeyên mermerî dor li erda xwe girtin û pey re bi malbatên xwe ve bûn niştecîhên bajêr.

Dest bi çandiniyê kirin û bi lûleyan av kişandin hundirê şehrê xwe. Di her bircê de hewz, kanî û hemam çêkirin. Bav jî di goveka bajêr de qesreke mezin a bi qubeyên ji polaya rewneqdar ve pêçandî ava kir, ku li ser meselên girîng kurên wî şêwirmendiya wî dikirin. Heya dawiya jiyana wan, wê rewşê weha dewam kir. Gelek gelek sal pey re neslê wan ji holê rabû, dawiya wan hat, ew herçar birc di bin padişakî bi navê Hesen de bûne yek.

Qîzeke Padişah Hesen hebû, ewqas bedew bû, ku hîv li ber wê çilmisî dima. Bavê wê, ku bi dilovanî ji keça xwe hez dikir, bona kuran, felsefe, stêrnasî û sêrê seyda jê re girtin. Keçikê re gotin ku li Çîna Jorîn alimekî gelekî navdar heye, wê jî lavayê bavê xwe kir, da ku bona qedandina perwerdehiyê ew alim were teglîfkirin. Padişa jî ji alim re nameyek dinivîse û wî vedixwîne bajarê xwe. Ew alimê ku dixwestin were Ziraccanê, pisporê hemû zanistan bû, xulasa di dinyayê de kesê herî serkeftî bû. Padişe Hesen got:

“Ez te divexwînim vira ku stêrnasiyê fêrî keça min bikî û herweha di ulûmên din de jî wê bikî keseke kamil”. “Bi serfiraziyeke mezin”, alim got. “Lê mixabin ez nikarim werim bal we, lewra du xwendekarên min, keçên qiral, hene ku ez telîmê didim wan. Herweha, ger tu qîza xwe emanetî min bikî, ez ê gelekî baş miqatê wê bim”. Dû re, padişa keça xwe teslîmî seyda kir û sozê pêşkeşkirina mal û milk dayê. Alim got:

“Ezbenî ez tiştekî ji te naxwazim, jixwe wek aqilmendê dewra xwe, ez çiçax mal û milk bixwazim bi dest dixim”. Bi wî awayî padişa hemû lazimiyên keça xwe peyda kir û ew şande mala seyda.

Me ji we re got, fîlozof perwerdehî dida du pirensesên ciwan; ku yek ji wan Badr el Maha (hîva bedewiyê), ya din jî Nûzhat ez Zeman (Şadiya Zeman) bû. Navê qîza Hesen padişa jî Dûrat el Mûlûk (Dûûra dewletan) bû. Ew herdu prensesên pêşiyê keçên qiralê Çînê bûn, ku bavê wan ji bo îlma stêrnasî û sihrê ew şandibûn nik aqilmendê zeman. Aqilmend Nûzhet ez Zeman ji herduyên din zêdetir hez dikir, ew zêdetir perwerde dikir; lê hersê prensesa bi hezkirineke mezin ji hev hez dikirin, bi hevkarî û tifaqeke mezin bi hev re dijiyan.

Piştî sê salan, Padişa Hesen şande pey keça xwe, bîne welêt ku keça wî di stêrnasî û sihrê de gelekî xwe pêş xistibû. Ger em werin Badr el Maha, wê jî xwe di zanîstên keşfa gencîneyan de gelekî pêş xistibû; û dîsa Nûzhat ez Zaman jî di hemû zanîstan de ji yên din serkeftîtir bû, ku wek me got favorîya alim Nûzhat bû.

Dûrat el Mûlûk a qîza Padişah Hesen neçarî ji herdu hevalên xwe ên gelekî hezkirî qetiya. Di xatirxwestina wê de hêsir ji çavên hersêyan dihatin xwarê û Dûrat el Mûlûkê gotibû wan: Hîs û baweriyeke wisa bi min re heye, ku ez dibêjim em ê rojekê dîsa werin ba hev û di heman avahiyekî de bi hev re bijîn.

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev