Dewleta kurdî, nasyonalism û berpirsiyarîya intelektuelan

Dewleta kurdî, nasyonalism û berpirsiyarîya intelektuelan

 

Kesê ne jêhatî pir bi hêsanî dikare bibe bê moral (exlaq)

Kristian Takov (1965-2017)

Suleiman Sulevani 

Eger mirov bipirse 30 gav dike çend, her kes wê bizane ew çend e jiber ku ew 30 gav 1,2,3,4,5…30 gavên xêzî/linyar in. Lê ger me got 30 gavên eksponensiell (exponentiell) ku jimare tê ducar (dubel) kirin anku 1,2,4,8,16,32 û hwd a wî demî dibe her kes nizane ew çende û belku bersiva wê pirsê gelekan matmayî bihêle. Ew 30 gavên eksponensiell dike 26 caran dora erdê (yek car 40041,47 km) yan jî nêzikê yek milyar meter e.

Pêşveçûn jî nuha eksponensiell e û zanist di hemû waran de bi gavên eksponensiell bi pêşve diçe. Tê texmîn kirin ku pêşveçûnên di sed 100 salên pêşîya me de wê mîna bîst hezar (20 000) salan be.

Kurd di nav van pêşveçûnên eksponensiell de wê li ku bin? Gelo ew ê pasîv û temaşevan bin, bindest bimînin, bên bişavtin (asîmîle bin), yan ewê bibin aktor, bibin beşek ji pêşveçûnan, xwedî li pêşeroja xwe derkevin, xwe azad bikin û dewleta xwe ava bikin. Rastiyek heye, di pêşveçûnên eksponensiell de kurd bê dewlet bimîne, ewê weke netewe nemîne.

Û da em bikarin xwedî li pêşeroja xwe derkevin û dewleta xwe ava bikin gereke em vekirî bin ji rexneyên dilsozane û proaktiv bîr bikin. Proaktiv tê wê wateyê ku mirov xwe amade bike bo tiştekê berî ew tişte rûbide anku rêgirtin li ber encamên xirab û ger ew tişte qewimî jî mirov pir zerer nake jiber ku xwe amade kiribû. Di ferhenga inglîzî de ew bi vî awayî hatiye şirove kirin {A step taken before something happens “We can prevent this by being proactive”}.

 

Civata kurd ne civateke proaktiv e. Bi rengek giştî kes, komel û partiyên kurdî hizra pêşeroja xwe nakin, rûdanan analiz nakin û ihtimalên xirab li pêşîya xwe nadeynin. Ji dîroka nêzik hema ji Raperîna 1991 û heya nuha gelek bêtar (katastrof, bedbextî) û delîvên zêrîn hatin pêş kurdan bêyî ku kurd bikare encamên bêtaran kêm bike an destkeftên ji delîvan zêde bike. Çend mînak:

  • Piştî Raperîna behara 1991ê û bi germî nêzikbûna cihanê ji pirsa kurdî; serokên kurd çûn Bexda bêyî plan û bi ken Saddam maçî kirin. Wê maçê kurd û hevalên kurd xist şokê.
  • Piştî hatina Amerika bo Iraq 9 april 2003 û helweşandina dewletê, kurd çûn Bexda û bi hemû hêza xwe wan ew dewleta rûxandî û têkçûyî, ava û bihêzkirin.
  • Dema serokê PKKê Avdula Ocalan hate girtin, tevgera PKK tevlîhev bû jiber ku cîgirekê bi oturîte nebû cihê Ocalan bigre. Û daxwaza wan ji Kurdistan mezin bû xweseriya demokrat.
  • Xiyaneta 16 oktoberê 2017 li Kerkukê mînakeke berçav û nêzik e. Partiyên başûr nikaribûn rê li ber wê xiyanetê bigrin her çend signalên xiyanetê hebûn.
  • Erebên Iraqê tije ne li başûrê Kurdistanê. Berê Saddam bi zorê erebkirina Kurdistanê dikir, nuha kurd bi destê xwe dikin. Çawa erebên Kerkukê bûn xwediyê malê û demografya bajar guherandin, ev erebên han wê bibin heman serêş û problem bo kurdan ger kurd çareyekê bo vê pirsê nebîne, bi stratijîyeke netewî û aqilane dûr ji neteweperestiya hişk. Ev kêşe li Rojava û Bakur jî heye bi hatina penaberên Sûrî.

 

Nebûna rexneyên objektiv, nebûna pêşniyarên dilsozane û guhnedana partiyên kurdî ku serkêşîya pirsa kurdî dikin bo kesên zana û dilsoz; rê li ber proaktivbûna kurdan digre. Da astê proaktivbûnê û amadekirina mirov bo veşartiyên di pêşerojê de bilind be, gereke sînga desalatê vekirî be ji rexne û pêşniyarên pisporên welatparêz.

Rexnekirin hunereke mîna her hunerekê din, lê da rexne bigehe amanca xwe gereke zimanê rexnekirinê ne wisa tûj be ku ji fonksiyona xwe derkeve û ne wisa sivik û naylonî be ku fonksiyona xwe bi cih neyne.

 

Masmedia dijital û medyasosyal bi saya hine kurdên dilsoz û welatparêz digehe her derê cihanê. Wan bi îmkanên biçuk û individuel bi serkevtineke baş pluralismeke pêşkevtî gehandin milletê kurd û bûn sedem bo huşyarkirina millet, tilînîşana kêmasiyan û pêşkêşkirina pêşniyaran. Ger azadiya bîr û baweriyê hebe, gereke mirov bikare dîtina xwe serbest û bi rehetî bêje. Û ger dan û stendin hebe, gotubêj hebe, guhdarkirina pêwist hebe, rêdan hebe bo kesên xwedan şiyan, kesên zana û profesyonal ku dixwazin xizmeta milletê xwe bikin, a wî demî em ê rêya bo azadiyê û wekheviyê kurt bikin û bidestxistina wê nêzik bikin.

 

Pêşveçûn li Başûr pir sist birêve diçe û wek hêja Şefiq Oncu navê ”Meşa kîso” lêkiribû lê li hine beşên din ne tenê pêşveçûn sist e belku paşveçûn heye. Intelektuel û ronakbîrên me vê rastiyê dibînin lê çavê xwe digrin, xwe pasîv û bêdeng dikin. Hinek jî pesnê aliyekê dikin û hêreşî aliyekê din dikin ne ji baweriyeke bi dozê, belku ji durûtiyê û berjewendiyên kesanî. Bêgoman gelek normal e mirov pesnê aliyekê û rexneyên tûj jî li aliyekê din bike lê bi bawerî û di sinurê rêz û moralê de. Ez hewce nabînim behsa wan nivêskar û parlementeran bikim ku bi pîrozî, têgehiştin û rêberiya ”Serok” dixwînin. Helbet rêza ji serokan tiştek din e. Pêşeroj ne ewqas ronî ye, lê digel hindê jî hine çiruskên ronahiyê hene. Mirovê realist xwe naxapîne, ew rûdanan bi çavekê objektiv û realist dibîne û dinerxîne. Intelektuel pêwiste xwe bike dengê gel û ew hêvî û daxwaziyên gel bîne ziman, rexne û pêşniyarên xwe bike heya ger ew rexne ne di berjewendiya wî/wê ya kesanî be. Intelektuelê rast girêdayî wijdana xwe ye. 

Mirov li çapemeniya kurdî mêze bike bi taybetî ya Bakur ku bi latînî derdikeve, mirov pir kêm rastî rexneyên objektîv dibe. Ez behsa masmediya partiyan nakim, ew helbet wê hemû gavavêtinên xwe baş bibîne, helwesta xwe rewa û rast diyar bike. Û di heman demî de pêngavên partiyên din şaş û nerast diyar bike. Heya di masmedia serbixwe jî mirov dikare bêje ku rexneyên objektiv, aza û wêrane pir kêm in. Tirs û bêedebî bûye kultur û weke birêz Zinarê Xamo dibêje: ”Li welatê min bi namûs ji bênamûsan, bi şeref ji bêşerafan ditirsin. Li welatê min mezlûm ji zaliman, xwediyê malê ji dizan û xayinan ditirsin”.

Rast e milletê kurd ne tenê li Başur, belku li hemû perçeyên din di rewşeke pir nazik û dijwar de derbas dibe, lê ev nayê wê wateyê ku mirov çavê xwe bigre û hiş û dîtinên xwe qurbanî rewşê bike. Di vê atmosfêrê de tenê kesên oportunist, derfet- û berjewend perest wê fêde bikin. Rexne nîşana saxlemiyê û pêşketinê ye. Û jiber ku pêşeroj hemû kurdan eleqedar dike, mafê intelektuelan nîne xwe bêdeng bikin. Ergê ser milê wan ew e ku rexne li şaşiyên kurdan bike, partiyên kurdî nêzîkî hev bike û hewl bide wan bike yek di berjewendiyên netewî de, kêmasiyên wan derxe pêş û pêşniyara çareseriyan bike.

 

Xwe girêdana bi dewletên dagirker ve û ji wir li çareseriyê geran bo pirsa kurdî hewleke vala ye, xwe xapandin e û xapandina milletê kurd e. Bingeh gereke ji Kurdistanê derkeve û bi program û egendayeke pêşketî ku di pêşî de kurdî be û paş kurdistanî be. Kurd qet nasyonalist nebûye, qet tenê bo netewa xwe nekiriye û herdem bi felsefeya kurdên êzdî ”Ya Xwedê tu pêşî bidî 72 milletan, rêwîyên serê riyan, kesên derê tengîyan, serê ser balgîyan, girtîyên hebisan, paşê bidî me…” kiriye û loma jî heya nuha kurd nebûne dewlet. Kurdan bo ereban kir, bo tirkan, bo farisan kir, lê tenê bo kurdan nekirin, bo xwe nekirin.

 

HDP di helbijartinên berê de 81 parleman xistin parlemana tirkî, wan kesan çi kir bo kurdan? Li Bexda berê 77 parlementerên kurd hebûn, serokê komarê kurd bû, her wisa cîgirî serokwezîr, wezîrê derve û gelek giregir û berpirsyarên din yên mezin di hukumeta Iraqê de, kurd bûn. Gelo wan li Bexda çi kir bo kurd ji helweşana rejîma Saddam û heya nuha? Bersiva vê pirsê mirov dikare bi yek peyvê bide ”HÎÇ”. Nuha jî serokkomarê Iraqê Fuad Mesum kurd e lê, hindî serê derziyê jî fêda wî bo kurdan nîne.

 

Her çend konjuktura cihanê û guhertinên li herêmê di berjewendiya kurdan de ye, Kurd piştî xiyaneta 16 oktoberê şikestineke mezin xwar, ew lawaz û bêhêz bû, lê berxwedana kurdan li Pirdê, piştgirîya Amerika û hevalên kurd, berdewama nakokiyên di nav erebên Sunne û Şîîe de li Iraq wilo kir ku kurd bere bere cardin bihêz bibin û hêvîya dewleta kurdî cardin geş be. Kurdên li diaspora bêwestan dixebitin bo avakirina kakilê dewleta Kurdistanê . Dem ne dema berê ye, jeopolitika herêmê hatiye guhertin, balansa hêzên herêmê hatiye guhertin, kurd ne kurdên berê ne, Amerika li herêmê ye, nabe êdî kurd her bi mentelita berê tevbigere ku guneh e, bêhêz e û bi çavekê melul li benda hinek ”xêrxwazan” be, qencîyekê bi kurdan bikin û hine maf bidin wan. Kurd mafê çarenivîs û dewletê heye lê gereke ew xwedî li wî mafî derkeve, lêbipirse û daxwaz bike.

 

Referandoma 25 septemberê 2017 bihêztirîn argument û kart e di destê kurdan de û kes nikare wî mafî ji kurdan bistîne. Dema avakirina dewleta kurdî hatîye. Lê ew dewlet bê YEKBÛN nabe, bê fedakarî, bê bawerî û bê jîrî û planbûn nabe. Kes nayê wî mafî bide kurdan û dewletê pêşkêşî wan bike. 

Dagikerên Kurdistanê bi firt û fêla, dek û dolaba dixwazin kurdan bitirsînin, bixapînin, wan bikin dijminê hev, şerê navxwe hilkin; da rê bigrin li ber jidaykbûna vê dewletê.

Herêm avis e, dewleta kurdî di rê de ye. Her di destpêka vê mehê de (6/7-2018) kevirê hîmê konsulxaneya Amerikî ya nû li Hewlêrê hat danîn û piştî 4 salan di 2022 wê temam be. Ev konsulxane li ser astê cihanê mezintirîn Konsulxana Amerikî ye. Kompleks li komalgeheke pir avahî û li ser rûberê 200 hezar metre kvadrat erd tê avakirin. Budceya giştî ya projeyê jî 795 milyon dolar e. Û weke pisporê amerikî Stephen Mansfield dibêje: ”Dibe di pêşerojê de ev konsulxane bibe potensiyala balyozxanê (ambasadê) dema kurd serxwebûna xwe bi dest bixin”. Jixwe qet ne dûr e ev proje jibo pêşeroja dewleta kurdî be. Avakirina mezintirîn konsulxana amerikî li cihanê li Hewlêrê ne bê mebest e. Kurd bûne jimarek bihêz di politika hêzên mezin de lê mixabin hêşte hin ”kurd” xwe sifir dibînin, xwe dikin lîstik û didin destê dijmin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTAZA

numreya agahiyên li ser Kurd û Kurdistanê; The management vedixwîne hemû kesên eleqedar ji bo bloga te li ser RIATAZA, bo hûragahiyan ji kerema xwe têkilî info@riataza.com

Qeydên dişibine hev