Cejna Çilê havînê li bawermendên ola Ezîdî pîroz be!

Guhdarên delal! Hersal li destpêka meha tebaxê bawermendên ola Êzdî cejna Çilê havînê pîroz dikin. Ev eydeke gele kevin e û bi heyecaneke mezin di Ziyareta êzdîyan ya pîroz Lalişa Nûranî da tê derbaz kirin. Ango bi bîr û bawerîya êzdîyan di salê da du Çile hene, Çilê havînê û Çilê zivistanê. Ango Çil rojên here sar li zivistanê û Çil rojên here germ li havinê. Tê kivşê ku ev eyd demên salê va û steyrknasiyê ve girêdaye. Kesên çile digrin dibêjine wan – çilegir. Girtina çileyê bi feqrê va girêdayîye û armanca wê kuştina nefsê ye û çilegir bi wî awayî xwe dûrî xweşîyên dinyayê dikin û bi dua û ebabetên xwe nêzîkî Xwedê dikin. E’yda Çilê havînê sê roja berdewame û li Lalişa Nûranî da bi rê û rizmên dînî derbas dibe. Hilkirina çira, qewl û beyt, def û şibab, sema, siwarkirina Tawisê li wan rojan tên derbas kirin. Ev eydeke mezin e bona kesên ku di riya Siltan Şîxadî da diçin. Şîxadî û xasên wî jî çilegir bûn û xwe dûrî xweşiyê dinyayê kiribûn.

Berî eydê Ruhanîya êzdîyan, Extîyarê mergê (Bavê Şêx), Pêşîmam, Bavê Çawîş, Feqîr çil roj ji mal dernakevin û rojî digirin, dua dikin, ji Şîxadî dixwezin ku ew li dinyayê u êzdîxanê bê rehmê, hêvi dikin ku Çil rojên germ bi sivikayî ser milet re derbaz bin. Xêncî wê gelek êzdîyên dîndar hene ku cilêxana Şîxadî digirin, wan re jî dibêjin cilegir. Paşî Çil roja Lalişê de cejnê dikin. Milet diçe ber Lalişê, xêra xwe dibe Ziyaretê. Qewal u Feqîr jî diçin li Ziyaretê, êvarê xelq ber dergê Şîxadî kom dibe. Qewal şîretan li milet dike û qewlan wana re dibêje. Paşê Feraş çira ceqelt derdixe û Feqîr bi Tac û Hilê Şîxadî ji ziyaretê derdikeve û Ruhanîya êzdîyan di bin awazên def û şibaban semayê dikşînin. Pey ra simat tê belav kirin nav cimaetê da û êzdî eyda hev pîroz dikin. Bi wî teherî eyd 3 rojan berdewam dibe. Îsal jî 1ê meha tebaxê heta 3 meha tebaxê Eyda Çilê havînê ye.

Bila aştî û aramî li dinyayê da hebe! ! Cejina Çilê havînê li gelê kurd û bi taybetî li tevayê bawermendên ola êzdî yên dinyayê bimbarek û pîroz be! Cejnek xweş û aram em ji bo we dixwazin.

Fermo, guhdarîya bernameya radyoya Ria taza pêşkêşî pîrozkirina Cejna Çilê havînê bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.