Nameyên evînî -38

Nameyên evînî -38

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûduduyan ye..

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Ev name evîndarê Nurayê ji Nurayê ra şandine. Lema qîmetê wan nameyan bilind e.

 

***

Bi hezaran cûrên evînê hene, ji her kesî ra evînek dikeve, a me hezar cûre jî hene.

 

***

Qurbana te bim, her ro, herdem û heta hetayê. Him jî bi kêfxweşî.

 

***

Carina di hundurê min da bûyerên wisa diqewimin, weke ku dibêjin: -Her saniye bi bîranînên Nura xwe ra bijî, tu çi bi karên vala va mijûl î, wek îş, analîtîk, werger, gotar???

 

***

Weke ku min planek çê kirîye te bi her awahî bextewar bikim, çavê te di tu tiştî da nehêlim.

Dû ra ji xwe ra dibêjim: -Ka te çi plan kirîye? Û dibêjim, ez biryaran û sozan nadim, ez dikim, ji ber ku dixwezim bikim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev