ÎŞEV, HÛTEK HÎVÊ DIDIZE!

ÎŞEV, HÛTEK HÎVÊ DIDIZE!

Gird Elî

Wê demê ez hêj zarok bûm, baş nayê bîra min, emrê min qey li dor heyşt an neh salan bû. Bi gazî û gefên dayê ber bi eşa ve me lîstika xwe nîvçe hiştibû û em vegerîyabûn malê. Bi dû paşîveke dereng re em li dor dapîra Peyrûz civiyabûn ku berya raketinê, guh bidin çend çîrokên wê.

Bê guman yek ji demên xweştirîn ên Kurdistanê şevên havînan ên bi hîveron bûn. Şevên welê, bi deng, qêrîn û lîstikên zarokan heta dereng didomandin.

Wê şevê jî, havîn û hîveron bû! Me lîstika xwe nîvçe hiştibû, lê, me têra xwe jî lîstibû. Wê şevê jî em bûbûn du beş û bi Bûkê û Çirê me lîstibû. Em baş bezîyabûn û ku ne ji meraqa çîrokên pîra Peyrûz baya, em dê zû jî raketana…

Şevên bi hîveron stêrkên li asîman baş nediçurisîn. Lê dîsan jî li asîman têra çîrokên pîra me stêrk hebûn, lewra hemî çîrokên wê li ser stêrkan bûn. Ew, hemî di heyamên berê de meriv bûn, serpêhatîyên wan hebûn, Xwedê ew mesex kiribûn û li asîman danîbûn.

Pîra Peyrûz bi çîroka Koma Sêwiyan dest pê kiribû: Kesên gellek feqîr bûn û cîranên wan jî zengîn bûn, lê kesî alîkarîya wan ne dikir. Êvarekê dîsan dema ku ê birçî serê xwe deynin û rakevin, ji Xweda hêvî dikin ku wan ji vî halî azad bike û Xweda jî hêvîya wan qebûl dike, wan hildifirîne asîman li rex hev dike komek stêrk, bi navê Koma Sêwiyan. Pîrê berê me da asîman ku dest nîşan bike bê ew kîjan komestêrk e û hêj welê dengek bi gund tevî ketibû!

Guhên me li dengê gund û çavê me li jor, ber bi asîman ve, em çi bibînin! Reşayekê, piç bi piç hîva weke gogekê ron dadiqurtand. Pîrê got, ”zû xwe dadin kevçî û tebaxçeyên xwe! Bikin dengîn, da Hût bitirse û dev ji hîvê berde!” Me nemerdî nekir û fena gund hemî, me dada tebaxçe û tenekan! Deng û şawşawek bi gundê me û ê cîran û ê hemî berrîyê ketibû. Heta bi kûçikên gund jî direyan! Xalê Seyid Xelîl dengek da, li Ewkîyê mamê Ûnis qêriya: Çavreş! Ez çavên te bixum! Heryê! Heryê, Heryê…

Her ku reşaya ser hîvê zêde dibû deng û selewatên me jî zêdetir dibûn. Hinekî şûnde, dema ku bi tevayî hîv winda bû û ji nişka ve qiraxek wê î ron xuya kir, hêvî û dengê me jî zêdetir bûn. De, de me zora Hût bir, ew tirsand, dev ji hîva me berda. Lê dîsan jî wê şevê me hemî zarokan kevçî û tebaxçeyên xwe di bin balîfên xwe de veşartin, çi dibe çi nabe, Hût, dikanîbû paşde vegerya!

Li gor remildarên berrîya Mêrdînê dibên: Îşev Hûtek tê, ji bo ku Hîvê bidize! Hêvîdarim bi bal û dîqeta hemî zarokan be ku li Hîva xwe û welatê xwe xwedî derkevin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev