Împeratoriya Osmanî û netewetiya kurd

Împeratoriya Osmanî û netewetiya kurd

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Ji bona ku sedemên belavbûna Împeratoriya Osmanî bê diyar kirin, divê ku mirov li ser avabûna Împeratoriya Osmanî raweste.

Împartoriya Osmanî jî,  di destpêkê de encama desthilatdarî û şerê bandorî ya malbeta Osmanî dest avabûna xwe kir.

Piştî ku di nav eşîr û cemaatên cihê û cihê de yekîtiyek pêk anî, împaratoriya Osmanî, ji bona ku desthilatdariya xwe fireh bike, ji bona xwe siyaset û mejiyekî emperyal û kolonî çêkir; firehkirina sînorê Osmaniyan ji bona xwe kir armanc.

Ev siyaseta Osmaniya, bi awayekî siyaseta avabûyina împaratoriyên erebî, wek împeratariyên eyyûbî, emewî û Edulusî bû.

Osmaniyan jî ceribandina desthilatdariya îslamê, eyyubîyan, emewiyan, endulusiyê ji bona xwe wek wîzyon û stratejiyekê tespît kirn. Osmanî û di ev stratêjiya xwe de jî bi ser ketin.

Osmaniyan, bi şer û êrişkeriya emperyal heta ber deriyê Wîyanayê çûn û li wir şikest xwarin, vegeriyan.

Lê encama vê êrişê Balkan ket bin bandora Osmaniyan. Li Balkanan jî Yunanî û Bulgarî û gelek gelên din dijiyan; ev gelan,  herêm û welatê wan gelan ketin bin bandora Osmaniyan. Cezîra û welatên Ereban jî ket bin bandora Osmaniyan. Kurdistan û Ermenîstan jî ket bin desthilatdariya Osmaniyan.

Osmaniyan împeratoriyek ava kirin. Di Osmaniyan de gelên bindest desthiladariya merkezî bi Osmaniyan re parve nedikir û gelê bindest ji desthilatdariyê dûr dihatin sekinandin.

Bes gelên bindest li herêmên xwe nîv-azad û nîv-otonom bûn. Ev yeka di Împaratoriya Osmanî de her dem dibû pirsgirêkeke mezin û şerîhildanan. Lewra qanûneke xwezayî heye, ku her kesek û her gelek û her netewek dixwaze ku qasî kesê din, gel û neteweyên din xwediyê maf be.

Imperatoriya Osmanî, dewleteke nîv-merkezî û feodal û kolonyalîst bû. Di Împeratoriya Osmanî de her gel, weletek, herêmek nîv-azad û nîv-otonom bû. Lê ev sîstema ji bona gelan zîndenek bû. Ji bona vê yekê dema ku Împaratoriya Osmanî tê bi nav kirin, wek zîndana gelan dihat bi nav kirin. Rastî jî, “Împaratoriya Osmanî zîndana ku gel tê de dijî bû.” Di Împeratoriya Osmanî de desthilatdariya merkezî di destê Osmaniyan de bû.

Osmaniyan desthilatdariya xwe bi ew kesên ji gelên bindest hatibûn dida meşandin.

Leşkerê Osmaniyan jî, leşkerekî taybetî bû jê re digotin ku “Yenîçerî”. Yenîçerî, ji zarokên gelên bindest yên dihatin ava dibû. Piştî ku zarok mezin dibûn û dibûn leşker, wan dê û bavên xwe; ê girîngtir jî gel û netewa xwe nas nedikirin. Leşker ji kesên bê kok û bê esil ava dibû. Ev leşkeriya bê kok û bê esil û bi wateyeke din bê netewe, wê demê gelek bi hêsanî û bê tirs û bê wîjdanî dikarî êriş bibe ser gel û herêmên din. Li ser gelan û herêmên gelên ji Osmaniyan cuda bandoreke xurt ava dikirin û tadeyeke mezin li ser wan dimeşandin.

Gelên di bin bandora Osmaniyan de jî, ji bona, ku ji bin bandora wan derkevin, azad û serbixwe bin jî,  Kurd di serî de, li herêmên xwe li hemberî desthilatdarî û karbidestiya Osmaniyan serîhildidan. Lê hezar mixabin ev gelên bidest heta beriya salên navîna 1800-î nikarîn ji bin bandora Împaratoriya Oamaniyan derkevin.

Piştî Şoreşa Fransayê (1789), li dinyayê û bi aybetî jî li Ewrupayê nasyonalîzm pêş ket û pêvajoya dewletên milî dest pê kir. Encama Şoreşa Fransayê derket holê ku bi sîstemeke otorıter û hişk ya kolonyalîst, li herêmên din desthilatdarî û bandor meşandin gelek zehmet e. Lewra di nav gelên balkanî û ne balkanî de şûureke nû ya milî çê bû; ji bona azadî û serxwebûna xwe tevdigeriyan.

Di vê qonaxê de di nav rewşenbîr û desthilatdarên Osmanî de jî minaqeşeyan dest pê kir. Beşek desthilatdar û rewşenbîrên Osmanî, gelek aşkere diyar kirin, ku bi sîstemeke otorîter û hişk ya kolonyalîst, yekîtiya Împaratoriya Osmanî parastin ne mimkûn e û divê ku sîstem gorî rastiyên plûral ya olî û neteweyî û gelî jinûve realîze bibe. Sıstemeke ne merkezî/adem-î merkezî ava bibe. Prens Sebahaddîn yek ji wan kesan bû ku Osmanicitî jinûve şirova dikir û osmaniya nû wek fikrekî û senaryoyeke nû pêşniyar dikir. Lewra Presns Sebahaddîn dinya û Ewrupa nas dikir; sîstemên sîyasî nas dikir. Jiyana neteweyan ya hevmişterek dikare çawa û di çarçewa kîjan sîstemê de bimeşe dizanî.  Lê desthilatdarên Osmaniyan dixwestin ku sıstema kevn ya otorîter û hişk ya kolonyalîst bimeşînin.

Împeratoriya Osmanî, her çiqas hat xwestin jî sîstema ya hişk û nedemokrat neguhart û xwest ku sîstema xwe bi awayekî hişktir bidomîne û lê biserkeneket. Gel û neteweyên balkanî di sedasala 19-an de ji Împaratoriya Osmaniyan veqetiyan û bûn neteweyên azad û welatên serbixwe.

Li Împeratoriya Osmanî encama nasyonalîzm û pêvajoya dewletên milî parçebûnê dest pê kir û di destpêkê de jî gelên balkanî, di vê pêvajoyê de biserketin. Azadbûna gelên balkanî û serxwebûna welatên balkanî, di nav Împeratoriya Osmanî de tirseke mezin dest pê kir, ku neteweyên ereb, kurd, ermen jî dê ji Împaratoriya Osmanî veqetin û bibin dewletên serbixwe. Di wê qonaxeê de di dawiya sedsala 19-an û destpêka sedsala 20-an de li Împeratoriya Osmaniyan pêvajoyeke nîjadperesytî ya tirk û îttîhat terakkîçitî dest pê kir. Îttîhat Terakkîciyan ji bona, ku yekîtiya Împeratoriya Osmanîyan biparêze û gelên bindest azad û serbixwe nebin, dest bi zulmeke mezin kirin û li hemberî neteweyên bindest, bi taybetî jî li hemberî kurdan û ermeniyan siyaseteke gelek dijwar ya nîjadperestî meşandin.

Ermenî ji bona ku gelekî ne îslam û xirîstiyan bû, îttîhat terakkîcî ditırsiyan ku welatên ewrupayê dê ji wan re xwedî derkevin û emenîsteneke serbixwe ava bikin, di destpêka sedasala 20-an de di sala 1915-an de li hemberî gelê ermenî jenosîdek meşandin û di ev jenosîda xwe de jî bi serketin.

Lê ev tirsa wan piştî Şerê Cîhanê yê 1-emîn bû rastiyekê. Piştî ku Împaratoriya Osmanî şer wenda kir di sala 1920-an de girêdayî Peymana Sewrê Împaratoriya Osmanaiyan mecbûr ku avabûna Ermenîstanê û Kurdistanê re, bibêje erê. Ev peymana encama daxwaza Rojavayê û Ewrupayê pêk hat, Hezar mixabin dîsa bi îradeya Ewrupayê jî ev peymana ji holê rabû. Lê di despêka sedsala 20-an de jî gelên ereb ji Împaratoriya Osmaniyan veqetiyan û bûn xweser û ketin bin mandeya Îngilîz û Fransiziyan.

Di encamê de ez dikarim bibêjim, ku sedema parçebûna Împeratoriya Osmanî, netewe û gelên bindest. Azadbûn û xweserbûna van gelan bû. Dema ku gel û neteweyên bindest azad û serbixwe bûn, welatên wan ji Împaratoriya Osmanî veqetiya, erdê împaratoriyê biçûk bû. Rejîma Kemalîst jî, piştî salên 1919-yî û bi taybetî jî piştî sala 1923-an Împeratoriya Osmanî ji holê rakirin û rejîma sultanî/qraliyetê û xelıfetiyê dawî anîn û Komara Tirkiyeyê wek dewleteke nû ya unîter û neteweya tirk ava bû.  Kurdistan bes wek kolonî ji Komara Tirkiyeyê re ma. Îro jî, desthilatdarî û kolonyalîzma Komara Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê dom dike.

 

****** 

Pirsa netewetî ya kurd, pirseke gelek girîng e û di vê pirsê de sergejiyek heye. Her dîrokzanek, sosyologek, siyasetvan û rewşenbîrek di vê pirsê xwediyê nerîneke cihê ye. Min jî ev mijara, di gelek nivîsarên xwe de aniye ser zimên û bi taybetî jî di televîzyonan de jî ez li ser vê pirsê rawestiyam. Wusa diyar e, ku careke din divê ku li ser vê pirsê bê rawestandin.

Ji bona vê du, an jî sê pirs hene ku bên zelal kirin.

Pirsa yekem ev e: Civata Kurd, gel û neteweya kurd jî, beşek ji mirovatiyê ye. Qanûn û pîvanên giştî û objektîf ji bona hemû civatan, gelen, neteweyan derbas dibe, ji bona civata kurd, gel û neteweya kurd jî derbas dibe. Ji bona vê, di merheleya nekapîtalîst de ji bona kurdan jî, ji nasyonalîzmê behs kirin, ne ilmî ye. Ji bona kurdan, gel û neteweya kurd jî, nasyonalîzm, fikrên neteweyîbûnê, netewetî, neteweparêzî di merheleyekê de derketiye holê, mîsyon û rola xwe lêhistiye.

Pirsa duyem: Pêvajoya fikrê azadîbûnê, netewetî û nasyonalîzmê, wek dem û wek naverok divê ji hevûdu bê veqetandin. Fikrê azadiyê di avabûna civatan de dest kiriye û heta îro domandiye. Fikrê netewetî û nasyonalîzmê, di merheleyeke taybetî û bi taybetî jî beriya Şoreşa Franseyê demekê dest pê kiriye û piştî şoreşê pêşketiyê û wek kategoriyeke fikrî derketiye holê.

Dema ku em bi van qanûn û pîvanan li civata kurd, li pêşketin û guhertina kurd mêze bikin, di fikrê azadibûnê, nasyonalîzm û netewetîbûnê de, du pêvajoyên cihê derdikevin pêşiya me.

Çanda kevneşopî ya Kawayî û Newrozê xwediyê dîrkokeke gelek kevn e. Di kurdan de fikrê azadıbûnê bi çanda Kawayî derketiyê holê, pêşketiye û heta îro jî dom dike. Kurdan wek civat di her merheleyekê de ji bona azadî xebat û têkoşîn daye. Çanda Kawayî û Newrozê jî, di ev xebat û têkoşîna azadiyê de ji kurdan re rêberî kiriye û moral û zindîbûn daye kurdan. Ji bona vê Newroz, sembola azadiyê û têkoşînê û serxwebûn û rizgariya civata kurd û neteweya kurd e.

Fikrê netewetî û nasyonalîzm, di merheleyekê derengtir de derdikeve holê û di merheleke pêştir de jî wek kategoriyeke fikrî pêk tê. Fikrên netewetî û nasyonalızmî di dema Ehmedê Xanî de dest pê dike. Lê di destpêka sedsala 19-an de reng û ketgoriyeke tevgerê qezenç dike.

Lewra tê zanîn û pejirandin, ku Kurd civateke û gelekî hindî-ewrupayî ye. Gorî baweriya min, di pêşketina cıvata Ewrupayê û neteweyên ewrupayê û civat-netewe kurd de paraleliyek, li hevguncenbûnek heye. Li Ewrupayê di nav neteweyên ewrupayî de nasyonalîzmê, beriya Şoreşa Franseyê pirr zû dest pê kir û piştî Şoreşa Franseyê kategorîze bû û ji bona dewletên milî û unîter bû bingeh û bû paradigmeyekê.

Di kurdan de jî fikrê neteweyî di dema Ehmedê Xanî de heta vê rojê, di nav pêvajoyê de pêş ket û di destpêka sedsala 19-an de bi tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî û Tevgera Mîr Bedîrxanî bû destpêka dewleta netewetî ya kurd.

Pirsa seyemîn: Netewetiya kurd jî gelek kevn e. Netewetiya kurd di sala 1840 de bi serhildana Ûbeydûllah Nehrî digihîje qonaxa dewlet avakirina milî ya Kurdistanê.l3ı. Hezar mixabin ev serhildana serkeftî nabe.

Di destpêka sedsala 20an de bi taybetî jî piştî ku encama Peymana Lozanê Kurdista dibe çar parçe û kolonîyeke navneteweyî, serhildanên li çar parçeyên Kurdistanê rûdan jî, encama ev netewetiya xûrt û dîrokî ye. Armanca van serhildanan jî dewleta neteweyî ya Kurdistanê bû.

Hezar mixabin ew serhiildanan jî serkeftî nebûn. Encama serhildanê ji bona neteweya kurd gelek trajedîk bû. Serok û bi hezaran têkoşerê tevgera milî hatin kûştin. Li Kurdistanê qetlîmeke xerab domand..

Ew pêvajoya netewetî li Kurdstanê hîn jî dom dike. Li her parçayê Kurdistanê jî li qonaxeke cûda ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev