„A.A. Stolîpîn bi daqima kurdî“

„A.A. Stolîpîn bi daqima kurdî“

Helbestvanê binavûdeng M.Lêrmontov portreyeke bi çekên kurdî kişandîye

 

 

Doktor û helbestvanê navdar Husên Hebeş 3 salan bi dû vî wêneyî, vê portreyê ketîye, geryaye, pirsîye ku helbestvanê rûsan yê gelekî mezin Mîxayîl Lêrmontov sala 1841ê bi sernavê ”A.A.Stolîpîn bi girêdana kurdî (ango, bi çekên kurdî)” kişandîye. Û dawî serpêhatîya wê peyda kirîye, kirîye nivîs û ji malpera me ra şandîye.

Fermo, xwendevanên delal, hûn jî wê lezetê bibînin, ku xebatkarên malperê dîtin.

Dr. Husên Hebeş

Helbestvanê Rûsyayî navdar Mîxayîl Yûryêvîç Lêrmontov (1814 – 1841) tabloportrêyek bi sernivîsa li jor hatî dikêşe. Ew portrêya li gel birek ji helbesteke dirêj (poêm-destan) û kurteravayekê li ser kaxeteke „dîna“ 4 di roja 29 îlona 2015 de birêvabira mûzexaneya Lêrmontov li Mosko bano Kirîstîna Serîçêva pêşkeşî min kir, dema min seredana wê dezgehê kir, ku wergera xwe ji helbestine Lêrmontov dîyarî bikim.

Va ye hema sê sal in ew belgeha li ba min e, niha jî hinekê derfet peydabû, ku lê vegerim û min xwast bizanim, çima M. Lêrmontov pismanê apê û dostê nêzîk yê Alêksander Arkadyêvîç Stolîpîn bi daqima kurdekî kêşaye. Di „Çar Cildên Tevahîya Berhemvanîya“ M. Lêrmontov de min bersiv nedît, lema jî min du „mail“ ji K. Serêçêvayê re şandin û ev du pirsina jê kirin:

  1. Hûn kanin arîkar bin, ku zanibim, çima M. Lêrmontov ev sernivîsa vebrajtîye? (31.5.2018) Di dema pirskirinê de ew ne li Mosko bû, lê soz da min, dema vegere, wê bersiva min bide. Pirsa dudyê jê ev bû:
  2. Çima M. Lêrmontov portrêya A. A. Stolîpîn bi daqima kurdekî kêşaye, ma tu belgeh hene, ku pêwedîyên Lêrmontov bi kurdan re hebûn?
  3. Serîçêvayê bi dilsozî bersivên min dan di 01.06. û 11.06.2018 de, piştî bi karekî dijwar rabû; li pir jêderan vegerî û bi kurtî naveroka mailên wê weha bûn: Portrêya A. A. Stolîpîn (1816 – 1858) di hizêran û tîrmeha 1841 de Lêrmontov kêşa, di çûyîna xwe ya dawî de bo Qefqazê, li wir, li bajarê Pîyatîgorskê bi hev re di leşkerîyê de bûn.

Li ser pêwendîyên M. Lêrmontov bi kurdan re tu belgeh tune ne. Kurd wê demê li Corcîya (Gurcistan) dijîyan. Ez bawer dikim, ku portrêyeke weha, borcdarîyeke taybet e ji moda cilên nîvê yekê ji sedsala 19 re, di serdema ku bûneyên sîyasî û cenganî li Qefqazê li împêrîyên osmanî, farsî û li Ewropayê balkêşîyeke mezin di edebîyat û wênekêşîyê de, di mijara Rojhilatê de hebû.

Portrêya Stolîpîn – Kurd mîna portrêyên Lêrmontov ên ji zû de, di destpêka salên 30 de kêşabûn tîne bîra mera. Lê çawa dixuye tu pêwendîyên Lêrmontov ên kesayetî (şexsî) bi tu kesî kurd re ne aşkere ne, lê wî li ser kurdan xwandîye, jiberku di kêşana portrêyên din de jî weha kirîye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev