Kalê Sor jî ji me xatir xwest

Kalê Sor jî ji me xatir xwest

Kalê Sor jî ji me xatir xwest, ji me re kurekî bijarte hişt û çû: Sipas kalê delal, cihê te buhuşta baqî be.

Min berî bi deh salan li ser Kalê Sor û kurê wî Şivan Perwer nivîsandibû, kerem bikin:

 

PAVAROTIYÊ KURDAN: Şivan Perwer

Husên Duzen

“Ez hunermendekî kurd im. Min ne tenê kilamên evînê gotine!“
Şivan Perwer bi van peyvan roja 08.01.09 di programa Pusula ya TRT1 de dest bi bersîva pirsyara rojanmegerê tirk Mithat Bereketê ku jê pirsîbû bê ew ê kengî bê Tirkî, dike. Piştre bi herdu destan, xwe nîşan dike û li peyveke ku hestên xwe derbirîne digere, berî ku bi awirin pirsyar û ji xwe bawer dom bike: „Divê ew min, wek min bipejirînin! Sîh û sê salên min li derve derbas bûn, ma ez wek turîstekî li vir im? Yaho, ma qey hizrên min di ser guhan re tên avêtin, rastiyên min di ser guhan re tên avêtin? Ez ne zilamekî ku xwe bi pere û pûlan bifroşim!“.

Dema ku hin mebûsên AKP dawiya sala buhurî, hatibûn Almanyayê ji bo wî vexwînin konsera vekirina kanala dewletê TRT6 jî Pavarotiyê kurd, mamoste Şivan heman helwest destnîşan kiribû û roja 29.12.08, li bajarê Kolnê, di civîneke çapemeniyê de, bi dengekî berz gotibû ku ew naçe tu televizyonan ku ew nikaribe li wan kilama “Kîne em“ bibêje. Şeva serê salê jî beşdarî bernameya Kurd1ê bû û wek kesekî ku 33 sal in li surgunê ye, ji tevahiya dunyayê re eşkere kir bê helwesta esîl a hunermendê gelekî ku hebûna wî hîn jî qedexe ye, divê çi be. Di nav axaftina xwe de peyv anî ser mebûsên asilkurd ên di parlementoya Turkiyê de û kirinên wan wek karekî “arabesk” binav kir. Hosteyê peyvê, şorên xwe di asta siloganan de nehişt, û di sohbeta sersalê de pirsyarên Rûken Bağdu-Keskin bersivandin û bi dûvdirêjahî di ber kilaman re çîroka xwe vegot, bêyî ku di deverekê de jî bikeve helwesta hin kesên ku di rewşên wisa de bêrawest pesnê xwe didin. Di tevahiya sohbetê de dihişt ku mezinahiya wî di ser berhem û helwesta wî re bê hiskirin.

* * *

Carnan bûyerin ji nişkê ve derdikevin, ku berî sedemê pêkhatina wan eşkere bibe jî, bi xwe re gelek rastiyên din jî derxin holê. Bûyera televizyona dewleta tirk TRT6 ya ku destpêka salê bi kurdî dest bi weşana xwe kir jî bûyereke wisa ye. Berî ku pilanên dewletê yên bi vê televizyonê eşkere bibin, helwestên cihê hiştin ku kurd bêtir hev nasbikin. Yek ji helwestên ku hatin destnîşnakirin a Şivan Perwer bû, ku bi berpirsyariya hunermendekî afrîner ji dewletê re got, Na!

Her wiha beşekî kurdan î berbiçav ku di warê siyasetê de her çû bandora xwe wenda kirin, nirxekî bilind dan vê kirina dewletê û bi hemû alavên di destê xwe de piştgirî danê. Roja yekemîn Netkurdê kir manşet: „Roja 1. baş destpêkir!» Eşkere bû ku vekirina televizyoneke bi kurdî di ber sirûda netewî ya Tirkan re ne nakokî bû, ji bo xwediyê nûçeyê. Piştî wê hin malperên înternetê siloganên mîna, «Dengê Ayşeşanê li ser TRT xweş e !” (Avestakurd), “De werin em di TRT6ê de, li Kawîs Axa gohdar bikin!” (Lotikxane) û hwd. Di vê rewşa ku vê haletîruhiyê gelek kurdên di warê ziman û wêjeyê de çalak dorpêçaye de, helwesta Şivan Perwer careke din bû qîrîna galeyana ruhên gelek Kurdan.

Mixabin medya kurdî nikarîbû ev helwesta esîl derxista pêş. Mîna nirxekî ku kêm caran derdikeve holê nikarîbû xwedî lê derkeve. Ji dêvla ku karê xwe bikin, hin malperên kurdan hemû axaftinên Şivan Perwer mîna pîlanên vegara Tirkiyê derxistin pêş û pê re jî hinekan pilanên xwe yên veşartî, hinkan jî yên binhişmendiya xwe dan dest. Ji dêvla ku biçe Enqerê û beşdarî seremoniyeke dewleta ku li ser hîmên înkara Kurdan ava bûye, û hin jî hebûna wan nepejirandiye bibe, Şivan beşdarî televizyona Kurdan bû û li gel hevalên xwe yên hunermend “Herne pêş” got. Ligel vê jî ne wek nûçe, ne jî wek şirove nehat nirxandin, ji ber ku gelek alavên ragihandinê yên kurdan bi pesindana TRT6 a dewletê mijûl bûn.

* * *

Di programa bi Rûken Bağdu-Keskin re hozanê mezin vegeriya rojên zaroktiya xwe: ”Di ruhê min de galiyanek hebû. Li dibistanê em neçarî axaftina bi tirkî dikirin, lê li mala me bi kurdî dihat axaftin. Min her ji xwe dipirsî bê seba çi em li dibistanê zimanê ku bavê min pê bi me re diaxivî bikarnaynin.” Mîna ku ji hemû kesên ku peyvên wî -çi bizanebûn çi bêhemdî xwe- şaş şirove û belav kirin re jî helwesta xwe zelaltir bike, axaftina xwe bi epîzodan dixemilîne: Dema ew hîn zarok e, mamosteyê wî dixwaze ew bê pêşberî şagirtên din û sirûda nijadeperestiya Tirkan “Sonda me” bixwîne. Şivanê biçûk bi ya Mamoste nake, lema mamoste bi darê di destê xwe de li tiliyên destê wî dixe heta ku ew diwerimin. Êvarî li malê li ser pirsyara bavê xwe bûyerê ji serî heta dawî vedibêje, lema bavê wî adinî rojê diçe dibistanê hesab ji mamosteyê wî dipirse. Mamoste jî giliyê wî li ba leşkerên tirk dike û leşker jî bavê wî hefteyekê di bin işkenceyê de dihêlin. Bi min wisa tê ku mifteya helwesta wêrek a Şivan jî di peywendiya wî û bavê wî de ye. Gelo bavê çend zarokên kurdan di rewşeke wisa de aliyê kurê xwe digrin û wêrektiya ku biçin hesab ji zilamên dewletê bixwazin rêdidin? Wer xuyaye ku hîmên bê merov li hember bûyerên derdora xwe helwesteke çawa werbigere hîn di salên destpêka temenê mirov de tên avêtin.

* * *

Di sohbeta bi Mithat Bereket re mamoste Şivan careke din peyva „galeyanê“, ku bi erebî (“xeliyan“ tê wateya „kelandinê“ bikar anî û got, ku ew qîrîna galeyanekê ye, qîrîna wê realîteya ku ew jê hatiye. Bêguman mebesta wî pê ne tenê destnîşankirina helwesta xwe bû. Di sohbeta serê salê de ji Rûken Bağdu-Keskîn re mebesta xwe vekirîtir gotibû: “Milletekî ku ji welatê xwe hez neke, nabe xwedî welat, nabe millet! Divê welat bibe evîn. Min her xwestiye Kurdistan ji milletê kurd re bibe evîn.” Ez bawer im ji herkesî bêtir dewleta tirk famkir ku xema mirovên kurd ên mîna Perwer û xema xwediyên hin şîrketên ku ji bo xebatên TRT6 hatine avakirin ne heman xem e.

Ger dewlet piştî TRT6 hin gavên ciddî bavêje dê ji ber bandora helwestên mîna ya Şivan Perwer be.

Tu her bijî hozanê gelê kurd, Şivan Perwer! Her wisa dom bike!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev