Ji nimûneyên zargotina me –145

Ji nimûneyên zargotina me –145

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûçilpêncan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa duduyan a bi sernavê ”Şerê Rostem û Elfesyab” raberî we bikin. Beşa pêşin me berî heftêyekê çap kiribû.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

ŞERÊ ROSTEM Û ELFESYAB -2

Padşa ji hespê hate xwarê, nemerdê kurê nemerda kêr danî, situyê Syawûş birî. Firingîsa qîza padşê hat, go:

-Babo, te mêrê min kuşt, xûna mêrê min bide min.

Go: -Qîza min, xûna wî jî tera.

Firingîsê anî legan ber girt, xûna wî kete leganê. Ewê legan hilanî, xûn êxiste gumgumê, xûna wî kelîya. Wextê xûna wî kelî, rehva mirinê padşê girt, li devê hespê xwe da pêş û paş hatin, hatine derê dîwanê.

Çawa Pîran ço bo xerc, nava rê poşman dibe. Pîran ji xwera melehezre kir, go: “Ev çawane, padşa dema biçûya ser xercê Helebê, sed siyar hildida, paşê diçû ser xercê Helebê, ancax xerc distend. Ez niha zelamekim, ezê çawan xercê Helebê bistînim, liha girêdanek têda heye. Ewana ez xapandime, gotin-here xerc bistîne”. Ew ji wê navê rê zivirî, hate derê dîwanê.

Pîran got, go:

-Padşa, go, xwedê xêrke, tu koma xweva bi kuva çobûn?

Padşa go: -Pîran, ez çûm, min Syawûş kuşt, go, pa min ecêb dî: Firingîsê xûna Syawûş ji min xwest, ez rabûm, min xûna Syawûş dayê. Êxiste gumgumê. Ew xûn anî, nav gumgumêda kelî, gazek bi gaza Helebê ji gumgumê bilind dibû, dilop bi erdê nediket, sawa mirinê ez girtim, min hişt-ez hatim.

Pîran go: -Padşa, xudanê şev-rojan, ew xûnê bikele heta demana qîyametê, yan ji xûna te, yan ji xûna kurê te Şihîde tev xûna wî neve, ew xûnê bikele. Go, min negot nekuje, neyarê xwe neke Rostem û Tûz?

Şev elam ji Rostemra diçe. Rostem nava elamê, fikirî û Syawûş hespê xwe siyar, rima wî li dest wê ser serê Rostem sekinî, go: “Rabe ser xwe, tirtir zire bi hinar, rabe sêwîyê min ji nava neyara bîne”.

Qîrîn Rostem çû. Zalê kire gazî, go:

-Ev çi qîrîn têye?

Go: -Syawûş kuştin.

Go: -Xwedê mala te mîratkiro, Syawûş çawan hate kuştinê? Eva deh sale Syawûş unda bûye, xwedê zanî ka Syawûş li kuye? Te xewn dîtîye ji xwera, eva xewne,- lê kire xewn.

Cara dî raza. Dîsa Syawûş (Syawexş) ber serê wî sekinî, kire gazî, go: “Rabe ser xwe, rabe, sêwîyê min ji neyaran bîne. Hekî na, ezê derbekê li tedim, tama cehnemê ji devê te bê”.

Dîsan qîrîn ji Rostem çû. Zalê kire gazî, go:

-Rostem, tu çima nahêlî em razên?

Go: -Min dît Syawûş kuştin.

Babê lê unda kir, go: -Te xewnek ji xwera dîye, ew xewne, tu xewna dibînî.

Dîsa raza. Syawûş li ber sêrî sekinî, go: “Ev car sê careye. Ez dibêjime te sêwîyê min ji nav neyaran bîne, hekî ne, ezê derbekê li te bidim, tama cehnemê ji devê te bê”.

Rostem rabû, seys û mentera xurî, go:

-Fîl û fendere, laz û Rexşê kuêh.

Seys û menter bezîn, tîmarek dane Rexşê-Belek. Teng û belatengê wê şidandin, aletê herbî werba bû, şîrê xwe ber xweda kir, mertalê xwe avête piş xwe. Cewdikê tîran ber xweda kir, kulahê aqût û cehweran danî serê xwe, gurzehê giran danî ser milê xwe, qesta dîwana Zabilê kir. Ço ber derê dîwanê. Şev nîvê şevêye. Derê Gêvo kire gazî:

-Gêwo (Gêvo), go, Gêwo, rabe ser xwe, go rabe, Syawûş hatîye kuştin, tu sêwîyê Syawûşê bînî, ji ku tînî,- û hat çû mala xwe.

Gêwo rabû, kergedanê xwe zîn kir, rima xwe bi destê xwe girt.

Babê Gêwo, Guderz kire gazî Gêwo, go:

-Gêwo, tuyê çi bikî?

Go: -Syawûş hatîye kuştinê. Rostem gotîye – here sêwîyê wî bîne.

Got: -Tu nikarî bi siyarî biçî, bînî sêwîyê wî.

Go: -Ba çawan biçim?

Go: -Evdalî here.

Gêwo rabû, çermê gamêşî kire heban, ji xwera tejî (tijî) nan kir, toqê erebî bi destê xwe girt, berê xwe da dinyayê, ço. Qonaxa deh rojan ço, ma birçî. Nanê wî xilaz bû. Rastî gundekî hat, hêj roj bilind bû, go: “Bira roj biçe ava, ez biçime nava vî gundî, ji xwera nan berevkim. Go, ez zef mirovekî sikim, kî min bibînî, tê bêje hirçeke. Bildîbde şev ezê biçime nava gundda”.

Qamîş hebû, kete nava qamîşan, heta bû tarî. Zarê malan dileyîzin, hê zaro neçûn. Bû şev. Gêwo go: “Ez çawa bikim liha? Ev zaro naçîn, go, ez van zara netirsînim, zaro naçîn”. Rabû xwe nolanî hirça kir, kete ser lepê xwe, xwe avîte nava zarada. Zaro hemî revîn. Kurê Syawûşê nav wanda bû, kaşoka xwe bi destê xwe girt, hat li ber Gêwo sekinî. Kaşokek li anîya Gêwoda lêxist. Gêwo destê xwe avîtê, girt, go:

-Lawo, çira ji te mezintir hebûn, ji te kiçiktir hebûn, hemî revîyan, tu çira nerevîyayî?

Kurik go: -Ez narevim, kesekî dîye malbeta me ji ber neyaran revîye?

Gêwo dêjî: -Malbeta te kîye?

Dêje: -Ez nizanim, ez zaro bûme, min bavê xwe nedîye, dêjine min: “Tu kurê Syawûşî”. Ez kurê Syawûşim.

Gêwo dêjî: -Tu niha kurê Syawûşî?

Gêwo zef pê şa dibî, tînî dete ber kepîyê xwe bêhên dike. Dêjî difina (kepî) wî zef fire bûn. Kurik diçî kepîyê Gêwoda. Êdî kurik qarîn jê diçîye: “Ez kuştim”.

Gêwo dêje: -De here bêje diya xwe, zelamek hatîye derê çayê, navê wî Gêwo, bêje diya xwe – tê em biçine welatê me, yanê nayê?

Kurik çû, gote diya xwe, go:

-Zelamekî mîna hirçane, hatîye ber qamîşê, dêje, de here bêje diya xwe, zelamek hatîye derê çayê, navê wî Gêwo, bêje diya xwe – tê em biçine welatê me, yanê nayê? Dîsa got, go, -ez Gêwome, here bêje diya xwe bila tê em biçine welatê xwe, hekê bê, em biçin, hekî nayê, bila nan ji minra bîne, birçîme.

Kurik rabû ji diya xwera got. Diya wî rabû, cewal tijî nan kir, da kurê xwe, go:

-Bila nan bixwe, Gêwo bîne, bila bête mal.

Nanê xwe xwarin, rabûn, çûn mal. Firingîs rabû, ji Gêwora şûşebend çêkir, danî têda, gote Gêwo, go:

-Ez destûra te nadim niha tu biçî, heta sala te temam nebe.

Gêwo emirê xweda nanê genim ne xwaribû, xwarina wî garis û baçik bû. Rokê sê den xwarina wî kire goşt û birinc, heta salewexta wî temam bû. Êvarê rûniştin, Gêwo gotê, go:

-Ez nehatime liha, goşt û birinc deyî min, hekî tu rabî, em biçin, hekî tu neyî, ez rabim biçim?

Go: -Ez têm.

Rabûn, hazirîya xwe dîtin, tiştê xwe yê paqiş hilanîn, herekê li hespekê siyar bû, nîvê şevê berê xwe dane rê, çon. Ew ketine ser riya xwe, çon.

Em hatine ser qiseta Hinan. Hinan sibê ji bajêr radibe, diçe gundê Syawûşra dibore, lênihêrî dergehê Syawûş vekirîye. Diçîte malda, kes malda tune, ji cînarê xwe dipirse, dibê:

-Ev mal kengî ji ha çoye?

Dibêjin: -Heta şevê din dengê wan nîvê şevê dihat.

Hinan ji wêderê dizivire, diçe bajêr, diçe derê dîwanê, diçe bal Elfesyab, dibê:

-Bîra te tê, dema min digo kaxaza dişîne, te digo – na. Şevê dî hatine sêwîyê xwe birine, çone.

Elfesyab go: -Hinan, rabe, eskere, qewatekê ji xwera hilde, li pey wan bikeve, heta ji tera qewatê bişînim.

Elfesyab kaxez nivîsî, da destê katiban, bi serê sava (sayanda) kirin, cih-memleketan şandin. Esker civandin, bajarê Tûranê bû, berê xwe dane şêr, çon.

Gêwo diçe derê ava Şehderûtê, Firingîs dike gazî:

-Gêwo, dibêje, şeva dî heta niha em siyarin, tu pelewanî, ji siyarîyê nawestî, ez ser hespê westîyame, kurê min biçûk fem nake. Eva Şehderût sînorê wane.

Êdî Gêwo xwe negirt bigota “em ji avê derbaz bin, paşê rûnên”. Hema barê xwe avîtin, li sînorê neyarê xwe rûniştin.

Êdî Gêwo westîya bû, raza, serê xwe da ser çoka Firingîsê, raza. Firingîs lênihêrî erd mij girtîye, li ezman nihêrî, -ezman sayîye, dêjî: “Ev çawane, ezman sayîye, erd mije, ev çîye?”. Destê xwe avête dûrbînê nihêrî, hingî sitêrkê ezman, belgê daran, haqas esker ketîye dirpê (rê), tê. Firingîs dilê wê şewitî, go: “Çira ez ketime ber gunê vî zelamî. Eva eskerê babê min hat, tê Gêwo bikujin, tê kurê min bikujin”. Dilê wê pê şewitî, girîna wê hat, hêsir çevanda hatin, ketine ser rûyê Gêwo.

Gêwo hişyar bû, çevê xwe vekir, go:

-Firingîs, tu çira digrîyî?

Firingîs go: -Eskerê babê min tê, hed heye, hesab tune, pirtirin ji stêrê ezmanan, pirtirin ji belgê daran, tu bibet agir, ew bibine pembu – tu nikarî wana bişewitînî, tu bibite barana biharê, tu nikarî wana şilkî.

Gêwo go: -Ez kirmancê teme, tu çima fikara dikî? Ezê rabim berdime wan heta bajêr.

Gêwo rabû, li hespê xwe siyar bû, rima xwe bi destê xwe girt, ber eskerda çû.

Hinan (Human) kire gazî, go:

-Gêwo, sawsûyê dinyayê, sayî ji pisê, çiqa ezman bilinde rûyê erdê, tu ji destê min xilaz nabî.

Gêwo go: -Guhê min girane, qet denga seh nakim, qasekê were nêzîkî min.

Qasekê nêzîk bû. Gêwo rima xwe bi destê xwe girt, rimek avîte Hinan. Hinan revî. Gêwo berda pey esker. Esker ber Gêwo revî. Qasekî li pey esker çû. Hinan rastî Gêwo hat, rima xwe li ser hilanî. Hinan go:

-E bextê teda, min nekujî, go, min gele mehdera gerandana zer kir, ne borî.

Go: -De ehdekê ji minra bike, ezê te girê bidim bin zikê hespêva, kes te veneke, jina te veke.

Sond xwar.

Gêwo ew bin zikê hespêva girêda, berê hespê da mal, ajot. Birayê Hinan hate pêşîyê, bezî, wekî veke, Hinan go:

-Min veneke, min ehd kirîye, heta jina min min veneke, kes min veneke.

Hinan çû mala xwe, kire gazî jina xwe, go:

-Jinê, rabe min veke.

Jina wî derket, go: -Ev çi ecêbe, ev çi qewimîye?

Go: -Çi bikim, min nikarî, ez bin hespêva girêdam, şandim.

Êdî Gêwo berda pey wan, heta bire bajêr, zivirî hat, vegerîya, hat li ber Firingîsê sekinî, go:

-Ez kirmancê teme, go, min ne gote te çiqas Tûranê hemû min berevke, min minet ji wan tune.

Rabûn, siyar bûn, hatine bajarê Ezteqê, çûne derê koçka Zabilê, êdî kire gazî Rostem, go:

-Min sêwîyê Syawûşê anî, teslîmî te kir.

Êdî Rostem rabû, hat dîwana Zabilê, gazî katiban kir, go:

-Kaxezan binivîsin.

Kaxez nivîsandin, ber serê seyanda kirin, ser tîranda daçikandin, bi cih û memleketan şandin, go:

-Me padşayê kevin ezil kirîye, me padşakî taze rakirîye (eva Rostem divêje). Êdî komek diyar bû, go:

-Eva koma kêye?

-Koma Mûradê kurê Pûradirê hat,- eteka padşayê xwe ramûsa, milê rastê ser kursîyê aqût cewahirda rûnişt.

Koma dî dîyar bû.

-Ev koma kêye?

-Koma padşayê Nîvrozîye, hat li eteka padşayê xwe ramûsa, milê çepê ser aqût-cewahira rûnişt.

Koma dî dîyar bû.

-Ev koma kêye?

-Koma padşayê Bexdayêye, li pey heye hefsid hezar siyarê cerdê, -hat eteka padşayê xwe ramûsa, milê rastê ser kursîyê aqût-cewahira rûnişt.

Koma dî dîyar bû.

-Ev koma kêye?

-Koma padşayê Şêlazê, pey heye hefsid siyarê cengê,- hat eteka padşayê xwe ramûsa, milê çepê ser kursîyê aqût-cewahira rûnişt.

Donzdeh padşayê wî hene, her donzdeh hatin li dîwana Rostem rûniştin. Kirine gazî kurê Syawûşê, gotin:

-Em navekî li padşayê xwe danin.

Rostem go: -Navê wî Kêfxursê Bimbarek.

Gotin, go: -Rabe ser text, me tu qebûl kirî padşa, rabe ser text, bibite padşa.

Go: -Ez nabim padşa, heta ku ada min heye, hekî we ada min îcar kir.

Rostem go: -Ada te çîye?

Go: -Babê min kuştine, ahd bike, hetakî heyfa babê min hilînî, ez dibime padşa.

Rostem go: -Ehda mêrê berê be, ezê heyfa babê te hilînim.

Bû padşa, çû ser text rûnişt.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev