Lêpirsîna herî dawî ligel Seddam pêş li sêdaredanê

Lêpirsîna herî dawî ligel Seddam pêş li sêdaredanê

Amanc Namet 

Tîpguhêzîya ji soranî: Mehmed Salih Bedirxan

John Nixon Karmendê Dezgeha Navendî ya Sîxurî Amerîka piştî xebateke aloz li Iraqê li nûsîngeha xwe ya taybet bi awayekî westiyayî rûniştibû. Bois Rekongardy Rêvêberî Cîbicikar ê Dezgaye Sîxurî ya Amerîka, piştî ruxana rejima Beas bi 9 mehan di roja13ê Kanûna 2003an xebera girtina Seddam dide wî. Wê xeberê ew hinekî lerzandibû, lewre girtina Seddam Hûsên daxwaza hemû milletên cihanê bû.

Kitêba John Nixon ku navê wê “Têkçûna Serok – Lêpirsîna dawî ligel Sedam Hûsên” e û biryar waye di dawiya îsal de çap bibe. Nixon behsa efsaneya Iraqiyan a “hebûna hevşibên Seddam Hûsên” û rola wan di parastina wî de kiriye.

Serbazan hertim pirsiyar dikirin gelo ew kesê hatiye destgîrkirin Seddam e yan na. Her û her li ciyawziyên Seddam dipirsîn. Ji bo ku dilniya bibin ku ew kesê hatiye girtin ne hevşibê Seddam be û Seddam Hûsên bi xwe be. Sîxuran hinek video amadekiribûn derbarê Seddam de, di vîdeoyan de liser destê Seddam şanek û şûna gulê li ser rana wî ya çepê hebûn. Herwiha hinek nişanen din liser dev û rûyên wî da hebûn. Piştî vê Nixon biryar da bêdeng be û dest bi amadekariya komelek pirsiyar bike ku ji bilî serokê lêpirsinê ti kesî cewaba wan pirsiyaran nedizanî. Her bi wî awayî bi firokeyekê çû Bexdayê bo lêpirsîna nasnameya kesê destgîrkirî ango lêpirsîna “nêçîra giranbiha.” Egera wê heye lêpirsîn rast be û kesê hatiye destgîrkirin nêçîra giranbiha be.

Di nîvê şevê de piştî çavlirêyeke dûr û dirêj çû cem Seddam. Dît ku Seddam liser kursiyeke hesinî hatiye rûniştandin, fîstanekî spî û çaketêkî şîn li ber wî ye. Guman tê da nîne Seddam Hûsên kesekî xwedî qarizma, zor bihêz, bejin bilind bû. Dema li bendîxanê bû li benda lisêdaredanê bû.

Di kitêbê beşa “Rastiyên bo yekemcar aşkere dibin” de medya cihanê behsa girîngiya lêpirsîna yekser a di kitêbê de heyî hatiye kirin. Herçend li hinek beşan behsa armanca hatina Amerîka bo Iraqê hatibe kirin jî xeletiyên Amerîka û welatên dorûber ên li Iraqê nehatiye nivîsandin. Nixon ji Seddamî re got: “Hinek pirsên min hene, divê bi rastî cewaba wan bidî. Fam dikî?” Lêbelê bersiva Seddam nedihate çaverêkirin. Seddam got: “Axerîn car kengî bû ku te zarokên xwe bi zindî dîtibûn?” Sîxurekî din dibêje ew li benda bihêziya Seddam bû lê wî hişkî û tûndiya jê hêvî nedikir. Sixûr wiha behsa destpêka lêpirsînê dike: “Xisûsî dema ji min pirsî; “Hûn kî ne? Sîxurên serbazî ne? Sîxur, besiva min bidin û nasnameya xwe aşkere bikin.”

Çavên Nixon liser Seddam in û li wan nîşaneyên liser dest û ruyên wî digere. Gelo ew kesê aniha di lêpirsînê de ye Seddam e yan hevşibê wî ye.

Pirsiyar gelek in. Bersivên wan jî tunene. Sîxur dixwaze bizanibe bê çawa ji Bexdayê derketiye. “Kê havkariya te kir? Çawa ji Bexdayê derket? Tenê bû?” û hwd… Lê Seddam bersiva hinek pirsen diyar dide.

 

“Nêçîra giranbiha hatiye destgîrkirin”

Hinek caran digot; “Çima tenê derbarê siyasetê de pirsan ji min dikin? Dikarin gelek tiştan ji min fêr bibin. Herwiha nerazîbûna xwe anî ziman derbarê muameleya serbazan a ligel wî û anîna wî ya bo girtîgehê. Piştî çend xulekan Nixon bawerî bi wê yekê anî ku kesê hatiye girtin Seddam Hûsên bi xwe ye, çav li ranê wî yê bi gülle ket û got: “Gelekî baş e. Proseyeke baş me encam da û me destgîr kir.”

Nixon li hevkarên xwe dinere, dewam dike û dibêje: “Aniha dema bersivên cîddî ye liser rejima wî û tiştê herî giring jî çeken kîmyawî ne ku ji bo tevkujiyê hatine Iraqê.” Seddam derbarê pirsên çekên kîmyewî de got: “Xiyanetkarekî Seddam peyda bikin. Wê çekên we yên kîmyewî û tevkujîyê yên ligel Seddam in nîşanê we bide…”

Piştre Seddam dengê xwe berz kir û got; Amerîkî komelgehek e serê xwe xwariye. Ji Iraqê fam nekirin. Sûr bûn liser wêrankirina wê. Iraq welatekî terorîst nîne û ti eleqeya wê ligel Ûsame Bîn Ladîn nîne. Li Iraqê çekên kîmyawî tunene û em ji bo welatên cîran nabin cihê metirsiyê. Lêbelê George Bush Serokê Amerîka wisa bawer dikir ku Iraq wê êrîşî dayika wî bike. Iraq bi bikaranîna çekên kîmyewî tometbar kir.”

Di bersiva pirsa “Gelo we bername danîbû bi çekên kîmyewî hûn êrîşî leşkerên Amerîkî yên li Siûdiye bikin?” Seddam hebûna bermameyeke wisa red dike û dibêje nabe behsa Iraqê û bikaranîna çekên kîmyewî bê kirin.

 

Aciziya Seddam ji lêpirsîna Helebçe

Di beşeke din a kitêbê de ku behsa kîmyabarana Helebçeyê dike, Seddam wê kîmyabaranê jî red dike. Nixon wê beşê jî wiha raber dike. Sîxûr behsa şerê Îran û Iraqê, kîmyebarana kurdan dike û dipirse: “Gelo di germahiya şerê Îran û Iraqê de we çima Helebçe kîmyabaran kir?” Seddam hêrs dibe û dengê xwe berz dike û wiha diaxive: “Ez ji te û serokê te natirsim. Bo parastina welatê min çi tişt pêwîst be wê dikim.” Piştî wan du hevokan Seddam berê xwe da Nixon û got: “Biryara kîmyabarana Helebçe min neda.”

Piştî axaftinên derbarê Helebçe û kimyabarana kurdan sîxurekî tayber biryarê dide ku lêpirsîna îro bi dawî bibe û Seddam here odeya xwe ya bendîxanê. Nixon di kitêba xwe de dibêje: “Min gelek kes di dema lêpirsînan de bêzar kirine û halê wan ê tirsiyayî dîtiye. Lê piştî lêpirsînê min ji Seddam bêzartir û çavtirsiyayîtir jî ti kes nedîtiye.”

Hevkarên Nixon ji encama lêpirsînê gelekî kêfxweş in. Piştî navberdana lêpirsînê hest bi wê yekê dikin ku Seddam ji lêpirsîna derbarê Helebçê û kîmyebarana kurdan de gelekî aciz dibe û dengê xwe berz dike. Seddam ji wê yekê aciz e ku kîmyebarana Helebçe li dijî wî weke propaganda hatiye bikaranîn. Herwiha Îranê tometbar dike.

Seddam tohmetên CIAyê yên derbarê 11ê Îlonê jî red dike û dibêje: “Min lêpirsîn dabû destpê kirin. Ew hemwelatiyên hatibûn Amerîka hemû di bin lêpirsînê de bûn. Ti peywendiya me bi çalakiyên Bîn Ladîn ra tunene.”

Seddam behsa hatina Amerîka bo Iraqê jî dike û amaje bi wê yekê dike ku wê Amerîkî li Iraqê bişkên û serkeftî nabin. Çunke têkdana hukmê Iraqê ne hêsan e.

Nixon di beşeke din a kitêbê de dibêje bi tenê carekê wî Seddam Hûsên dilrehm dîtîye û wiha behsa wê demê dike. “Dema behsa keçên wî Rena û Rexed bû firmêsk ji çavên wî hatin xware û got: ‘Gelekî bêriya wan dikim. Pir ji wan hez dikim. Hesteke gelekî zêde di navbera me de heye’ û bêdeng bû demekê…”

Nixon di sala 2007an de ji aliye Serokê Amerîkayê George Bush bo lêpirsîna Seddam Hûsên hatibû vexwendin. Nixon gelek rexne li îdareya Bush digre û aşkere dike ku hewla tunekirina Seddam nehatiye dayîn. Ew qurbaniyên Amerîka li Iraqê jî dane badilhewa ne.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev