Serxweşîya malpera Riataza bo malbeta Şivan Perwer!

Serxweşîya malpera Riataza bo malbeta Şivan Perwer!

Bi bihîstina kirasguhastina bavê dengbêjê me yê binavûdeng tevaya kurdên Sovyeta berê jî dilxemgîn bûn.

Dema cara pêşin dengê Şivan Perwerê Mezin bi radyoya Rewanê li cihanê hate belavkirin, me hê wî çaxî ji kubra stiranên wî, ji êşa dilê wî, ji hîsên wî yên welatparêzîyê zanibû, ku ev ejdehayê sazbendîya me gerekê kurê camêrekî maqûl û zane, herwiha kurê dayîkeke dilovan û xemxur be.

Rehma Xwedayê mezin li bavê hunermendê me yê hezkirî be, wek kurdên Sovyet dibêjin:

-Xwedê cîyê xeman tije bike, li vê dinê bûye, bira li wê dinê nebe.

Bira ew bi dilekî rehet here wê dinyayê, ji ber ku xwîna wî, camêrîya wî, welatparêzîya wî di xwîna kurê wî da berdewam dikele û bi wê yekê va Şivan Perwer bavê xwe herdem zindî dibîne…

 

Desteya Rêvebir ya malpera Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev