Mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de

Mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 42

 

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 42an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.



Guhdarên hêja, mijara bernameya me ya îro ye derbarê rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ya niha de, biryarên navdewletî, opozîsyonê û rejîma Sûriyê li ser mijarên çarenûsa wî welatî, amadehiyên Destûra Nû ya Sûriyê u mafên Kurdan ên di destûra nû ya Sûriyê de, astengiyên li pêş doza Kurdên Rojavayê Kurdistanê ser asta navdewletî û naxweyî de û beşdarbûna Kurdan di civîn û danûstandinên navdewletî ji bo çareseriya krîza Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî. Herwiha kar û pilanên partiyên Kurdî û bi taybetî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û hwd.

Bernameya Civak û Sîyaset van pirsan û hin pirsên din ên girêdayî vê mijarê ve, ligel mêvanê bernameyê Serokê berê yê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro zelal dike.

Birêz Îbrahîm Biro re ji stûdyoya radyoya Ria taza bajarê Hewlerê ya Herema Kurdistanê re, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev