“Xwezî me jî bi qasî qereçiyan ji kurdî hez bikira”

“Xwezî me jî bi qasî qereçiyan ji kurdî hez bikira”

 

-PARADOKS- 

Devliken Kelogirî

Qereçiyên nav me pir resen-hur in. Kurmanciya wan zêde nelewitiye; heta ez karim bibêjim hîç nelewitiye. Xwebixwe ne û zêde kar û barên fermî nakin, loma her bi kurmancî dijîn.

Li çiya û zozan û beriyên Kurdistanê bi rengê axê, bi zimanê axê dijîn. Pîne li zimanê wan neketiye.

Cemîlê aşiq-qereçî, yek ji aşiqên Mêrdînê yê herî berbiçav-popîler e.

Şahê defê ye.

Di dawetên herî navdar û rewşên herî awarte de her ew li pêşiyê ye û defa wî di stuyê wî de, her dike gurmînî…

Wê rojê ew û birayê min li deverekê li hev rast tên û dipeyivin.

Birayê min wek her xortî telefona wî di dest de di feysbûkê de ye.

Cemîlê me li kêleka wî rûdine. Û lêgerîna birayê min a li ser feysbûkê bala wî dikişîne, difitile, li ser stuyê xwe re lê dinere.

Birayê min di rûpela min de ye, nivîsên min dixwîne.

Cemîlo çav li wêneyê min dikeve. Çav di serî de dibin tas.

Bi haweyekî ecêbmayî dibêje,

“Ahoohoo! Ev kî ye law? Çi simbêlê wî heye. Viya kare bi simbêlê xwe zilaman daliqîne.”

Birayê min dikene, dibêje, “Birayê min e.”

Piçekî din xwe li ber xweş dike, dibêje, “Ez viya nas dikim, kuro. Ev ne hunermend e?”

Birayê min dibêje, “Nivîskar e.”

Piqînî bi Cemîlo dikeve, dikene, dibêje, “Kuro, ma navê wî çi xweş e; him Devliken, him Kelogirî…” û dîsa dibe hakehaka wî.

Piştî kêliyekê zingînî bi telefona wî dikeve. Tu nabê hinan mitorsiklêtê wî dizî ye û yê lê digere diz kifş kiriye.

Ji nişka ve dengê wî bilind dibe û hêrs û aciziya wî li wê derê olan dide.

Peyva xwe xelas dike nake difitile ser lawê xwe, dibêje, “De heydê bilezîne em herin. Maşalê jina wî ciwan be. Em ê îro li kêfê xin…” û lê dixin diherin…

 

-ARAF-

 

Em qerf û henekên xwe bi qereçiyan dikin, lê qereçî ji me duristir û dilsoztir in.

Qet nebe vediguherin çi, heqê wî tiştî didin. Me ew di nav xwe de asîmle kirin, lê îro ew ji me bêtir li ruhê kurdî xwedî derdikevin.

Tirkan hatin em dagir kirin, em veguherîn xwe-em kirin tirk, lê îro ne em wek xwe kurd man, ne jî em bûn tirk…

 

-TRAJEDÎ-

 

Hoo kurdino!

Bes xwe biêşînin, bes xwe aciz bikin. Û bes serê xwe bi kurd û tirkan re biêşînin; jixwe piştî demeke ne kin û ne dirêj, em ê hemû vî kirasê tirkî li xwe kin û ev mesele yê jî ji kokê de hal bibe.

Jiyan bi tercîhan dimeşe.

Û tercîha kurdan entegrebûn e.

Entegrebûn jî mertal e ji bo tirkîzmê.

 

-PERDEYA DAWÎ- 

Piştî mirina kurdan û mirina xwedayê berê û nuha, kurdî yê li ser xweliya bêxîretiya wan, ji nû ve ji alî xwedayekî nuh şên bibe.

 

-GAZÎ Û HEWAR-

Kurdînino!

Zimanê xwe ji jahra van zimanfiroşan veşêrin.

Hûn zimanê xwe biparêzin, da ku ew ziman roj were,  ji qirbûna we re bibe mertal.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev