SERKUNDIRNAME -III-

SERKUNDIRNAME -III-

Xwendevanên delal, em îro perçeyê 3an yê nivîsa nivîskarê malpera me yê nû Raif Yaman çap dikin, ku babeteke nû, babeteke îronî-mesqeretî-qerflêkirinê-pêhenekkirinê ye.

 

Raif Yaman

 

Hûn sêwîyên ometê ne. Mafê kesî tune sêwîtîya we bi dawî bîne. We ji vê nametê bê par bihêle. Sêwî sêwî gotîye. Ma tiştekî wer dibe? Ev xwe çi dihesibînin? Yaxme ye? Dixwazin we jî mîna xwe bê xwedî bihêlin. Gefan lê bixwin. Pêwîst be, bi colonialistên xwe ra bibin yek. Hêrîşî ser xoybûnxwaz û berxwedarên xwe bikin. Hêrişî hevalên wan bikin. Bira alem bizanibe hûn çiqas destirmayên hêja û mukurvala ne. Bira bizanibin, hûn çiqas berdestên yarên dayîkên xwe û dostikên bavên xwe ne. Bira bizanibin hûn çiqas dujminên dayîk û bavên xwe ne. Bira bizanibin hûn çiqas teres û bêrûmetên nav malê ne. Bapîr û dapîrên we yên berxwedar û xoybûnxwaz merivên mîna we bi navê kurmên darê bi nav kirine. Bi rastî jî ev gotin pirr xweş rastîya we tîne zimên.

Serdestên we bi we çi dikin, bira bikin; çi tînin serê we bira bînin. Bêhna xwe teng mekin. Bi zik xwe ra megirin. Jê dilgran mebin. Nîgeran mebin. Xwe eciz mekin. Dilên xwe meşkînin. Bi dilekî xweş bibêjin, her tiştê bindest milkê serdest e. Şerîeta we wusan dibêje. Kitêba we ya pîroz wusan dibêje. Peyxamberê we wusan dibêje. Serokê we wusan dibêje. Bê guman rast dibêjin. Mezinên we tewş negotine, tilîya şerîet jêbike xwîn nabe. Di serkundirtîyê da kes bi ser we ra tune. Bi van gotinên tewş xwe bixapînin.

Bibêjin, li jor xwedê, li jêr dewlet heye. Hema mesela dewletê zelal bikin; bibêjin, dema em dibêjin dewlet em qala dewleta Hûtê Heft Serî dikin. Çi dibe çi nabe? Xwedê we jê biparêze, dibe ku hinek rabibin ji vê gotina we şaş têbigihên. Bibêjin, ên dewleta Hûtê Heft Serî nas nekin, xwedê xwe jî nasnakin. Ji bîr mekin, hûn berdest, ew serdest in. Hûn, merivên bin wan in, ew merivên ser we ne. Xwedê hûn ji bo destirmatîyê wan hanîne dunê, ne ji bo desthilatîyê. Bin bin gotîye, ser ser gotîye. Lazim e her kes cihê xwe rind bizanibe, ne?

Gilî û gazindan ji xwedîyên xwe yên colonialist mekin. Di şîn û şîvanên wan da jî mehêlin ew bigrîn. Di şûna wan da hûn li xwe bixin. Hûn porê xwe birûçikînin. Hûn bikin qîrîn û hewar. Hûn hêsran bibarînin. Xwe perr û perîşan bikin. Mehêlin bira hêsir ji çavên wan ên delal nehên xwarê. Li cihê ku bindest hebe grîyê serdest guneh e. Heram e.

Gran mebin. Grantî bi we nakeve. Xwe nêzîk jî mekinê. Heta ji we dihê sivik bin. Qeşmerên qeşmeran bin. Qeşmertî pir li we dihê. Mîna koçekan li dora xwedîyên xwe yên doxînsist herin û werin. Berbidin ser xwe. Dilên wan xweş bikin. Jê ra meymûntîyan bikin. Qeşmertîyan bikin. Wan bikenînin. A ku li we dihê ev e. Bihêlin bira xwezanên we têra xwe gran bibin. Bira bi qasî zinarên Çîyayê Begestûn gran bibin, û ji cihên xwe neleqin. Ji xwe ji wan ji we ra xêrek nahê. Xweşî û rindî nahê. Tenê serê we dixin belan. Doza xoybûn û biserêxwebûn û nizanim êdî çi quzilqurtî dikin. Hela lê binihêrin. Jê ra bibêjin, xoybûn û biserêxwebûn qenc bûna, ewê bapîr û dapîrên me em jê bê par nehiştana. Eynî wer bibêjin. Feqîran bi xoybûn û biserxwebûna li bin ala rengîn serê xwe xwarine. Jê ra bibêjin ma meriv bi tiştên wusan nedîyar serê xwe dixwe, meriv bi nan û penîr û pîvazên hêşîn û kundirên çêrmûgê serê xwe dixwe. Kundirên spî jî dibin. Bibêjin bira nav kundir be, çi dibe bira bibe…

Ji mafî biryarî çarenûsî gelan (self-determination) ra bi hurmet bin. Ji hemî miletên dunyayê ra vî mafî bixwazin. Hûn partysanên socialisma gerdûnî ne. Nebe nebe hûn ji bo miletê xwe tiştekî wulo bixwazin. Tiştên wusan çirto virto li xwe dameynin. Biserêxwebûna kurdan çî ye îcar? Ev karên kevneperestan in. Hûn internationalist, marxist, leninist, stalinist, maoist, kemalist û nizanim êdî çi quzilqurtist in.

Hûn parêzkar, mêrxas, cengawer û mucahîdên ometa Muhemed in. Heke ji we nebûya nuka dînê îslamê di çi rewşê da bû, xwedê dizane. Merivên bêyî ku berjewendîyên qewmê xwe biramin, berdestîya vî dînî kirine, ew li çar alîyên cîhanê bi can û xwîna xwe dane qebûlkirin bê guman hûn in. Xelk û alem bi vî dînî bûn xwedî dewlet, bûn xwedî al, li gelek warên cîhanê serdestî kirin, hîna jî dikin. Tenê hûn bi vî dînî dêhn bûn. We aqil ji serê xwe havêt. Hûn di vî warî da jî bê guman merivên pêşîn in.

Hûn merivên bi nav û deng in. Hûn merivên medenî ne. Kurd çi ne? Ewên bi hezar salan ji we ra gotine kurd neheqî li we kirine. We tafilê ev şaşitîya îtîhasîk dîtîye û rast kirîye. We di şevekê da xwe ji kurdbûnê şûştîye û pak kirîye; we xwe bi navê miletê xwe yê rastîn bi nav kirîye. Ji vê xweştir çi heye? Hinek dibêjin we navê dînê xwe li miletê xwe kirîye. Guh medinê ew nezan in. Gundî mindî ne. Şivan û gavan in. Ew çi fam dikin ji milet û dîn û têgihên felsefî. Bê we kê dikanibû ji miletê kurd miletê êzidî peyda bike. Bê we kê dikanibû bi gotin û grammaira kurmancî zimanê êzidkî çêbike? Quretî heqê we ye. Hûn çiqas xwe qure bikin kêm e. Hûn di vî warî da jî merivên pêşîn in. Helal be ji we ra!

Hûn dibêjin serokê me ciwanmerdekî wusan e ku di zanîna socialism û communismê da Karl Marx û Lenîn nikanin li ber devê xwe vebikin. Êdî socialistên dunyayê kitêbên wî dixwînin; dixwazin bi felsefa wî mala imperialistan bişewitînin û dunyayek communal, socialist, feminist, democratic, ecologic a bi jintîya bê mêr û mêrtîya bê jin ava bikin. Hûn dibêjin ew di xrîstîyantîyê da mîna Paulos e, di îslamê da mîna Elîyê zavê Muhemed e. Bi hinekên we ew peyxamberekî nû ye. Bi hinekên we Mehdî ye. Tew hinekên we dibêjin gihîştîye derenca Ellah û Tengrî û ji wan jî buhurîye. Dibe. Ew jî eynî wusan dibêje. Bê guman rast dibêje. Ma serok derewan dike? Haşa! Summe haşa! Helbet hûn’ê axa ber mala wî bixwin û bibêjin teberrik e. Bibêjin derman e. Di nimêja xwe da jî di şûna ayatên kitêba pîroz da gotinên wî bibêjin. Di şûna lawijên dînî da stranên li ser wî bibêjin. Di şûna mewlûda peyxamber da mewlûda wî didin. Bidin. Hûn murîdên qenc in.

Dibêjin sebeba mirina doxînsistê bi nav û deng Don Juan jî delaltî û qeşengtîya serokê we bûye. Di xewna xwe da dîtîye ku ne tenê qîzên xama jinên bi mêr jî dane pey, ji bonê mêrên xwe berdane. Don Juan piştî ew xewn dîtîye carek din êdî nehatîye ser heşê xwe. Ketîye nav nivînan. Bi wî derdî mirîye, çûye. Serokê we çiqas tiştên sosret bibêje hûn hewqas pir jê hez bikin, û gotinên wî bipesinînin. Hûn ji kê tênegihên ji dil û can bidin pey. Qenc e ku hûn jê tênagihên. Ya na hûn’ê ji rewşa xwe ya îro bê par bimana.

(berdewama vê nivîsê heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev