
Pirtûkeke hêja ji Rojava Kurdistanê
Alan Pîrê
Nivîskar: Mihemedê Pîrê
Ji weşanên Şilêr li Qamişloya rojavayê Kurdistanê.
Berhema duyem ya mamoste û zimanzan M. Pîrê. Di nava rûpelên vê pirtûka bedew û giranbuha de nivîskar gencîneya xwe ji folklor û kelepûra Kurdî ya resen û kevnetor li ber xwîner û hezkerên dîroka kulturî ya gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê bi comerdî radixe, û me bi xwe re dibe wê cîhana zarokan ya buhuştane, û me bi lîskên wan re, henekên wan re dike heval û dilsoz.
Ev mijar bi xwe jî nû ye, û têra xwe balkêş û girîng e, û destpêkeke ji berhem û lêkolînên din re.
M. Pîrê di hemû berhemên xwe, ên heya niha çapkirî û ne çapkirî de giranîyê dide folklora me, û hûrbînîyên vê kultura kevnare û ciwan, û yên kêmpeyda bi kirasekî modêrn û sivik dide pêşberî xwînerên xwe, û hezkerên Kurmancîya şêrîn.
Hezar carî ser xêrê be. Pîrozbahî ji nivîskar re û mizgînî ji xwendekarên folklora gelê Kurd re.
Têbînî: pirtûk li pirtûkfiroşên Qamişlo peyda dibe.
Riataza