Kurdên Xorasanê

Kurdên Xorasanê

Yaqûb Kurmanc

Kurdên Xorasanê ew kurd in ku li Xorasanê (bakûrê-rojhilata Îranê, nêzî sinorê Turkmenistanê) dijîn.
Bi piranî li parêzgeha Xorasana Bakur, Xorasana Rezewî û Gulistanê dijîn. Ew bi zaravaya kurmancî diaxivin û bi pirranî misilmanên şiî ne. Hejmara wan digihêje 3 milyonan.
Tê zanîn ku êlên kurd di dema Xanedana Safewî de, di nava salên 1598 û 1602 de li Xorasanê hatine bicihkirin. Di sedsala 16mîn de Xanedaniya Safewî (Îranî) û Osmanî reqîbên hev bûn. Ji ber ku ev du emperatoriyên mezin bi hev re şer dikirin, Kurd di nava Osmaniyên Sunnî û Safewiyên şîî mabûn. Di şerê Çaldiranê yê sala 1514an de, şahê Safewî li hemberî Osmaniyan lê dide. Weke encama vî şerî, sînoreke tampon di nava emperatoriyên osmanî û ya farisî tê avakirin û bi vî rengî kurd di nava her du emperatoriyan de tên perçekirin. Bi vî hawî ji 45.000’an zêdetir malbatên kurd ên şîî koçî emperatoriya Safewî dikin, lewra sedema koçkirinê jî bi giranî siyasî bû. Di dema Qacarê de ji Xorasana bakûr re digotin ‘Kurdistan’.

Gava eşîrên kurd xwe li Xorasanê bi cih dikin şerên dijwar di navbera wan û gelên din de (tirkmen, ûzbek, tatar…) diqewimin. Ew ji welatê xwe 1500 – 2000 km dûr bin jî, axa beyanî bi ked û xebat ji xwe re kirin welat.
Armanca bicihkirina Kurdan li Xorasanê ev bû ku bila ew sînorê emperatoriya farisî ji êrîşên ûzbekî biparêzin, çimkî di sedsala 15emîn de kurd bi şervaniyê bi nav û deng bûn. Herwiha, encameke din a koçkirinê jî bêguman zeîfkirina hêza kurd li rojhilata navîn bû. Bi vî hawî, kurd ji ber dilpakiya wan a li hemberî şahê Safewî ji bo parastin û mijarên din ên emperatoriyê hatin bikaranîn.

Îro li Xorasanê nêzî 3 mîlyon kurd dijîn. Ji wan 60% li gundan, 35% li bajaran dijîn û 5% jî weke rêwend/koçber jiyana xwe derbas dikin. Pirraniya wan bi zaravayê kurmancî xeber didin.

Gereke bê gotin ku kurdên Xorasanê, piştî ku li Xorasanê hatin bicihkirin, nêzî 415 sal ji Kurdistana mezin îzole mabûn. Rastebîniyek e ku heta sedsala 20an ti rêxistinên civakî, çandî û siyasî nehatine damezirandin. Gelek serok, zanyar û nivîskar hatine binpêkirin an jî kuştin.

Mixabin ku di derbarê kurdên Xorasanê de mirov rastî gelek agahiyan nayê. Nivîs û agahiyên derheqê wan hebin jî, ew bi gelemperî bi zimanê kurdîya farisî ango bi kurdiya erebî hatine nivîsandin. Lê di kilam û vîdeoyên Yelda Ebasî û Mohsen Mirzazadeh de, mirov dê nasbike ku kurdên Xorasanê çiqas xwedî li çand û hunera xwe derketine. Lewra meriv kare bibêje ku kurdên Xorasanê çiqas ji hêla erdnigariyê ve ji Kurdistanê dûr bibin jî, bi ziman, çand û hunera xwe pir nêzîkî Kurdistanê ne.

Bêguman, kurdên Xorasanê bi dengbêjên xwe bi nav û deng in. Muzîk û huner ji bo wan gelek girîng e, ji ber ku ew navnîşan, nasnameya wan e.

Ji bo ku çand û hunera xwe biparêzin, kurdên Xorasanê her salê carek Cejna Çand û Hunera Kurdên Xorasanê pîroz dikin. Di van pîrozbahiyan de bi taybetî muzîk, cil û berg û berhemên helbestvanên Xorasanê tên pêşkêşkirin. Li gorî hin kurdologan, rênexistinbûyîn û pêşneketina çand û hunera kurdên Xorasanê ji rewşa xirab a perwerdehî û aboriya herêmê tê. Heta demekê xwendevanên zanîngehê kovarên bi navê Kurmanj û Dengê Kurmanc dimeşandin, û evya tenê weke xizmeteke mezin ji pêşxistina çand û hunera herêmê tê bi nav kirin.

 

Ziman


Kurdên Xorasanê, xeynî eşîrên Zend û Zengene yên ku bi zaravayên kurdî yên başûr diaxivin, seranser kurmancîaxiv in. Kurmanciya Xorasanê her çiqas ji jêrzaravayên kurmancî yên ku li Kurdistanê têne axavtin cûda be jî, ji ber ku çend sedsal îzole ye û di dervê pêvajoyên pêşveçûyîniyên rêzimanî û veguhirînên dengî yên kurmanciya Kurdistanê de maye, di nav xwe de gelekî homojen e. Pêwîst e ku bê gotin, ferhengok û rêzimanê kurmanciya Xorasanê kurdî ye, belê him ferhengoka wê, him jî fonetîka wê pir di bin bandora farsî û tirkomanî de maye. Heta bajariyên li Bocnûrdê û eşîrên Palûkanlû, Pehlevanlû, Topkanlû, Qereçorlû, Qerebaşlû û hwd. dev ji kurdî berdane û tenê tirkomanî, li çend gundên Qûçanê jî tenê bi farsiya rajî (farsiya gundiyan), diaxivin. 

Çend mînak ji zaravayê êlên Amerlû û Zaferanlû û beranberiyên wan di diyalektcografiya kurmancî de.

Jinên kurdên Xorasanê bi karên honandinê, çirpandinê û boyaxkirinê, cil û bergên xwe bi destan çêdikin. Cil û bergên jinên Xorasanê bi gelemperî ji sê perçeyan pêk tê: Kofî, keras û şalwerê jinan.

Kofî ji qedîfê tê çêkirin, serê jinan digire û rengê xwe bi gelemperî sor, kesk ango xemriyî ye. Herwiha, kofiyên jinan bi gelek diravên simî tên xemilandin. Taybetiyeke kofiyê ew e ku, bi diravên xwe yên lêkirî dengeke rîtmîk derdixe, yê ku bi meşîna jinê derdikeve holê. Keras xwediyê berstikeke fireh e. Keras û kofî bi heman rengê tê lêkirin.

Dewatên kurdên Xorasanê

Di dawetên kurdên Xorasanê de govend tine ye, lê bazdan hene ên ku dişibin semaha Elewiyan. Taybetiyeka din a dawetan ev e ku jin û zilam bi hev re dileyzin. Evya di welateke şerîetê de gelek balkêş e. Tê gotin ku lîstikên dawetan berê lîstikên ji bo şer bûn. Li gorî vê yekê jinên kurd ên Xorasanê dema ku zilamên wan diçûn şer, bi van lîstikan zilaman dişandin şer – an jî şervanên xwe bi van lîstikan pêşwazî dikirin.

Mıxabin him li bajar, him jî li gundan ji kevneşopî, cil û bergên otantîk dûrketinek tê dîtin. Encameke vê rastebîniyê ev e ku cil û bergên gelêrî di jiyana rojane de êdî pir nayê li xwe kirin.

Lîstin û gowendgirtina kurmancan li Xorasanê bi çend cûre lîstikan pêk tê ku hinek ji wan ev in: Yek qerse, Du qerse, Sê qerse, Şeş Qerse, Diyanzdeh Qerse, Enarekî, Hengê Xanan û hwd.

Hinek ji serok û navdarên kurdên Xorasanê:

 

Şoca’oddole
Ceco Xan
Serdar Êwez Xanê Celalî
Gul Mohemed
Elîxan beg

 

Helbestvan 
Ceferqulî Zengêlî
Yehya Elewî Ferd
Hesen Roşan
Elîriza Sipahî Layîn
Ismayîl Husênpûr

 

Nivîskar 
Kelîmullah Tewehodî
Haşim Ferhadî
Neqdelî Elewî Ferd

 

Wergêr
Ebas Ferhadî Topkanlû
Mêhdî Ceferzade
Nahîd Ekberzade

 

Hunermend 
Hunermendên navdar ên Xorasanê
Yalda Abbasî
Mella Neqdelî Baxçixî
Mohsen Mizazade
Selman Teqdîsî

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev