
Mehmed Salih Bedirxan
Li Rojhilatê Kurdistanê rêxistina “Sewzibîranî Mehabadê” bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku wan helmeteke bexşîna kitêban daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 19 Tîrmeha 2018an bi dirûşmayên “min xwendiye, tu jî bixwîne” wan dest bi vê helmetê kiriye û armanca helmeta xwendinê jî pêşketin û belavbûna xwendinê ye.
Herwiha rêxistina Sewzibîranî Mehabadê bang li xelkê Mehabadê jî kiriye ku kitêbên berê xwendine bo xelkê bibexşînîn û kitêbên ku nexwendibin jî dikarin bi emanet ji navenda rêxistinê bistînin û bixwînin.
Rêxistina “Sewzibîranî Mehabadê” heta niha gelek caran çalakî û helmetên çand û hunerî li bajarê Mehabadê pêk anîne.
Riataza