SERKUNDIRNAME -IV-

SERKUNDIRNAME -IV-

Xwendevanên delal, em îro perçeyê 4an yê nivîsa nivîskarê malpera me yê nû Raif Yaman çap dikin, ku babeteke nû, babeteke îronî-mesqeretî-qerflêkirinê-pêhenekkirinê ye. 

Raif Yaman

Miletbûn ji her miletî ra mafekî suruştî ye. Mîna şîrê dayîkê lê helal e.  Tenê ji miletê we ra hul û heram e. Çimkî ji bo we dema miletbûnê jî, dema avakirina dewleta milî jî derbas bûye. Dewleta milî ya dadwer ji her miletî ra felat be jî, ji we ra bobelat e. Rûdanek wusan bê yom dikane bibe sebeba qirbûna we jî. Serokê we wusan dibêje. Bê guman rast dibêje. Tiştekî dizane ku dibêje. Ma serok ji ber xwe dihavêje? Haşa. Carek din tiştekî wusan di serê xwe ra jî derbas mekin.Ya na hûn’ê bibin gunehkar.

Hûn ji kesên lixwemukurhatî hez nakin. Bi bawerîya we lixwemukurhatî ji heftê û heft nifşên xwe ve xayîn in. Serokê we ne tê da. Xwedê gotîye rast bibêje dema serokê we li xwe mukur hat we bi qasî sê rojan gotinên tewşo mewşo gotin. We got “heta hêsîrê dujmin be, em’ê gotinên wî guhdarî nekin. Bi me çi rast be em’ê wê bikin”. Xwezanên we ji dilxweşîyê, Hûtê Heft Serî ji dilgranîyê şaş û mat man. Şukur ji xwedê ra hûn zû hatin ser heşê xwe, û we dev ji wê helwesta zîrekane berda, û hûn ketin rîya xwe ya berê. Ji wê rojê bi vir da hûn dibêjin serokê me çi bibêje em’ê bikin, çimkî ew vîna me ye. Eferim ji we ra, we şaşitîya xwe rast kir. A ku li we dihat jî ev bû. Bê guman meriv bê vîn nikane bijî. We got, bê serok jîyan nabe. We got em warekî bê serokê xwe naxwazin. Hûn carek din têgihîştin serok ji bo we ne tenê vîn e, jîyan e, hebûn e, her tişt e. Hûn têgihîştin ku serok dema li xwe mukur were jî dîsa serok e, jê tiştek kêm nabe. Bi we serokê we ne tenê agirê dilê qîzên xama û jinan e, ew mêrê mêran e jî. Bi rastî jî mêrê mêran e. Gelek lixwemukurhatî bi berrikên ji tufangên we can dane. Helbet ev sûcê we nine. Ew jî serok bûna, we’ê qedr û qîmeta wan jî bizanibûya…

Ismail Beşikçi ji bo ji we têbigihê bi dehan salên xweş ên temenê xwe di zîndanan da buhurî. Ji xwe gotina wî li cem we pere nake. Çimkî ew zanyar e. Bi serokê we, ferqa wî û Ziya Gokalp tune. Beşikçi bersîva pêwîst daye serokê we, lê hûn bersîva wî mexwînin. Çi dibêje, bira bibêje. We gef jî lê xwar. Bi kêrî çi hat? Bi zorê nabe. Natirse.  A qenc, bi ber bayê wî mekevin. Kitêb û gotarên wî mexwînin û medin xwendin. Hela lê binihêrin, dibêje kesê di zîndanê da be, kesê hêsîr be lazim e dev ji serektîyê berbide. Dibêje serektîya di rewşek wusan da ethic nine, exlaqî nine. Lê dikane bibe serekê remzî. Ma tiştekî wusan dibe? Ev meriv xwe çi dihesibîne? Wekî bûye bela serê dewleta xwe têr nake, vê carê jî bûye bela serê we. Guh medinê. Ji xwe aqilê wî hebûya ewê serê xwe bi azadî û biserêxwebûna we ra nexwara. Ewê mîna gelek zanyarên welatê xwe dilê dewleta xwe xweş bikira, û jîyanek xweş û aram a bi dilê xwe bijîya. Ji we ra xwastina jîyanek merivane bi stûyê wî ketîye? Ji gotinên wî nîgeran mebin. Ji xwe ew qala serek dike, lê ê we serok e. Dixwaze serokê we bike serek. Metirsin, nikane. Ev yek ji qeweta wî der e. Ew’ê jî zû dereng têbigihê serok nabe serek. Çawa ku qîvarên jehrî bi kelandin, braştin, sorkirin û avêtina ser êgir nabin qîvarên bê jehr, serok jî nabin serek. Hinek qanûnên suruştê bi destê merivan naguherin.

Mebin gunehkar. Bira heft dewlet parçe nebin; hûn heft parçe bimînin, çêtir e. Bi passport û visa herin li şeş parçên warê xwe bigerin û paşê vebigerin. Kê rê li we girtîye? Li nav sînorên heft dewletên milî, bê dewlet û bê sînor bijîn.

Parêzkarîya Dêwê Heft Serî karê we ye. Hûn ji berê da leşkerên hêja ne. Hûn ji berê da berdestên hêja ne. Xêncî xwe ji her qewmî ra leşkertî û destirmatîyê bikin. Xwedê gotîye rast bibêje, ev kar ji her kesî pirtir li we dihê.

Serokê xwe guhdarî bikin, binihêrin çi dibêje: “Dewletek kurdan a federal ya jî bi serê xwe di pişta alema ereban da xençerek jehrîn e. Îsraîla dudîyan e. Îsraîla mezin e. Xwastina avakirina dewletek milî a bi serê xwe karê nationalistên kevneperest û serekên eşîrên berjewendîperestên hemkarên imperialist û sionistan e…” Vana gotinên serokê we ne. Ji gotinên wî dermekevin. Bê guman rast dibêje. Ma serok gotinên şaş dibêje! Nabêje. Qedrê wî bizanibin. Xwedê rêberekî wusan nade her gelî, lê daye we. Rabibin û rûbinin jê ra spas bikin.

Qewmê benî Îsraîl bi hezaran salî xwedî jîyanek berdestane û bindestane ya pirr xweş bû. Kesî jê ra tiştek nedigot. Kêf kêfa wan bû. Li Spanyayê li keştîyan suwar dibûn dihatin li welatê Osmanîyan ji xwe ra digerîyan. Her dem, li her derê geşt û guzarî parçeyekî jîyana wan bû. Li Almanyayê, li Austuriayê ji xwe ra karxanên sabûnê vekiribûn. Karê wan halê wan pir xweş bû. Sabûna Auschwitzê hîna jî bi nav û deng e. Ne tenê karxanên sabûna Auschwitzê, zanîn, felsefe û bazirganî jî di destê wan da bû. Gotina cihû bi gotinên rûmet, şeref, keramet û namûs ra dihat heman manê. Çi kirin? Rabûn dev ji wê jîyana xwe ya xweş a buhuştî berdan. Doza dewletê kirin. Doza ax û alê kirin. Doza zimên kirin. Doza hebûna milî û cultura cihûtîyê kirin. Piştî hezaran salî rabûn li ser parçeyekî axa weadkirî dîsa dewlet ava kirin. Ji wê rojê bi vir da rûyê xweşîyê nedîtine.

Hûn bi çavên serê xwe dibînin ku qewmê benî îsraîl ji birçîna dimire. Xwe dihavêjin bextê miletên musulman û xrîstîyan û budhist. Xwe dihavêjin bextê atheist û munafiq û pûtperestan. Gunehê gawuran pê tê. Dilê kafiran pêdişewute. Dewleta sionist hewqas lê zilm kirîye êdî ne ji mirin û kuştina li ser sînoran, ne ji xeniqîna li nav ava rûbar û zeryan ditirsin. Tevî zar û zêçan di serma çelê zivistanê da, li nav pêlên zerya Ege can didin. Ref bi ref dibin xwarina masîyan. Zîndanên Îsraîlê bi rojnamevan, rêzan, dîndar, ateist û nivîskarên xwedî bîr û bawerîyên cihê dagirtî ne. Bi aqil bin. Mîna qewmê benî îsraîl bi destê xwe mala xwe meşewitînin. Xwe rezîl û ruswa mekin. Ji heval û hogirên xwe ra bibêjin bira ew jî bi aqil bin, bira xwe bi van hovîtîyên dewletek biserêxwe ya mustaqbel ra rû bi rû nehêlin.

De ka bibêjin, çîyê we kêm e. Destekî we di nav rûn da, ê din di nav hingiv da ye. Nankor mebin. Ka çîyê we ji hemwelatîyên din kêm e. Rabibin û rûbinin ji rêzan û kargerên dewletên Dêwê Hef Serî ra dua bikin. Berdestî ji we ra şeref e. Ev ne kêmasîyek e. Dayîna xwedê ye. Xwedayê mezin hûn destirma hanîne dunê. Ji bo vê nametê ji xwedê ra şukur bikin.

Nimêja xwe bikin. Rojîya xwe bigirin. Qurana xwe bixwînin. Ji ometa Muhemed ra dua bikin. Herin hecê. bi çavên serê xwe bibînin, qewmê necîb Mekka Mukerrem û Medîna Munewwer çawa bi hotelên touristic ên heft stêrkî xemilandine. Meriv qêmîş nabe lê binihêre…

Li ser canalên televisionên xwe yên derewkar ji xwe ra xeberan bidin. Dê û jina hev bidin ser hev. Çi were ber devê we bibêjin. Qed meponijin. Meramin, Mefikirin. Me hênijin. Duşunmîş mebin. Hemî pîvanên meriv pê dibin meriv bihavêjin sergo. Çi dibe bira bibe, medin ber hev û ser hev. Serê xwe bi van tiştên fanî ra mehêşînin. Şerm mekin. Derpê ji xwe bihavêjin. A qenc derpê li xwe mekin. Hûn dê çi bikin ji derpê. Başwela bigerin.

Henekên xwe bi ramyarên xwe bikin. Qerfên xwe bi zanayên xwe bikin. Yarîyên xwe bi zanyarên xwe bikin. Bi çavên dujminane li wan binihêrin. Awurên tûj bidinê. Gotinên wan guhdarî mekin. Medin pey kesên xweşîya we dixwazin. Medin pey kesên dilê wan bi we dişewute. Bidin pey kesên bi qûna we dikenin. Bidin pey kesên bi we dilîzin. Kî bixwaze hebûna we ya milî bi dawî bîne, kî pêlî hêjahîyên we yên hebûnî bike, kî bixwaze we ji miletên cîran ra bike destirma, ew serokê we ye. Bidin pey. Baldar bin! Ewê li bin ala rengîn biserêxwebûn û serbestîya we dixwaze, can û malê we ji dujmin diparêze jî serekê we ye. Xwe nêzdîk jî mekinê. Çimkî serek ji sereke ye, seroktîyê nake. Bi kurt û kurmancî bi kêrî we nahê. Çimkî bi rûmet e. Dujminê Dêwê Heft Serî ye. Xeternak e. Xwe û Dêwê xwe yê delalî jê biparêzin. Mehêlin bi gotin û kirinên merivane mêjîyê we jehrî bike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev