Li Rojavayê Kurdistanê êrişa PKK/PYD, li Başûrê Kurdistanê tifaqa PDK û YNK

Li Rojavayê Kurdistanê êrişa PKK/PYD, li Başûrê Kurdistanê tifaqa PDK û YNK

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Parçebûna Kurdistanê dibe sedem ku li her parçeyekî bûyerên civakî, siyasî û dîrokî, xwediyê qerekterên cûda biqewimin.

Heger li beşekî Kurdistanê qewimandineke erênî pêk tê û li beşekî din qewimandineke neyênî pêk tê, loma jî kurd tu wext bi giştî demeke kêfxweşî derbas nakin. Li aliyekî û beşekî Kurdistanê girêdayî qewimandinan kêfxweş bin, li beşekî din yên Kurdistanê qewimandinê ne xweş kurdan xemgîn dike.

Di vê qonaxê de jî kurd di nav vê psîkolojiyê û rewşê de ne.

Hezar mixabin qewimandinên li Rojavayê Kurdistanê kurdan xemgîn dike û diêşîne.

Li Başûrê Kurdistanê qewimandineke baş heye, loma kurd kêfxweş in.

 

LI ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ ZULMA PKK/PYD DIDOMÎNE…

Piştî ku li Sûriyeyê serhildana siwîl pêk hat û pişt re jî pêvajoya şerê hûndir dest pê kir, hîç şik tune ye ku li Rojavayê Kurdistanê jî guhertinên esasi û balkêş hatin rojevê.

Dema ku li Suriyeyê serîhildanê dest pê kir neteweya kurd ji hemû mafên xwe bêpar bû.

Lê li Sûriyeyê di jiyana siyasî de her demê hêza mûxalîf ya xûrt, kurd bûn. Tevgera milî ya kurd; ji bona ku dewlet bê guhertin û neteweya kurd ji aliyê îdarî, siyasî, civakî, milî de mafên xwe qezenç bike têkoşîn meşandiye.

Loma jî, ji Dewleta kolonyalîst ya Suriyeyê zûlm dîtiye. Kurdperwerên Kurdistanê hatine hepis kirin û hatine kûştin.

Tevgera milî ya Kurdistanê, dema ku serhildana siwîl dest pê kir, ji bona ku rejîma Baasê ya dîktatore û dewlet wek qarekter bê guhertin, partiya baasê bê fesih kirin û desthilatdariya wê dawî bê; rejîm demokrat, desthilatdarî plûral, parlamenterîst bibe; neteweya kurd mafên xwe xwe yên milî qezenç bike, çarenivîsiya xwe pêk bîne, li Kurdistanê desthilatdar û serwer be, stratejiyek pejirand û gorî vê starejiyê tavgeriya.

Lê PKK/PYD, guhertina rejîma baasê ya dîktator nexwest, ji baasê û Beşar Esat re bû piştgir.

Li Kurdistanê du stratejî derketin holê. Di navbeyna wan de dijitî û nekokî roj bi roj xûrttir bû.

PKK/PYD, girêdayî vê stratejiyê û piştgiriya wê ya Rejîma Baasê û Beşar Esad, hat xelat kirin.

Rejîma Baasê ji bona ku li hemberî mûxalefetê barê xwe sivik bike, Li Rojavayê Kurdistanê ji bona xwe fedayî çê bibin, PKK/PYD ji xwe re kir şerîk. Dîktatorî bi hev re meşandin. Nûha jî ev sîstema dom dike.

Wek tê zanîn beriya PYD ava bibe jî, PKKê bi Dewleta Suriyeyê re di nav pêwendiyeke stratejîk de bû û xizmetî berjewendiya dewletê dikir. Ji bona ku partiyên Kurdistanê bên û tasfiye kirin û bên bê îtibar kirin, bi rejîmê re tevgeriyan. Ji bona ku potanmsiyala Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê bê helandin û berteraf bibe, bi salan xebat kir.

Ez dikarim bibêjim ku di ev xebata xwe de jî, ji gelek aliyan de serkeftî bû.

Dema ku li Rojavayê Kurdistanê PKK/PYD bi deshilatdarî re bû şerîk jî, li hemberî partiyên Kurdistanê û kurdperweran zûlm û zordariyek domand. Kurdperwer û berpirsiyarên partiyên Kurdistanê girt, hepis kir. Di hepsê de eşkence lê kir û ceza kir.

Nûha jî ew zûlm û zordariya PKK/PYD li Rojavayê Kurdistanê dom dike. Her roj di derbarê zûlm û zordariya PKK/PYDê de xeberên nû tên rojevê û belav dibin.

PKK/PYD, di van rojên dawî de dest daniyê ser beregeha Partiya Yekîtî ya Kurd Li Sûriyeyê (PYKS).

Komîta Navendî ya PYKS di daxuyaniyekê de ragihand, ku “Grûpeke ji çend kesan bi zora hêzê dest daniye ser baregeha partiya wan a nû li Qamilşo û prose bi serperiştiya asayişa PYDê birêve çûye.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin, ku “Destdanîna ser baregeha wê partiyê li gor hemû yasa û rîsayên navdewletî yên mafên mirovan, binpêkirineke berçav e û destdirêjiyeke metisîdar e û wek destdanîna bi zorê ya ser mal û milkên welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve ye.”

PYKS bang li civaka navdewletî û welatên ku hewla dîtina çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyê re dikin kir, “Kiryar û riftarên dijminane yên PYDê li hember gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî û bi taybetî ENKSê ji girtina serkirdeyên wê, girtin û şewitandina baregehên partiyan rawestîne.”

Loma jî li Rojavayê Kurdistanê nexweşî û xerabî û texrîbar heye; didomîne.

 

LI BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ TIFAQA PDK Û YNK DI DERHEQÊ AVAKIRINA HIKÛMETA FEDERAL Û HİLBIJARTINA GIŞTÎ YA LI KURDISTANÊ DE, KURDAN KÊFXWEŞ DIKE…

Beriya Hilbijartina Giştî ya li Dewleta Federal a Iraqê (12ê Gulana 2018an) PDK pêşniyar kir ku hemû kurd, bi lîsteyekê, bi tifaqekê, bi hev re beşdarî hilbijartinê bibin. Hezar mixabin ev hewldana PDK neçû serî û her partiyeke Kurdistanê xweser beşdarî hilbijartinê bûn.

Piştî ku hilbijartinê encam da, li ser encama gengeşiyên mezin çêbûn. Loma jî daxwaz hat kirin ku deng bi destan bên hejmartin. Lewra hat îdia kirin ku dema, ku deng bi awayê elektronîk hatiye hejmartin, hîle hatiye kirin. Loma jî pêşiyê meclîsê bi awayekî nehiqûqî û pişt re jî Dadgeha Bilind ya Federal biryar da ku deng bi destan bê hejmartin. Hezar mixabin hîn problem bi her awayî çareser nebûye.

PDK, piştî hilbijartinê dîsa ji hemû partiyên Kurdistanê daxwaz û pêşniyar kir, ku partiyên Kurdistanê di avakirina hikûmeta federal de û hilbijartina serokkomar de bi hev re û di nav tıfaqê de tevbigerin.

Hezar mixabin, ji derveyî YNKê partiyên din ev pêşniyara erênî pêşwazî nekirin.

Loma jî PDK û YNK ji bona bi hev re di derbarê kûmeta federal de tifaq bikin, dest bi xebat û civînan kirin.

Di encama xebata herdu partiyan de encameke baş hat girtin. PDK û YNK di derbarê avakirina Hikûmeta Federal de biryart dan ku bi hev re bibin teref û bi hev re tevbigerin.

Herdu partiya dîsa bi hev re biryar dan ku partiyên din yên Kurdistanê jî di nav vê tifaqê de cî bigrin.

Di heman dem de herdu partiyan (PDK û YNK) di derbarê hilbijartina giştî ya Kurdistanê de jî li hev kirin.

 

Ev biryara PDK û YNKê kurd kêfxweş kirin.

Berpirsiyarên PDK û YNKê ev tifaqa ji raya giştî re diyar kirin.

Piştî bidawîbûna civîna PDK û YNKê, Peyvdarê PDKê Mehmûd Ehmed û Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê aşkere kirin û bersiva rojnamevanan dan.

Seidî Pîre derbarê naveroka civînê de ragihand, civîn bi awayekî heftane dibin û armanc jê, dirustkirina projeyeke hevbeş a niştimanî ye, derî jî vekirî ye heger her aliyek bixwaze tevlî hevpeymaniya wan bibe.

Derbarê nêzîkbûna aliyên Kurdî ji aliyên Iraqî de, Seidî Pîre got: “Ti vetoya me li ser ti kesî yan postekî nîn e, ew kesên mafên me ên rewa bide, ji me nêzîk dibe.”

Ji aliyê xwe ve berpirsiayrê PDKê Mehmûd Ehmed diyar kir, ku deriyên wan ji hemû aliyên Kurdistanî re vekirî ne û projeya wan a niştimanî ligel Bexdayê derbarê xelkê û siyaset û pirsên netewî de ye.

Derbarê ecindaya PDK û YNKê ji hikûmeta dahatî ya Iraqê de, Mehmûd Ehmed got: “Divê em bi yek şandê û yek peyamê bin. Divê di diyarkirina serokwezîrê dahatî de ji me bê pirskirin û aliyên siyasî karnemaya hikûmetê diyar bike, ne ku ew kesê bibe serokwezîr wê karnamê diyar bike.”

Li ser pêwemdiyên PDK û YNKê jî, Peyvdarê PDKê got: “Pêwendiyên PDK û YNKê di asteke baş de ye. Me behsa rêkeftina her du aliyan kiriye, reng e hin kêm û kurtî hebin, lê hêvîdar in di pêşerojê de pêwendiyên me baştir bibin.”

Derbarê hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê de, her du alî hevnerîn bûn ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de (30î Îlona bê) bêne kirin.

Li ser xwepêşandanên li başûrê Iraqê, Peyvdarê YNKê Seidî Pîre got: “Em bi daxwazên gel ên rewa re ne bo başkirina xizmetguzariyan û jiyanê, lê li dijî kontrolkirina dezgehên hikûmî û partîtî ne.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev