SERKUNDIRNAME -V-

SERKUNDIRNAME -V-

 

Xwendevanên delal, em îro perçeyê 5an yê nivîsa nivîskarê malpera me yê nû Raif Yaman çap dikin, ku babeteke nû, babeteke îronî ye.

 

Raif Yaman

 

Bidin pey gurgînên bilûrvan. Mîna kerîyê mêşînan bilûrê guhdarî bikin. Xwîyaye ne hûn ji dengê bilûra şivanên gurgîn têr dibin, ne jî gur ji goştê we têr dibin. Xwe şaş mekin. Medin pey merivên rast. Kî bixwaze we bike rîya rast bi gotinên mîna pêhnên keran bersîvê bidinê. Heke dilê we rehet nebe herin li cem hêzên çekdarên xwedîyên xwe wan gilî bikin. Çi xerabî ji destê we bê texsîr mekin.

Yekitîya milî di serê xwe ra jî derbas mekin. Li we nahê. Tiştekî çê bûya ewê bapîr û dapîrên we pêk bihanîyana. Ewê bi hezaran salan bindestî û berdestî nekirana. Ma hûn ji bapîr û dapîrên xwe çêtir dizanin? Na. Ji rêça wan dermekevin. Şaş mebin. Heke hûn bixwazin bi serê xwe bibin, ewê çor bikeve we. Hûn’ê qir bibin. Serokê we wusan dibêje.

Vîna xwe bispêrin serokê xwe. Vîna azad ne li gorî we ye. Ji bo we tenê dikane bibe bela serî. Serê xwe bi gotinên wusan neberbiçav mehêşînin. Xwe nêzîk jî mekinê. Bi gotina serokê xwe bikin. Bi gotina şêxê xwe bikin. Bi gotina begê xwe bikin. Ew her tiştî zanin.

Mala xwe ya hilweşîyayî çêmekin. Bi kevirên dîwarên xwe hewşa Dêwê Heft Serî çêbikin. Herin toza xanîyên wî bigirin. Bi kêrî xwe, mala xwe, famîla xwe, gelê xwe û miletê xwe mehên, bi kêrî kê dihên, bihên, kêfa we ye.

Gava hûn bibêjin warê kurdan, hûn dibin kevneperest. Hûn dibin dujminên merivahîyê. Vê yekê mekin. Mebin tetikên imperialism û sionismê. Rojekê hûn ji dil û can bibin leşkerên imperialistan jî, tenê leşkertîya wan bikin, ji bo miletê xwe qencîyekê mekin. Metirsin hûn dê nebin neyarên bratîya gelan.

Şûrê dînê xwe bigirin, pê serên xweng û brayên xwe jê bikin. Mebin dîndar. Her dem bibin dînperestên hov. Bi dînperestan ra dayîk û qîz û jinên xwe li bazarên şar û şaroşkên Rojhilata Navîn bifiroşin. Berxwedarên xoybûna miletê xwe serjêbikin. Şerjêbikin. Dilê hevalên xwe yên hov û har xweş bikin. Ji xweşîyê avê ji her derê wan bînin. Bibin xwînîyên xwedî şûr û mertal. Mîna hûn berx û karan serjê dikin, merivan serjê bikin. Miletê xwe bi kafirbûnê sûcdar bikin, û cezê bidinê.

Mîna tûtîyan kêlîyê carê dubare bikin; bibêjin, em dewleta miletê xwe naxwazin. Bibêjin, em rê nadinê miletê me xewna xoybûnê jî bibîne. Bibêjin, heta partîya me û serokê me hebe, em bi serekê miletê xwe dewleta biserêxwe nadin avakirin. Bi ber xwe mekevin. Şerm mekin..

Ji şaşitîyên xwe dersan megirin. Paş stûyê xwe bixurînin. Bibêjin, em kurmanc in, û tasek dewê sar bi ser da vebixwin. Dew vebixwin û rabikevin. Hişyarî bi kêrî we nahê. Gotina “kurmanc têr e, xew jê ra xêr e” bi tizbîya nod û neh libî her roj heft caran dubare bikin.

Bixwin. Vebixwin. Bixebitin. Bizên. Nexweş bikevin. Xweş bibin. Rabibin. Rûbinin. Bi hev şad bibin. Rabikevin. Di xewnên şevên dirêj ên çelê zivistanê da jî tenê û tenê bindestî û berdestîyê bibînin. Bê wade bihên dunyayê, bê wade jê herin.

Mexwînin. Serê xwe meşuxulînin. Zanîn çawa di kitêban da disekine di sêrî da nasekine. Ji heval û hogirên xwe ra bibêjin, bira ew jî nexwînin. Hêjahîya her derê bedena xwe bizanibin. Tenê guh medin mêjîyê xwe, bes e. Ramîn çi ye? Ponijîn û hênijîn çi ye? Fikir çi ye? Xêr ji van nahê. Serkundirtî bextîyartî ye. Ne bi çavên serê xwe, ne jî bi mêjîyê xwe, tenê bi mar û kunmarên nav şeqên xwe li dunyayê binihêrin.

Xelk û alem bi dînê xwe dibin meriv, Hûn bi dînê xwe dêhn bibin. Bibêjin yên ku cara pêşîn bi dînê xwe dêhn bûne em in. Paşê, dema hûn ketin tengasîyê sûc bixin ser dîn û mezhebên xwe. Bibêjin heke ji vî dînî û ji van mezheban nebûya em nediketin vê rewşê. Berî dînê xwe yê îro hûn di çi rewşê da bûn, mehînin bîra xwe. Serê xwe bi hînbûnê ra mehêşînin. Hînbûn ji bo jehr e. Mexwin!

Bi demên buhurî bêhna xwe teng mekin. Duh ji we ra lazim nine. Hûn tenê îro bijîn. Çimkî wan demên berê jî hûn dîsa ev qumaş bûn. We parsekên xwe bi destên xwe hanîn ser textê xwe. Wan deman jî eynî mîna îro hûn ji xelkê ra erd, ji xwe ra derd bûn.

We ji berê da tim xwastîye hûn di hemî gotin û kirinên paşîn da bibin kesên pêşîn. Ji xwe di rêza van kirin û gotinên bêkêr da bê we kes tune. Di pêkhanîna hemî karên bêkêr da hûn her dem bikêr bûne. Bibuhurin, hûn ên pêşîn bûne. Hîna jî di bêkêrtîyan da kes bi ser we ra tune. Heta hûn bi vî hawî bin, hûn’ê tu carî ne kesekî li pey xwe ne jî kesekî li pêşîya xwe bibînin. Hûn dê tim ên pêşîn bin. Ewê kes nikanibe di sosretîyê da li ber we devê xwe jî vebike.

Mîna heyranên teamên footbolê peyrewtîya partyên xwe bikin. Partyên we karnamên xwe biguherînin, xwe fesih bikin, dawîyê li principên xwe bihînin, rastîyên xwe yên bikêr bihavêjin sergo jî, hûn dev jê bermedin. Xwe bixapînin. Bibêjin henekan dikin. Bibêjin wusan dibêjin, lê bi rastî neguherîne. Bibêjin ev dek û dolab ji bo xapandina dujmin in. Bê rastîyan bi her tiştî bawer bibin.

Hûn rêber, sîyasetmadar, serok û fermandarên xwe û yên dujminên xwe di ser hev da jî bibînin, bi çavên xwe bawer mebin. Çavên we dikanin rastîyê ji we vebişêrin. We dît ku hûn bi çavên xwe nikanin, heta ji we dihê biqîrin, bibêjin doublage e! Bibêjin derew e. Bibêjin sergirêdan e. Bibêjin devgirêdan e. Paçikekî kesk û sor û zer li devê xwe, guhê xwe, çavên xwe rind bişidînin. Mebînin. Guhdarî mekin. Sosretîyên we bi çavên serê xwe dîtine jî mebêjin. Bihêlin bira berdewam bin. Bi qedera xwe razî bibin.

Rastîyên bi kêrî we bên her dem ji xwe vebişêrin. Bixin qulên heft dîwaran. Wer vebişêrin ku hûn bi xwe jî careke din nikanibin bibînin. Tewş negotine, çirayê bi koran çi bike? Aqilê bi dêhnan çi bike? Rastîyê bi serkundiran çi bike? Zanînê bi xwenezanan çi bike? Barê xwe gran mekin. Xwe gran mekin. Serkundirtî siviktî ye. Sivik bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev