Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne

Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne

Mela Mihyedîn 

Rojekê di civîneke Tevgera Xoybûnê de civatek geş û xweş çêdibe. Gellek serok, rewşenbîr û welatperwerên welêt li hev kom bûne. Ji bo sedemên paşdemayîna welat û pêşketina wê nîqaşan dikin û dixwazin ji bo vê dozê çarenameyekê derxin meydanê.

Di civatê de yek ji Mîr Celadet pirsekê dike: “Hejmara Kurdan gellek zêde ye lê çima nabin yek û bi ser nakevin?”

Mîr Celadet, qurtek li çaya xwe dide û vê bersivê dide: “Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, cihê cihê têne daqurtandin. Ko gihane hev dibin lehî, lehîke boş. Tu kes, tu tişt nikare li ber wan bisekine. Felata welatê me di rabûna vê lehiyê de ye.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev