XWARINA BIHARÊ Û KERENG

XWARINA BIHARÊ Û KERENG

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Di xwezaya Kurdistanê, demsala biharê de gelek bwêrkên cuda cuda çêdibin, lê temenê wan kurt e û xwarina wan pir xweş e. Yek ji wan jê KERENG e:

Kereng/n. Kenger. Cûreyek giya ye û bi sitirîn e, gava hêj teze ye tê xwarin û gava mezin dibe, qîvarên wî têne xwarin. Herweha berê wî jî kerengoş e û kakilê navê pir xweş e, wek qehwe jî tê çêkirin.

Demsala biharê kereng şîn dibin. Li herêmên sar, piştî berf hiltê, çêdibin. Jin, keç,
zarûk diçin çolê û kerengan bi GULÇ diçinin, tînin malê û gelek xwarinên cuda ji wan çêdikin. Sala din kereng dîsa li ser reha xwe şîn dibe.

 

Kereng wek xwarin weha çêdibe:

 

. Di avê de dikelînin û piştre têne guvaştin, di rûnê tewaş de diqelînin, hin caran hêk jî bera ser didin û dixwun.
. Tirşîna kerengan çêdibe û zivistanê tê xwarin.
. Kereng mîna CAXê dixin şorikê û zivistanê bi kar tînin.
. Kereng dixin nava savarê û nav dibe GIRARa bi kereng, tê xwarin.
. Kereng dikeve nava mehîrê û tê xwarin. Mehîra bi kereng pir xweş e.
. Kereng dema tê şûştin, wisa teze jî û xav tê xwarin.
. Dema kereng mezin dibe, qîvarên wî têne xwarin û ew qîvar ji bo tirşînê jî têne bikaranîn.
. Dema qîvarê kerengan pîr dibin, çend gupik bi serî ve çêdibin û kerengoşk (dendik) di wan de çêdibin, dema hişk dibin dendik ji nava kerengoşkan derdixin, di gelek xwarinan de bi kar tînin û diqelînin û wek qehwe çêdikin.

 

Dibe ku hin hunerên dî jî di kerengan de hebin, yên mayî li ciwanên me yên ku evîdarên çanda bav û kalan in…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev