Pirsa we û bersîva me – 93

Pirsa we û bersîva me – 93

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.

Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin. 

 

Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?

 

Bersîv: -Emê îro wek bersîva pirsa we behsa bûyerekê bikin ku di jîyana doktorê zimanzanîyê, profêsor Maksîmê Xemo da qewimîye.

 

Maksîmê Xemo û rûreşkirina hevalekî

 

Xwendevanekî kurd ku dixwest di hêla zimanê kurdî da bibûya doktor, bêy hayadarîya doktorê zimanê kurdî – Maksîmê Xemo, ew kiribû serokê xwe yê zanyarî. Piştî çend rojan ew gerekê têza xwe ber zanyaran bixwenda, ku wan jî bîr û bawerîya xwe bigota. Ew berî rojekê tê bal Maksîmê Xemo, jê ra dibêje, ku ewî têmayek amade kirîye û jê hîvî dike, ku alîkarîya wî bike, bi lez bibe serokê wî yê zanyarîyê. Maksîmê Xemo jî dibîne, ku têma ku ewî hilbijartîye, gelekî sist e û wext jî tune, jê ra dibêje: “Here pirtûka filan kurdzanî, ji filan berhemê, ji filan rûpelî heta filan rûpelî ji ber bigire, sibê ji ser navê xwe ji amadekaran ra bixûne, ezê jî bêjim, ku me bi hev ra kar kirîye, ew têkst amade kirîye”.

Rojtira dinê, berî xwendina wê têzê, di navbera wan da şerek çê dibe, bîhna wan li hev teng dibe. Gava xwendkarê kurd têza xwe dixûne, Maksîmê Xemo navbirîyê didê û bi dengekî bilind ji amadekaran ra dibêje: “Ev têksta ku ew dixûne, ji berhema filan kurdzanî, ji filan rûpelî heta filan rûpelî ji ber girtîye; ango keda xelqê kirîye malê xwe”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev