XURTBÛNA NASYONALÎZMA KURDAN -4

XURTBÛNA NASYONALÎZMA KURDAN -4

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Xurtbûna nasyonalîzma kurdan”. Me ew kirîye 4 beşan. Me berî çend heftêyan beşên 1, 2 û 3 raberî we kiribû. Îro em beşa 4an, ango a dawî, çap dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 145 

Têkçûna serhildana Araratê çiqasî nêzîk dibû, ewqasî tesîra “Xoybûn“ê ya sîyasî kêmtir dibû. Ji hêza wê der bû pêşî li têkçûnê bigire. Deng bela bûn derheqa nelihevîyên di navbera ûsyanvanan û “Xoybûn“ê da. Gelekan digot Îhsan Nûrî paşa di dawîya sala 1930î da, dema here giran da, deşta şêr hîştîye û revîye. Qedir û qîmetê wî bi carekê va ket, û “Xoybûn“ê ber ûsyanvanan pêşnîyar kir ji xwe ra serekekî din hilbijêrin. Wana kesekî bi navê Ferzende hilbijartin, lê serekê barêgehê kurê wî – Îbrahîm hate hilbijartin. Van guhastinan alî ne kir, ku serokatîya serhildanê bidine xurtkirinê. Ew hewildana nasyonalîstên kurd (bi serokatîya Îbrahîm paşayê Hesikî) jî bi ser ne ket, ku Enqere hinek daxwazên wan bi cî bîne. Daşnak, ku bingeha wan li Tebrîzê xurt bû, hatine hewara “Xoybûn“ê. Qasidên wan rola navbeynkarîyê dilîstin di navbera serokatîya “Xoybûn“ê û kurdên Araratê da. Şik birine ser çend qasidan, ku ew bi dayîreya cesûsîyê ya Sovyet ra girêdayîne, û ev yek zirareke mezin dida “hevkarîya kurdan-ermenîyan“. Desthilata Farizistanê jî di hindava xwe da pêşî li wî karî girt43.

Di destpêka sala 1931ê da Osman Fûadê kurê Saleheddîn û kurê Ebdul Mecîdê xelîfê Osmanîyê yê dawî – Ahmed Tofîq, ku anegor li mihacirîyê – li Fransîyayê û Austrîyayê – diman û bi “Xoybûn“ê ra girêdayî bûn, hatine Bêyrûtê. Deng bela bû, ku hatina wan bi wê yekê va girêîdayî bû, ku kurd hazir dibin di buhara sala 1931ê da rabine serhildana hemtomerî û ku ewana pevgirêdanên nêzîk bi rêxistinên nasyonalîstîyê yên kurdan yên li Kurdistana Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê ra danîne. Pêşdadîtin dihatine kirinê, ku pevgirêdanên wan bi wan kesan ra li Tirkîyê heye, ku hazirîya serhildana ji bo vegerandina xelîfatê dikin. Şikeke mezin li ser van behsan heye, lê dîsa jî dîyarbûna wan balkêş e44.

Bi vî awahî, “Xoybûn“ heta dawî jî ne bû serekê serhildana kurdên Araratê yê eynsî, ne di hêla leşkerî da, ne jî di hêla sîyasî da, û piştgirîya daşnakan jî alî wan ne kir. Di wê serhildanê da, wek ku yên berê da, destpêk ne bi rêk û pêk bû, ji ber wê jî têk çû.

“Xoybûn“ di şerê ji bo rizgarîyê têk çû jî, lê çekên xwe danenî. Endamên wê hereketên xwe dubare kirin bona li perçên Kurdistanê yên din, ku di bin hukumdarîya Brîtanîya Mezin û Fransîyayê da bûn, hêza xwe xurttir bikin. Lema jî daxwaza wan, ku pêwendîyên xwe bi îngilîsan û fransizan ra xurttir bikin bona ji wana alîkarî bistînin (di wî karî da xoybûnîyan bi daşnkan ra tevayî karê xwe dimeşandin), diha zêde bû. Ew her tenê li benda wê yekê bûn, ku serhildana li devera Araratê xurttir bibe.

Pêşî beşa “Xoybûn“ê ya Mûsilê saz bû. Li wir komîtêya “Recnun“ hate sazkirin, ku gorî hinek malûmatîyan, mêla endamên wê li ser Îngilîs bû. Derheqa kar û barên wê da kêm tişt bêlî ye, xên ji wê, ku nûnerên binemala bi nav û deng Bedirxanî serokatî lê dikirin, yên ku xudêgiravî hewil didan kîsî wilayetên kurdan yên Tirkîyê Mêsopotamîyayê “bidine firekirinê“45. Di destpêka tîrmeha sala 1929an da Sureya Bedirxan seredana Bexdayê kir û di berîka wî da nameya bi zimanê fransî ya ser navê komîsarê sereke yê Îngilîs li Îraqê C. Klêyton hebû, ku 30ê hezîranê sala 1929an da hatibû nivîsar. Di wê da dihate gotinê, ku Mêsopotamîya “wetenê kurdan e“, navbenda sîyaseta Brîtanîyayê ye di pirsa kurdan da û “warê bala xwe dayîna li ser Kurdistanê ye, ku ji alîyê tirkan da hatîye zevtkirin“. “Xoybûn“ bi hêvî ye,- Sureya dibêje,- ku Îngilîs wê xwe li riya Sêvirê bigire û “wê tu caran berê xwe ji pirsa kurdan neguhêre. Hevalên min û ez bawer in, ku sîyaseteke Îngilîs ya ciddî li Kurdistanê heye. Brîtanîya Mezin wê di çareserkirina pirsa kurdan da gotina xwe ya giran bêje“46.

Li Bexdayê ji hatina Sureya ne razî bûn. Wî dihesibandin wek “merivekî nerehet“ û bi wî ra li Inteligence Service wê gelek serêşandin hebin. Înformasyona wî derheqa rewşa li Tirkîyê ne bi dilê karmendên Brîtanîya dagîrkar bû, ji ber ku wana zanibû, ku şerê hêzên hukumetê bi ûsyanvanên kurd ra zêde derketî ye, lê Sureya dixweze wisa nîşan bide, ku ne wisan e. Berdewambûna serhildanê dijî berjewendîyên Brîtanîya Mezin bû47.

Serokatîya Brîtanîyayê dijî kar û barên “Xoybûn“ê bû jî, lê dîsa jî ewê bi her awahî digerîya ji xwe ra hevalbendan peyda bike. Serekê êzdîyan Îsmaîl begê ji Rewandûzê, ku pêwendîyên wî bi serokatîya Fransîyayê ya li Sûrîyê û beşên “Xoybûn“ê yên li Amêrîkayê hebû, xwe nêzîkî Bedirxanîyan kir û bi hîvîkirin berê xwe da Şêx Ahmed Barzanî bona ew piştgirîya “bernameya kurdan ya miletîyê“ bike. Şêx Ahmed ne ji dil be jî, sozê alîkarîyê da. Li Kurdistana Îraqê bangawazîyên dijî Tirkîyê yên ber bi serekên kurdan bela bûn, bona ewana qe na ser du salan dawî li şerê navxweyî bidin48. Daşnakan jî li Îraqê piştgirîya kurdan kirin. Desthilata Îraqê hewil dida rê li ber du daşnakan – Samî beg û Rûbên Dêrmînazyan bigir, nehêle ew bêne welêt49.

Di buhara sala 1931ê da karmendên “Xoybûn“ê Tofîq Wehbî beg û Yusuf Malik ji Helebê bi serekên kurdan yên li Bexdayê ra pêwendî danîn. Wana didane bawerkirinê, ku xwe bigihînine “Xoybûn“ê. Rasthatina bi kurê Şêx Mehmûd Barzincî – Qadir ra dane teşkîlkirin û li wir berbirîbûna (“mezbet“) ser navê Koma Miletan û komîsarê sereke yê Brîtanîya Mezin li Îraqê hate guftûgokirinê, ku tê da gazî hebû bona mafên kurdan yên miletîyê li Îraqê kefîl bikin. Têksta wê berbirîbûnê bi radyoyê hate elamkirin û li herêmên Îraqê yên bakur hate belakirin50.

Wisa xuya ye, ku pêwendîyên rêxistina kurdan ya “Komeleyî piştevanî kurdan“, ku li Bexdayê û Hîllê kar dikir û di bin parastina Şêx Mehmûd Barzincî da bû, bi “Xoybûn“ê ra hebûn. Ji endamên wê Şêx Mehmûd xwest dêlêgasyoneke kurdan ya cuda amade bike bona ew tevî wan hevraxeberdanên Koma Miletan bibe, ku derheqa hilanîna mandata Brîtanîyayê û wê yekê da bû, ku serbestîya tam bidine Îraqê. Gerekê Şerîf paşa serokatî li dêlêgasyonê bikira; Ewê dêlêgasyonê bi Şêx Ahmed Barzanî ra pêwendî danîn51.

Evê komelê bi awayekî aktîv belge (“menşûr“) bela dikir, ku tê da ew behs derew derdixistin, ku xudêgiravî serhildana kurdan ji alîyê dewleta dereke da hatîye teşkîlkirin, bangawazî hebûn ber bi Îngilîs, bona ew wan biryarên Koma Miletan pêk bîne, ku derheqa mafên kurdan da bûn li Îraqê, serokatîya Tirkîyê û welatên ereban di wê yekê da dihatine gunehkarkirin, ku dixwezin miletê kurd ji holê rakin, lê bangî binecîyên Suleymanîyê dikirin tevî hilbijartinên hukumetê nebin. Di bangawazîyan da gotinên derheqa serketinên ûsyanvanên kurdan li Tirkîyê hebûn û dihate destnîşankirinê, ku kurd zûtirekê wê wilayetên Erzurumê, Wanê, Bîtlîsê û Dîyarbekirê zevt bikin52.

Ji nîveka sala 1930î li Îraqê û welatên Rohilata Nêzîk yên din kovara “L`Orient“ (“Rohilat“) bi zimanên kurdî, fransî û îngilîsî hate belakirinê, ku Bedirxanîyan li Bêyrûtê bingeha wê danîbûn û di nav kurdan û ermenîyan da propaganda derbaz dikirin bona ew hevkarîyê bikin û bi tevayî şerê ji bo rizgarkirina Kurdistanê û Ermenîstanê bikin. Balkêş e, ku êmîgrantekî rûs – Rîkov mîlyonek dolar dabû bona çapkirina kovarê, ku bi emirkaneke dewlemend ra zewicî bû û dilê wî bi daşnakan ra bû. Daşnakan ji bo armancên sîyasî li her deran didane xuyakirin, ku pêwendîyên wan bi nasyonalîstên kurdan ra heye û bê bingeh (bi gotinên rojnameya ermenî – “Yêrêvan“, ku li Parîsê derdiket) digot, ku serhildana Araratê ji Kurdistana Başûr dihate serkarîkirinê. Mûsil û Rêwandûz navbendên sereke yên agîtasyona kurdan bûn, îngilîsan xudêgiravî bi riya serhing Lowrêns piştgirîya serhildana kurdan dikirin, lê armanca xoybûnîyan ew bû, ku li devera Dîyarbekir-Nisêbînê leşkerên tirkan bigirin53. Lê rojname tu îzbatî ne dianîn.

“Xoybûn“, xwesma piştî serhildana Araratê, hewil da hukumê xwe di nav kurdên Îranê da jî xurt bike û di wî karî da armanca wî him ya leşkerî bû (alîkarîdayîna ji bo şervanên li devera çiyayê Araratê), him jî sîyasî bû (hevgîhandina Kurdistana Tirkîyê û Kurdistana Îranê). Lê ji bo nasyonalîstên kurdan dijwar bû li Îranê karê xwe bimeşînin. Li Îraqê ne wisa bû, ji ber ku li wir dikaribûn kêm-zêde bi awayekî azad kar bikin û ew jî bi saya serê îngilîsan û serokatîya ereban bû, yên ku ji bo berjewendîyên xwe tevgera kurdan bi kar dianîn û carna jî çavên xwe lê digirtin. Lê Tehran û Enqere tam dijî daxwazkarîyên pankurdîstan yên sîyasî bûn, ji ber ku ew ji bo yekîtîya welatê wan xeter bû.

Wezîrê bi nav û deng yê hukumeta şah ya wê demê Teymûrtaş di sohbeta bi nûnerê Îngilîs li Tehranê R. Klayv ra rewş ha şirove kir. Bi gotina Klayv, Teymûrtaş tirsa xwe ji tevgera kurdan venedişart, ku hewil didan xeyala xwe ya Kurdistana serbixwe bi Ermenîstana serbixwe ra tevayî di jîyanê da pêk bînin. Wezîr bi hêvî got, ku wê li hev bê pêşî li kurdên Farizistanê bigirin, ku ew jî çav nedine kurdên Tirkîyê û bi wê ra tevayî got, ku sîyaseta Tirkîyê di hindava kurdan da “herdem jî tirs kirîye dilê hukumeta Îranê“ (qesta wî behsên derheqa li devera Araratê sazkirina hukumeta kurdan bû, ku tê da heta wezîrê karên der jî hebû). Teymûrtaş nerazîbûna xwe di hindava sîyaseta desthilata Brîtanîyayê li Îraqê dîyar kir, ku ew xudêgiravî tevgera ji bo “Kurdistana serbixwe“ destek dike; bi bawerîya wî, pêwendîyên Şêx Mehmûd Barzincî bi serekên wê tevgerê ra hene. Xên ji wê, Teymûrtaş hîvî kir derheqa elametîyên çapemenîya Tirkîyê û Îranê ya derheqa hatina Lowrêns li Kurdistanê şiroveyê bidin. (Klayv ev behs derew derxist). Teymûrtaş herwiha bal kişande ser pêwendîyên daşnakan û “Xoybûn“ê bi mûsafatîstan ra, ku şerê bona Azirbêcana serbixwe û yekgirtî dikirin û barêgeha wan li Stembolê bû54.

Piştî pirsyarkirina R. Klayv ji Bexdayê bersîveke xêrê hat. Naveroka wê ew bû, ku gorî çareserîya pirsa Mûsilê, hukumeta Brîtanîyayê erk hildaye ser xwe, ku hinek mafan bide kurdên Îraqê, di nav wan da bikaranîna zimanê zikmakî û h.w.d. Bi wê ra tevayî desthilata Brîtanîyayê hewil dide nehêle Îraq bibe “navbenda tewlebazîyên kurdan yên miletîyê“. Şikberîyên wezîr derheqa wê yekê da, ku Îngilîs piştgirîya tevgera ji bo Kurdistana serbixwe dike tam bê bingeh in,- ji Bexdayê dinivîsandin55.

Bi vî awahî, ne li Îraqê, ne li Îranê, ne jî li Tirkîyê ji “Xoybûn“ê ra li hev ne hat hêza xwe xurttir bike û rehên kûr bavêje. Lê li Sûrîyê ne wisa bû. Li vir nasyonalîstên kurd arxayîn û xwebawer bûn, ji ber ku li Sûrîyê pirsa kurdan wisa sert nîbû, çiqas ku li welatên din, ku kurd lê diman. Ferq ne di wê da bû, ku îdêya miletîyê ji bo kurdên Sûrîyê ne xem bû, lê di wê da bû, ku bi sebebên dîrokî û erdnîgarî arnamca tevgera kurdan li Sûrîyê ne cudaxwezî bû. Kurdên Sûrîyê ne d`ewa otonomîyê dikirin, ne jî ya serxwebûnê, lê her tenê dixwestin, ku mafên wan yên miletîyê bêne naskirinê, lê bi wê ra tevayî jî piştgirîya şerê kurdên xwe yên dervayî sînorên Sûrîyê dikirin.

Desthilata Fransîyayê ya dagîrkar dema tevgerên dijî împêrîyalîstîyê yên li Sûrîyê û Libnanê ji holê radikirin, tu ferq ne dikire di navbera kurdan û ereban da. Lê dema kurdên Sûrîyê piştgirîya şerê miletîyê yên di perçeyên Kurdistanê yên din da dikirin û alîkarî didane wan, Parîs û serokatîya Fransîyayê li ser axa dagîrkirî sîyaseta taybet derbaz dikirin. Wana dixwest tevgera kurdan ji bo berjewendîyên xwe yên li Rohilata Nêzîk bi kar bînin bona zor li Tirkîyê û Îraqa di bin destê Îngilîs da bikin. Lema jî fransizan kar û barên aktîv yên nasyonalîstên kurdan li ser axa Sûrîyê piş guhê xwe va davîtin, carna jî helan didane wan. Di wî karî da dîyasprora ermenîyan ya pirjimar li Fransîyayê roleke mezin lîst, ji ber ku nêzîkîhevbûna nasyonalîstên kurdan û ermenîyan pir bi dilê wan bû.

Di buhara sala 1930î, dema serhildana Araratê germ û gurr bûbû, fransizan rê dane kurên Cemîl paşa, Îbrahîm paşa û Xoce axa li navbenda kurdan ya sereke li bakur-rohilata Sûrîyê – bajarê Qamişloyê beşa “Xoybûn“ê saz bikin. Komîtêyê li vir ode-barêgeha xwe saz kir û bi serekên kurdên Îraqa Bakur ra herdem di nav pêwendîyan da bû (bi êzdîyan, Îsmaîl Hekki Şawês, Samî beg, Şukrî Muhemmed, Mehmûd Barzincî û yên din ra)56.

Pêwendîyên fransizan yên baş bi “Xoybûn“ê ra bû sebeb, ku li ser sînorê Tirkîyê-Sûrîyê serttî saz bû û di pêwendîyên Îngilîs-firansizan da dilsarî peyda bû. Ji her deran hevdu gunehkar dikirin. Kesên mêla Fransîyayê dikirin, digotin, ku înîsîatorê serhildana kurdan li Tirkîyê serhingê navdar Lowrêns bû, ku xudêgiravî herdem li ser sînorê Tirkîyê-Sûrîyê bû. Çapemenîya ereban dinivîsî, ku daxwaza Lowrêns ew e, ku çend sed kîlomêtran dûrî bakurê Makûyê be. Îngilîsan înkar dikirin, lê bawerî pê ne dianîn. Tirkan di navbera Siwêregê û Dîyarbekirê da 3 hezar leşker bi cî kiribûn bona pêşî li wan şervanên kurd bigirin, ku dibe ji Sûrîyê bên. Desthilata Fransîyayê, ku ne dixwest rewşê serttir bike, emirî li ser serekên kurdan kir, ku bi desteyên xwe va herine kûraya welêt. Bi wê ra tevayî jî serekên dîyaspora ermenîyan li Sûrîyê her tişt dikirin bona bi kurdan ra bibin yek.

Desthilata Fransîyayê piştgirîya “Xoybûn“ê dikir, lê hewil dida aktîvîstên wê di bin hukumê xwe da xwey ke. Dîtindaran destnîşan dikirin, ku kurdên Sûrîyê “bi dil û can“ bi şerê birayên xwe yên Tirkîyê yê bona serxwebûnê ra bûn, lê fransiz amade bûn her daxwazeke wisa ji holê rakin û di wî karî da zêde guh didane ser propagandayê. Em wê jî bêjin, ku wana di wî karî da zêde bolşêvîk gunehkar dikirin, ku xudêgiravî piştgirîya ûsyanvanên kurd li Tirkîyê dikin, lê tiştekî wisa tunebû û ew yek ji ber xwe va digotin57.

Fransizan, ku di hundurê Sûrîyê da çavên xwe ji nasyonalîstên kurd ne dibirîn, wek berê li dor sînorên Sûrîyê alîkarîya wan dikirin. Gorî dayîreya cesûsîyê ya Îraqê, serokatîya Fransîyayê li Sûrîyê bi “Xoybûn“ê ra li Helebê peyman girêda derheqa wê yekê da, ku ewê çekan, cebirxaneyan û pereyan (500 hezar frank di bin kontrola Fransîyayê da) bide wê. “Xoybûn“ gerekê di nav êzdîyan da propaganda Sûrîyê û Fransîyayê bikira, bona Sincar biketa nava axa Sûrîyê. Desthilata Fransîyayê dest pê kir zabitên ereb fêrî zimanê kurdî kir58.

Bi vî awahî, “Xoybûn“ nikaribû li tu perçeyekî Kurdistanê strûktûrake wisa saz bikira, ku di dema xurtbûna tevgera kurdan ya li miletîyê di salên 20-30 da tesîreke biryardar li ser rewşa sîyasî bihîşta. Lema jî rola wê di serhildanên kurdan da, xwesma li Tirkîyê, ne zêde pir bû. Ji dijminên serxwebûna kurdan, him yên cî, him jî yên Roavayê ra li hev hat bi dijwarîyeke ne zêde va ji heq-hesabên alîgirên wê bêne der. Tenê li Sûrîyê firsend kete “Xoybûn“ê bi awayekî vekirî karê xwe bimeşîne, lê li wir jî ew di bin zora desthilata Fransîyayê da bû.

Kar û barên “Xoybûn“ê li erafê navnetewî jî rêçeke berbiçav ne hîşt. Ne li Koma Miletan, ne jî di rêxistinên navnetewî yên din da bi wê ra hesab rûnediniştin. Dewletên, ku berjewendîyên wan ji kurdan hebû, her tenê li ser dereceya dayîreyên dagîrkar û dayîreyên cesûsîyê bi pankûrdîstan ra didan-distendin, û zêde guh nedidane wan. Li Yekîtîya Sovyet wan dihesibandin wek cesûsên Îngilîs û Fransîyayê, ku bi “kontrşoreşgerên“ daşnakan va girêdayî bûn. Her tenê komên Roavayê yên hûmanîtar û dêmokratîk, ji hemûyan zêdetir jî Întêrnasyonala Sosîalîstîyê, ku partîyên sosîal-dêmokratîyê yên Roavayê diketine navê, hinek guh didane nasyonalîstên kurd.

“Daşnaksûtyûn“ê berjewendîyên tevgera kurdan ya miletîyê li erafê navnetewî raber dikir, ji ber ku ew endama Întêrnasyonala Sosîalîstîyê bû. Hela di sala 1925an da daşnakan mêmorandûmek dane kongrêya navnetewî ya derheqa pirsa kurdan da, ku li Marêslê dihate derbazkirin59. Ji wî çaxî da, xwesma piştî sazbûna “Xoybûn“ê, wana herdem ew pirs li civînên navnetewî yên cuda-cuda bilind dikirin û daxwaza Kurdistaneke serbixwe dikirin. Ji bo nimûne, di tîrmeha sala 1928an da, li kongrêya “Yekîtîya komeleyên piştgirîkirina Koma Miletan“ bi înîsîatîva daşnakan biryareke gelek sert hate qebûlkirin derheqa sîyaseta Tirkîyê ya miletîyê da û bangî Koma Miletan dikirin, ku tevî wî karî bibe60.

Bi dijwarîyeke mezin va ji “Daşnaksûtyûn“ê ra li hev hat pirsa kurdan bike nava rojeva civîna Întêrnasyonala Sosîalîstîyê, ku di dawîya meha tebaxê sala 1931ê li Syûrîhê hate derbazkirin. Sedirê civînê de Bruker li xwe mukur hat, ku ew serederî li wê pirsgirêkê nake û sipasîya xwe ji “hevalên ermenî“ ra got bona înformasyonê. Bi wê ra tevayî tirsa xwe dîyar kir, ku pirsa kurdan dikare bibe “sebebê dijwarîyên navnetewî di navbera dewletên xwedî berjewendî“ û dikare “bigihîne wê yekê, ku li tevaya Rohilata Nêzîk şer tevrabe“. Di encamê da li civînê hate gotin, ku nabe bi riya Koma Miletan bi awayekî erênî pirsa kurdan bê lênihêrandin. Ew pêşnîyar jî nehate qebûlkirin, ku komîsyonekê bişînin bona bala xwe bidine rewşa li Kurdistanê. Civînê her tenê biryarek qebûl kir, ku tê da “hovîtîya bi xwîn“ ya hukumeta Tirkîyê di hindava kurdan da şermezar dike (ku weke wan hovîtîyan bûn, ku anîbûne serê ermenîyan), ji alîyê leşkerên tirkan da teribandina sînorê Îranê gunehkar dike, û herwiha Koma Miletan rexne dike bona bêdengîyê. Komîntêrn jî hate rexnekirin, ku cesûsên wê di nav kurdan da kar dikin. Bi vê yekê va serê pirsê hate dadan61.

Bi vî awahî, “Xoybûn“ heta bi alîkarîya “Daşnaksûtyûn“ê jî, nikaribû berjewendîyên xwe yên sîyasî li erafê navnetewî biparêze. Eva careke din îzbat dike, ku nasyonalîstên kurd, ku di bin ala wê da kar dikirin, wek lazim e negihîştibûn bona armancên mezin û ew yek di dema serhildana Araratê zêde xuya bû. Piştî têkçûna wê serhildanê “Xoybûn“ di hêla sîyasî û organîzebûnê da tam ji hev çû û ji meydana sîyasî bi dûr ket. Karmendên wê di paşdemê da zêde karên kûltûrî-perwerdeyî kirin û di wî karî da zêde bi ser ketin. Dîroka “Xoybûn“ê wek organîzator û rêvebira tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê demkurt bû û rêçeke kivş ne hîşt.

Riataza

43 Dîsa li wir, dexle 363, belge 12-13. Nivîsa W. S. Êdmonds ji mîsyona Brîtanîyayê li Enqerê ji bo Bexdayê 17.08.1930; dexle 365, belge 93-94. Ji nivîsa konsûlê sereke yê Brîtanîya Mezin li Tebrîzê S. Palmêr ji bo baylozê Brîtanîyayê li Tehranê derheqa rewşa li Kurdistana Bakur heta 4ê tîrmehê sala 1931ê, 16.07.1931; dîsa li wir, dexle 252, belge 87-88, hejmar 606, nameya surî ya konsûlê Brîtanîyayê li Tebrîzê ji bo baylozê li Tehranê 16.07.1931, kopîya.

44 Dîsa li wir, dexle 365, belge 1, hejmar 5. Jêdera ji malûmatîyên polîsîya Îraqê 31.01.1931.

45 AVPRI, fonda 132,çente 15, dexle 23, belge 6, 7, 12. Îngilîs û pirsa kurdan.

46 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 362, belge 7-8.

47 Dîsa li wir, belge 11-12. Nivîsa C. Klêyton ji bo konsûlê sereke yê Brîtanîya Mezin li Bêyrûtê Satow 17.07.1929, kopîya.

48 Dîsa li wir, belge 44, 45. Ji Wezîreta karên der ya Îraqê 14.09.1929; ji hesabdayîna înspêktorê serokatîya Brîtanîyayê li Erbîlê ya îlona sala 1929an; dexle 363. Belgenameyên ”Xoybûn”ê.

49 Dîsa li wir, dexle 363, belge 28-29, hejmar 559. Sêkrêtarê komîsarê sereke yê Brîtanîyayê li Îraqê ji bo wezîrê karên der 13.05.1930.

50 Dîsa li wir, dexle 365, belge 38. Jêdera ji malûmatîyên rêçgerîyê yên polîsa Îraqê 02.05.1931, kopîya.

51 Dîsa li wir, dexle 363, belge 69, hejmar 25. Jêdera ji malûmatîyên rêçgerîyê yên polîsa Îraqê 21.06.1930.

52 Dîsa li wir, belge 181-182, hejmar 32. Jêdera ji malûmatîyên rêçgerîyê yên polîsa Îraqê 11.08.1930.

53 Dîsa li wir, belge 82, 85, hejmar 25. Jêdera ji malûmatîyên rêçgerîyê yên polîsa Îraqê 05.07.1930.

54 Dîsa li wir, belge 15-16, hejmar 57. R. Klayv ji bo komîsarê Brîtanîyayê yê sereke li Îraqê F. Hêmfrî 16.03.1930.

55 Dîsa li wir, belge 17-18. Nivîsa F. Hêmfrî ji bo R. Klayv 25.04.1930, kopîya.

56 Dîsa li wir, belge 20-21, hejmar 18. Jêdera ji salixên rêçgerîyê yên polîsa Îraqê 03.05.1930.

57 Dîsa li wir, dexle 364, belge 143. Cîgirê konsûlê Brîtanîyayê li Helebê Ceffrî ji bo A. Hêndêrson li Wezîreta karên der 09.09.1930; belge 162, hejmar 68; 17.09.1930.

58 Dîsa li wir, dexle 365, belge 32. Jêdera ji salixên rêçgerîyê yên polîsa Îraqê ya 04.04.1931, kopîya.

59 Akopov A. Pirsa kurdan û daşnak, rûpel 38-39.

60 Koma Miletan û gelên kêmjimar.- Malhebûna cihanê û sîyaseta cihanê. 1929, hejmar 1, rûpel 118.

61 Akopov A. Pirsa kurdan û daşnak, rûpel 39-40; Gotfrid L. Sosîal-faşîzm derheqa pirsa kurdan da.- BPSV. 1932, hejmar 13-14, rûpel 119-120; Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya miletîyê, rûpel 134-145; Gavan S. S. Kurdistan: Divided Nation of the Middle East. L., 1958, rûpel 26.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev