Nameyên evînî -39

Nameyên evînî -39

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûnehan ye..

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Ev name evîndarê Nurayê ji Nurayê ra şandine. Lema qîmetê wan nameyan bilind e.

 

***

Roj baş mal û halê min, Nura min a ezîz. Vê berbangê daxweza herî mezin ew e, ku tu razayî bî, ez li te mêze bikim, ji şabûnan û zewqê têr bigirîm û bi hesreta te herim kar. Niha ezê nivînên te bêhn bikim, ku bêhna xewnên te, canê te hîs bikim, ku tevaya rojê di nava zewqê da bim.

 

***

Xewnên ku nayêne bîra min, xewnên bi te ra ne. Ez bi te ra dema şiyar jî di xewnê da me, lê ne di xewê da me. Tu xewna jiyana min î, dilê min.

 

***

Dema tu di zewqeke hunermendîyê da bi evîndarê xwe ra bî, ew êdî zewqa here mezin e… Êdî ne hewce ye, ku ji xwe ra îzbat bikî, ka tu ji min çiqas hez dikî. Eşkere ye, ku pir e. Wek hezkirina min e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev